Diyarname
Gerhengeke nû li ferhengên kurdî zêde bû: Ferhenga tirkî-îngilîz-kurdî ku Huseyîn Deniz amade kiriye derket.
Ziman bi qalibên xwe, bi peyvên xwe û bi bikaranîna wan a li nav civakê heye. Di nav ziman de yek ji tiştên ku divê miheqeq hebe jî ferheng bi xwe ye. Heta niha hin ferheng bi kurdî û zimanên din derketin. Niha jî yeka bi sê zimanan hatiye amadekirin derket pêşberî xwendevanên kurdî. Ferhenga tirkî-îngilîzî-kurdî ku ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê derketiye ji aliyê Huseyîn Deniz ve hatiye amadekirin.
Deniz bi salan di rojnameyên kurdan de xebitiye û zêdetir jî li beşa aboriyê mêze kiriye, nûçeyên aboriyê amade kirine. Di van deman de pê hesiyaye ku divê ferhengeke aboriyê jî hebe.
Deniz li ser armanca amadekirina ferhengeke bi vî rengî wisa dibêje: "Gere em xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji ber ku pêşveçûna ziman pêşveçûna civakê ye. Pêşveçûna civakê girêdayî mirovan e, xebitandina ziman e. Berpirsiyar em in. Ev ferheng bi nêrîneke wisa hate amadekirin. Min xwest di rêya ziman de ew gavên zêrîn ku wekî ferhen û pirtûk derketine holê, ji wan re bibe alîkar. Ya din jî min xwest aliyê boriyê yê dewlemendiya zimanê kurdî bidim ber çavan. Ji ber vê armancên min dest pê kir."
Deniz pêşî wekî ferhenga tirkî-kurdî fikiriye, dûre îngilîzî jî lê zêde kiriye û tişteke wisa amade kiriye.
Heta niha kurdan di nav xwe de bi kurdî dan û standina xwe kiriye. Bi kurdî bazara xwe pêk aniye. Her çiqas di salên borî de di bazaran de tirkî bûbe serdest jî hebûna lîteratura aboriyê bi zimanê kurdî tişteke girîng e. Peyvên aboriyê jî hem ji bo zimanê nivîskî hem jî devkî girîng in. Ev ferheng jî di
ke ku di vî warî de bibe gavek.
Di ferhenga 287 rûpelî de li dor 3-4 hezar pey hatine bi cih kirin. Ji naveroka ferhengê diyar e ku amadekarê ferhengê Huseyîn Deniz ji ferhengên ku di pêşekê de çavkaniya wan diyar kiriye ji wan gelek sûde wergirtiye, peyvên wan dane ser hev û yek bi yek jî tiştên xwe, tiştên wî bi xwe çêkirine, yan jî berhev kirine lê zêde kirine. Wekî gelek beşên din ên zimanê kurdî ev beş û ev ferheg jî li benda nirxandina pisporên vî karî ye.
Em vê nirxandinê ji wan re dihêlin û ji bo xwendevanên xwe, ji ferhenga ku bi kedeke mezin hatiye amadekirin hin peyvan pêşkêş dikin:
- Bütçe Açığı: Spending deficit: Kêmatiya Bûtçeyê
- Açık artırma: Open bidding, Avuction,: Meda, mazat
- Açık çek: Open check: Çeka Vala
- Açık hesap: Open account: Hesabê vekirî, Jimara vekirî
- Ağır sanayi; Heavy industry: Pîşesaziya giran
- Aile Ortaklığı: Family partnership: Hevpariya Malê
- Bilirkişi: Ekspertise: Pispor, karzan, mopîzan, pêzan
- Bireysel değer: Individual value: Nirxê takekesî, hejayîya kesîtî
- Canlı Emek: Living labour: Keda zindî, karê zindî, karê zindewar
- Cari: Curent: Rewac, carî
- Cep harçlığı: Pocket money: Xercane, diravê hûr
- Çokyanlı değiştokuş: Multileteral clearing: Trampeya çendalî
- Dalgalı borçlar: Floating debt, Unfundebt, Fiksed charge: Deynên dema kin, deynên diravnekirî, Qerzên dudilî
- Döküm (Hesap benzeri): Document: Kitekit
- Egemen satıcı: Learding firm: Hevakara zal, Hevkara serdest, Fîrmaya fermedan, hevkara serbixwe, hevkara serwer
- Fatura: Invoice, Bill: Bername, Siyayî, Fatûre, Pertalname, Firoşte
- Gider Makbuzu: Ekspence Voucher: Meqbûza lêçûnê
- Halk sigortası (Hayat sigortası): Prudential insurance: Bîma gelêrî
- - İç turizm: Documestic tourism: Geşta Hundirîn
- Kaçak mal: Contrabad: Malê qaçax, Pirtûyên qaçaxî
- Liste fiyatı: List price, Basek price: Bihaya lîsteyê
- Maaş farkı: Pay gay: Ferqa mehaneyê
- Normal kar: Normal profit: Kara asayî, Derameta asayî
- Oynak piyasa: Volatile market: Sêra livok, Piyaseya livok
- Para birimi: Curency, Cruncy unit: Yekeya pereyan, Pîvana diravan
- Riskli iş: Edvanture: Peyana Xeternak
- Sahte senet: Fictitious bill: Zirsenet, Senedê sexte
- Şartlı ciro: Conditional indossment: Cîroya bi şert û merc
- Tasarruf sahibi: Saver: Xwediyê sêxberiyê, sêxbêrvan
- Uzun dönem eğilimi: Secular trend: Meyla demdirêj
- Üretici sermaye: Producer's Capital: Sermayeya berhemdêr, sermayeya hilberîner
- Varlık vergisi: Wealth tax: Baca heyînê, Baca dewlemendiyê, baca semyanê
- Yüksek faiz politikası: Hihg interenst policy: Azêneya selefa giran
- Zarar sigortası: Damages insurance: Bîma zeraran, Bîma ziyanan, Dabînkirina xesaran
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


