Diyarname
Di Lîga 2'yemîn de maçên hefteya dawî têne lîstin. Amed Spor li mala xwe Menemen Sporê dike mêvan. Maçê bi heyecan dest pê kir.
Di vê hefteya dawî ya lîgê de Amed Spor bi 80 pûanî di rêza yekemin de ye û dû wê Kastamonu bi 77 pûanî tê. Amed Spor tîma Îzmîrê Menemenê Sporê dike mêvan. Menemen ji bo play-offê dilîze; Amed Spor dixwaze şampiyoniya xwe ragihîne.
Amed Sporê bi Kaan Dogan, Ugur Adem Gezer, Veli Çetin, Batuhan Tur, Onur Karakabak, Oktay Aydin, Serkan Odabaşoglu, Çekdar Orhan, Taner Gumuş, Mert Çapar û Berk İsmail Unsalî dest bi maçê kir.
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan, mebûsên DEM Partî Meral Daniş Beştaş, Sezai Temelli, Ruştu Tiryaki, Mehmet Kamaç, Cengiz Çandar, Hevşaredara Amedê Serra Bucak jî li stadê maçê temaşe dikin. Ligel van dor 30 hezar temaşevanî li stadê ne.
Maç didome...
QERTÊN ZER
Ji Menemen Sporê Onur AKdenîz deqe 16'an de qerta zer dît. Di deqîqeya 26'an de ji Amedê Berk İsmail Unsal ji ber fol kir qerta zer dît. Dîsa ji Amed Sporê Taner Gumuş deqîqe 32'yan de dema diqet hundirê xêza pêş qeleyê li erdê ket. Gumuş îtîraz li hakem kir ku pozisyon penaltiye. Ji ber itiraza bi şid hakem qerta zer nîşanî Taner Gumuş da.
NÎVEKA YEKEMÎN: 0-0
Nîveka yekemîn bi 0-0'ê bi dawî bû. Di vê nîvekê de Amed Sporê bi Taner Gumuş, Berk İsmail dixwest gogê bigihînin pişt defansa Menemenê û encamê bi dest bixin, lê nekarîn encamê biguherînin. Di deqiqeya dawî de şûta Çekdar Orhan jî encam neguhart.
NÎVEKA DUYEMÎN BI GUHERÎNÊ DEST PÊ KIR
Di nîveka duyemîn de Amed Sporê Taner Gumuş girt derve û Yilmaz Ceylan ket cihê wî.
di deqîqeya 52'yan de ji Amed Sporê Batuhan Tur qerta zer dît.
Deqe 62 teknîk dîrektor Mesut Bakkal du lîstikvan guhartin; Çekdar Orhan derket, Yusuf Tursun ket cihê wî, Mert Çapar derket Muhammed Enes cihê wî.
Deqe 85 ji Amed Sporê Serkan Odabaşoglu derket, Taşkin Çaliş ket sehayê.
Hakêm 4 deqeyên zêdek li maçê zêde kirin. Û deqe 90+4 maç xilas: 0-0. Û AMED SPOR ŞAMPIYON...
KASTAMONU LI STENBOLÊ WEKHEV MA
Li aliyê din, li Stenbolê Kastamonu li hemberî Arnavutköy nekarî bi ser bikeve, maç bi 2-2 i dawî bû. Amed Sporê bi 81 pûanan bû şampiyon. Kastamonu di 78 pûanan de ma.
Bi lêdana firfirînê re temaşevanan herikîn nava sehayê û ligel lîstikvanan dest bi pirozbahiya şampiyonê kirin.
TFF'Ê AMED SPOR PÎROZ KIR
Federasyona Fûtbolê ya tirkiyeyê (TFF) piştî bi dawîbûna maçan ji ser hesaba xwe ya fremî re peyamek belav kir û Amed Spor pîroz kir. TFF'ê wisa got, "Em Esenler Erokspor û Amet Sportif Faaliyet ku di Lîga 2'yemîn de di komên xwe de bûn şampiyon pîroz dikin."