Diyarname
Li herêma Gulemêrgê "Payîzok" navdar in. Niha yek ji wan ji aliyê hunermend Mesûd Gever ve hatiye berhevkirin û ji bo wê klîb hatiye kişandin.
Çavkaniya "Payîzok"a niha li pêşberî guhdar û temaşevanan e Sabrî Bîyadirî ye.
Mesûd Gever ku bi dengê xwe yê xweş ev Payîzok xwendiye û jêre klîbek kişandiye. Derhêneriya klîbê Vedat Atli û Arif Aslan kiriye. Em vê klîba nû wekî klîba hefteyê hildibijêrin û pêşkêş dikin.
Kerem bikin...


