Cemil Oguz
Vê hefteyê gelek fîlm ketine vîzyonê. Hema beje ji zû de ye bi ser dehan re fîlm neketibûn vîzyonê. Vê hefteyê 14 fîlm hene; ji van 10 jê fîlmên tirkî ne. Ji nav hemûyan em fîlmê Selman Nacar "Tereddut Çizgisi" (Xeta Tereddutê*) derdixin pêş
"Tereddut Çizgisi" hefteya borî li 43'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bû. Fîlm li nav Pêşbaziya Neteweyî de bû û bi ya min di nav fîlmên tirkî de yê herî zêde derdiket pêş bû jî. Loma jî fîlmî xelatên sereke bi dest xistin.
Serlîstikvana fîlm Tulin Ozen bi lîstikvaniya xwe fîlmî diherikîne; temaşevanan dide dû xwe. Loma jî heq kir û li festîvalê xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.
EDALET LI GOR KÎ?
Derhêner Nacar çîroka edaletê digire dest. Edalet li gor kî? Edaletê kî pêk tîne? Ji bo edaletê têkoşîneke çawa? Û encam ber bi ku ve dê here? Carinan hêvî dikuje lê pirsgirêka edaletê ya li bajarekî bi ser çîrokek ji rêzê re peşkeş dike û xweş jî li hev aniye. Di dema danişînê de baniya dadgehê hildiweşe, av xwe bera salona danişînê dide, hilweşîna edaletê sembolîze dike. Nacar rewşa edaleta li Tirkiyeyê dide ber nîqaşê. Wî fîlmê xwe bi vî awayî serketî honandiye. Loma jî derhêner Nacar li festîvalê xelata Derhênerê Herî Serketî girt. Her wiha fîlmî Xelata Fipresci girt.
Bi kurtahî çîroka fîlm ev e: Li Uşakê patronek tê kuştin. Ji ber vê kuştinê xortek tê girtin, dê cezayeke giran bidinê, parêzera îdealîst Canan (Tulin Ozen) ku li Îngilistanê xwendiye, parastina xortî digire ser milên xwe. Li aliyê din diya wê li nexweşxaneyê ye, fonksiyonê mejiyê wê têk çûye, yanê miriye; fîşê yê bikişînin yan na? Parêzer Canan li ser rewşa diya xwe, dadger û bersûc dê biryareke bide...
Fîlmê ku senaryoya wî jî aîdê Nacar ve hatiye nivîsîn, ligel Tulin Ozen, Ogulcan Arman Uslu, Gulçin Kultur Şahin, Vedat Erincin û Erdem Şenocak têde dilîzin.
'BACK TO BLACK'
Ji nav fîlmên vê hefteyê fîlmekî din jî derdikeve pêş: "Back to Black". Fîlmê ku Sam Taylor Johnson bi rê ve biriye, Marisa Abela, Eddie Marsan, Jack O’Connell û Juliet Cowan têde dilîzin.
Fîlm çîroka îkona caz û soul a îngilîz Amy Winehouse tîne pêş temaşevanan. Winehouse di 27 saliya xwe de mir. Fîlm aliyê nayên zanîn ên hunermend Winehouse, heta navdarbûna wê, heta derxistina albuma wê "Back to Black" ku gelek navbar bû nişan dide. Jixwe ji ber navdarbûna vî albumî navê fîlm jî ji album girtine.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
- Tarot / Derhêner Spenser Cohen, Anna Halberg
- Back to Black / Derhêner Sam Taylor Johnson
- The Swiss Adventure / Derhêner Boris Chertkov / Anîmasyon
- Hanna and the Monsters / Derhêner Lorena Ares / Anîmasyon
- Tereddut Çizgisi / Derhêner Selman Nacar
- Sinemada İtiraz Ediyorum / Derhêner Mufit Can Saçinti
- Çocuk Kalbi / Derhêner Sinan Biçici
- Grabuna / Derhêner Tolga Savu
- Sakalli Bebek: Sobe / Derhêner Mustafa Miraç Kaya
- Şahsi Meselemiz: Merkez Ussu Hatay / Derhêner Gursel Ateş
- Bakkal Amca: Mahmut Tuncer / Derhêner Bilal Kalyoncu
- Kanli Gece – Kamp / Derhêner Mustafa Tilci
- Uç Gunluk Dunya / Derhêner Caner Erzincan
- Vaçgeçme / Derhêner Mustafa Kemal Kara
*'Tereddut' peyveke erebî ye, dikare bê bikarînîn, em dikarin wekî "Xeta Diduliyê" jî bikar bînin.