Her demekê rihekî xwe heye. Heta mirov dikare bibêje, hemin her wext xweyî per û baskên xwe ye û heçî bizanibe bide dû fira wê, ew ê karibe li ber bagera zemên li ser xwe bimîne.
Ez bi xwe, ji zaroktiya xwe ve her dem alîgrekî baş ê futbolê me. Min di her qonaxa jiyana xwe de, li jêr û li jor, li hevraz û nişîv her dem bala xwe daye goganê û ne tenê wekî alîgirekî sergerm, min bi baldarî xwendin li ser vê dinyaya han kiriye û her dem, ev gotina “fûtbol ne tenê fûtbol e” ji kûrayî ve daye ber pirsê.
Bera jî ma fûtbol ne tenê fûtbol e, nexwe çi ye?
Wekî tê zanîn, van rojan, li welatê me bayê futbolê rabûye ser tapanê; ev çendek e destaneke nû ji me vê civaka sergerm re peyda bûye: Amedspor.
Van rojên tarî, li dinyaya me ya “germ û biçûk” em baş dizanin ku refteksa sergermiya kurdên me ya li dû Amedsporê, reflekseke hestiyarî ye. Terefgiriya futbolê xwe li ser du hêmanan danîne; yek terefgirî ye ku ev di her rewşê de li pişt taxima xwe ne û bi can, bi xwêdan pê re ne, ya din jî alîgirî ye ku dabaşa me dê hinekî li ser vê be.
Em dizanin ku vê pêlê, civaka me ya Bakur, ev çend sal in bi dijwarî ketiye ber pêleke çewisandinê û hema bêje civak di warê moralê de “hal yemano” rewş pir berkendal e. Moral sifir e.
Ji bo civakeke wiha derbexwarî terefdariya dû taximeke fûtbolê hilmek e. Kurd hewceyî bi vê hilmê nee. Amedspor li vir oksîjenê dide civakê.
Nexwe em baş dizanin, ya me kurdan, xwendineke pir asan a civakî peyda bûye. Kurd êdî gelek tiştan bi reflekseke wiha dixwînin.
Ev partî partiya ME ye, nexwe divê em bidin dû wê. Ev taxim taxima ME ye, nexwe divê em piştgiriya wê bikin. Ev stranbêj stranbêjê ME ye, nexwe divê em guhê xwe bidinê.
Ev êdî di civaka me de bûye kirûyek û kesanên ji vê civakê bi awayekî reflesîk xwe li vê hestê dikin xwedan: YA ME YE, nexwe divê em….
Min bi xwe berî bi salan, hê Amedspor nû ava bûyî gotibû, “Divê Amedspor bibe Barcelonaya me kurdan” nizanim, Amedspor dê karibe bibe Barcelonaya “ME” an na, lê ez dibêm qey niha bayek rabûye û bi awayekî enteresan hemû çîn û tebeqeyên civaka kurd; ji dîndaran heta sosyalîstan –ku her du jî dij futbolê ne- niha bûne terefgirên Amedsporê. Tişta ku siyaseta kurdan nekarî bike, taximeke fûtbolê va ye kelegermeke wiha çêkiriye. Helbet vêga wiha ye?
Lê em baş dizanin, niha serdestên me bi çavên hûr vê rewşê dinêrin û ew ê zû bi zû rê nedin ku ev ba bibe nefeseke şînbûna dara kurdayetiyê, ew ê çepelên xwe yên qirêj dirêjî nava wê bikin, têkvedanê bikin û ji bo ev xewn biherime dê gelek dek û dolaban bigerînin. Hişyar bin!
Çimkî ew bi çavek din vê diyardeyê dixwînin. Ji bo wan handana fûtbolê li Kurdistanê, ji ber hindê ye ku bala ciwanên kurd bi fûtbolê re ji meseleya neweteyî û civakî dûr bixin lê ku ew bibînin ev futbol, ji bo geşkirina hestê neteweyî yê kurdan dibe agirekî gur ew ê rêbazên din biceribînin. Jixwe tiştên tên serê Amedsporê delîlê vê bi xwe ne. Hema maça Bursasporê bînin bîra xwe, bes e. Xasma ew tenê çilkek ji behrê ye.
Di vê cîhanê de divê dengekî ME hebe.
Bi fûtbolê
Bi hunerê
Bi şanoyê
Bi sînemayê
Bi matematîkê
Bi fîzîkê
Bi edebiyatê
Bi ticaretê
Bi dîplomasiyê
Bi ilm û zanistê
Divê ME jî dengê xwe hebe, rengê xwe hebe, navê xwe hebe.
Em hene. Em ê hebin. Em ê di vê tarîtiyê de wekî RONAHÎ hebin!
Destxweş Amedspor! Te dilê ME xweş kir. Erê, çiqasî hinekî dereng be jî va ye kurdan daye dû karwanê te; fûtbol bi rastî jî ne tenê futbol e, ew deng û rengê te ye.
Taxima ME, serçavên ME ye.
Ji bo guhdarîkirinê:


