Pêncşem- Devê xwe dixim guhê paşeroja şariştaniyê, gotinekê dibêjim û hemû kelehên tarîxê hildiweşin. Gindorîka hiş bi şûn de dizîvirînim, zeman vedigere cihê xwe ya ne ewle.
Guhê şaristaniyê qet çênebûye, devê min neketiye guhekî tune, min gotinek negotiye û kelehên tarîxê qet hilneweşiyane.
Gotin dibêjin, “Ji me bawer neke.” Bawerî dibêje, “Ji min bawer bike.” Dengê nava min dibêje, “Bawerkirin û nebawerkirin hew zanin derewan bikin.” Û nebawerkirin gotina talî dibêje, “Ji derewên gotinan bawer bike.” Nivîskarekî gotinên xwe di bîra min de hiştiye û navê xwe ji bîra min biriye, dibêje, “Roja tarîx hilweşiya, bindestî vejiya.”
Qelem şiyar dibe, ji bin siya kitêba Roland Barthes derdikeve, maseya min dike rê, rê zemanên qetiyayî pev ve didirû, qelema rêwî digihîne deşta spî ya lênivîskê û tillîkên min ên serxweş jî didin dû qelemê.
Reçeteya bindestiyê:
Em neteweyeke çiqas wêrek bin
Jihevhezkirina me jî ew qas tirsonek e.
Lênivîsk derê xwe bi ser gotinan de digire. Gotinên min îja ji firehiya wordê dadikevin nava tengahiya jiyanê, zimanê kolonyalîzmê girê didin û berî didin civaka min. Heta bindestiya civaka min neyê û zimanê kolonyalîzmê veneke, kolonyalîzm nikare bêje, “Giraniya lingên gotinan, zikê min kirin koloniya êşan.”
Gotin bilind dibin û li serê civaka min didin. Lê misqalek bindestî jî jê naweşe. Gotin ji lêdana serê civakê diwestin, li welatê xwe yê spî vedigerin, li hev dicivin û şêwr û mişêwira xwe dikin:
Em encaman sirgûnî kîjan cîwarî bikin, kîjan newarî bikin, kîjan arî bikin…
Talî biryara nîhayî didin:
Encam bindestiyeke abadîn e di hundirê serê civakê de.
Nexwe zû deriyê serî bigire! Heke hestiyariya bi hêrs jê derkeve, ew ê te û me û wê keçika biçûk a helbestvan bikuje.
Keçika biçûçik
Sûretê rojê li lênivîska xwe dixêzand
Destê civakê hat û qelema keçikê şikand
Tillîkên wê çavên xwe girtin
Civak kor bû
Welat bû gorr
Roj bû kêla bênivîs
Keçika biçûk
Qîjotek ji daristaneke şewitî deyn kir
Çavên tillîkên wê vebûn
Û hevoka dawî li ser kêlê nivîsî:
“Gora qelema min e ev welat.”
Qurtekê li cixarê dixim, dûxana dinyayê ji nava xwe diqewirînim. Dûxan di firînê de dibe palyaço. Palyaço du tilîkên xwe dike guh ji şaristaniyê re, devê xwe dixe guhê şaristaniyê û dibêje, “Tu û hilweşîn heman rojê çêbûn û siya tarî ya tarîxê ket ser laşê dema niha.”
Loma “dema niha” xefî ye û perwirdarê hêzeke xêndî min û me ye.


