Diyarname
1'emîn Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê îro bi dest pê kir. Fûra sê rojan, yanê dawiya vê hefteye li Boraya Mêrdînê wê vekirî be.
15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bû. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. EV fûar jî di vê çarçoveyê de hatiye amadekirin.
Platforma Ked û Demokrasîyê ya Mêrdînê ev fûar organîze kiriye. Di fûarê de 20 weşanxaneyên kurdan stand vekirine û 62 nivîskar dê pirtûkên xwe îmze bikin.
Platforma Ked û Demokrasîyê ya Mêrdînê Aydin Aslan li ser girîngiya festîvala pirtûkan sekinî û sipasiya beşdaran kir.
Ji Komîsyona Maçên Çandî û Ziman a Baroya MêrDînê Dilan Koç wisa got, "Hemû weşanger, nivîskar û xwendevan ji bo parastin û xurtkirina vê mîrateya çandê berpirsiyariyeke mezin digirin ser milên xwe. Bi keda we dê dengê ziman û çanda me bigihe nifşên nû."
Koç got ew di nav hefteya Cejna Zimanê Kurdî de ne, em ne tenê cejna zimanê kurdî, em cejna parvekirina agahî, fikir û dostaniyê jî pîroz dikin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Ji bo 3 rojan pirtûk diçin Mêrdînê
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com


