Diyarname
Hunermend Diljen Ronî bi navê "Xewna Derew" albumek nû derxist. Album ji Kom Muzîkê derketiye. Di albumê de stranên bi navê Evîna Winda, Xewna Derew, Diltolaz, Tê Bîra Te? Ez û Yar, Derya, Navê te, Sînê, Xeydok cih digirin.
Diljen Ronî berî vê albumê bi navê "Çend Gotinên Evînî" (2008), "Du Demsal" (2012), "Çile" (2018, klasîkên kurdî têd exwendine) derxistibû.
Em ji albuma nû "Xewna Derew" strana "Ez û Yar" digirin û wekî Klîba Hefteyê pêşkêşî we dikin. Gotinên stranên aîdê Cegerxwîn in û muzîk jî aîdê Hozan Dilgeş e.
Fermo "Ez û Yar":