BERFÎN DÎCLE
-Avê dikşîne ji heft bîrî, ji herîyê dişo, davêje ser kêla dirî!-
Va bû de pazde roj ku bi ser erdhejê ketiye û mixabin em, hê jî, ji bin bandora wê derneketine!
Ez jî yek ji wan sûdewara me, wê şevê, ne li wan avahîyên sêzde çarde qatî bûm. Gava erd dihejîya ez pê re çûm û hatim, min di dilê xwe de digot: Baş e ku ne li mal im. Niha diwarên xanîyê min bi ser hev de diçin.
Min gelek erdhej dîtibûn. Di erdheja Çewlikê de, ez di xewa şîrîn de bûm. Bi hejînê re, çi şiyar bim; çireçira perwazên derî û şibakan bû, zingezinga caman, çizeçiza serê karyolayê bû. Diwarên xanî berwarkî dibûn û kolonên wê dikirin qirçeqirç. Xumînek jî dihat lê min pê dernexist bê ka ji ku tê!
Nizanim ji ber çi bû, min tewa lihêfê ji ser xwe avêt lê ez ji ciyê xwe netebitîbûm. Piştî aramî bi dinyayê ket, qelşa li ser dîwarê hember bala min kişandibû. Bi qandî bihustek qelş li diwar ketibû. Dotira rojê, min bala xwe baş dayê ku wa di dîwar de, ewr û esman xuya dikin. Çend roj şûn de muhendîs hatin lê nihêrtin. Min ji wan pirsî: Gelo ez ji vî xanîyê derkevim? Heye ku xera bibe? Serekeyê wan got: Talûkeya meriv zêde jê bitirse tune. Lê tu zêde bi me bawer nebe! Projeyên wargeha xwendekaran û wan xanîyên herimandî ji alî mihendîsên wekî me hatine pejirandin...
Hivde hijde sal bi ser ketiye. Di wê erdhejê de, wargeha xwendekaran û gelek xanîyên din hatibûn xwarê! Bi sedan kes di bin kavilan de can dabû! Piştî wê hejê, gelek carên din hej li herema me ket. Ez tevî ku li Amedê bûm jî bi heja Wanê hisîyam. Gava min ji nûçeyan bihîst, hej li wanê ketiyê, kizînî ji dilê min çû û min xwebixwe got: Heke Amed ewqas hejîya be, niha li Wanê kevir li ser kevir nema ye! Mixabin, bi fermî hefsed û pêncî kes bi carekê ve koç kirin û çûn! ...
Divê meriv guh bide zanyaran, baweriya xwe bi zanistê bîne! Xwe ji xetereyên berbiçav dûr bixîne. Me rihê xwe û ên zarûkên xwe li erdê nedîtiye. Nabêjim bila kes ji mirinê bitirse, lê divê meriv xwe û ên derdorên xwe jî navêje nav agir! Li civatên pêşveçûyî kes nakeve etirya erdhejê. Jixwe ên ji dêlva civatê, projeyan disewirînin û avahiyên sexlem ji wan re ava dikin hene! Dema avahîya li ser marketa Kezînê hat avakirin ji der va xuyabû ku wa xar e. Ji alî derva ve gelekî xweş bû lê hê wê gavê, ji tirsa em neçûbûn û me lê nenihirtibû! Di heja heft heşt sal berê de, derz li wê avahîyê dikeve. Bi mesrefeke din, xerca dîwarên wê diqelibînin. Qelşên berbiçav jê dibin û bi amûrên nû û nûjen wê dixemilînin. Êdî kî xwe ji wê avahîyê da alî kî li wir ma pê nizanim. Tenê ez wan herdû jinên ku di bin xanî de man, ji dûr ve dinasim. Herdû jî ji wir bûn û jinên gelek kedkar bûn. Meriv dikare bêje wî xanîyê bi keda neynok û diranên xwe stendibûn! Yek ji wan bi ber, a dina jî here were xwediyê xwe û yek sebiya qîzin bû. Jinika bi ber û kurê xwe û keçika jinika din ji bin kavil nefilitîn! Bê ka xwedê, rihê jinika ku qîza wê di bin kavil de can da çima nestend nizanim! Bi hêviya ku ji vê şûn de rojên xweş bibîne! Ne ew herdû jin bi tenê, hemû jinên Kêzînê kedkar in. Çavên wan hemû kar û barên gund dibrî… Ti carî aboriya malê ne dispartin mêrên malê! Jixwe navê wê qezayê jî bi zazakî û Kêyzin (qîzîn)e ....
Di çîrokekê de xwezgînîyê keçikê tên, keçik radibe ji bo karê malê diçe kanîyê. Hewza li ber kanîyê hê nû bala wê dikşîne. Xwe dide ser tehtekî û dikeve fikaran. Diya wê dinêre keçik nayê hemû zarûkên malê dişîne pey. Kî diçe û nayê. Dê neçar dimîne û ew jî hema xwezgînîya di cîh de dihêle û diçe ser kanîyê. Xwezgînî dinêrin wa ewê ro here ava, ew jî li dû wan diçin serê kanîyê. Bala xwe didinê dê û qîz rûniştine, hewar hewara wan e, tev bi hev re li çokên xwe dixin û digrîn. Xwezgînî dipirsin bê ka çi hatiye serê wan? Qîzik dibêje: Hun hatine min dixwazin. Hunê piştî dawetê min bibin. Ezê bi ber kevim. Ewê sebîyê min ê lawîn çêbibe. Ez ê wî mezin bikim werim mala bavê xwe zeyî. Ew ê diya min wî bişîne avê. Ew ê derkeve vê dara ser kanîyê. Û lingê wî bişemite têkeve vê hewzê û heta em pê bihisin, ew ê bifetise, bimre! Xwezgînî qeneeta xwe pê tînin ku vana bi malbatî dîn in û ji keçikê digerin!
De înca werin em tev bihev re siberoja xwe bi pêş dîtina vê malbata dîn bifikirin. Ya na heye ku em di binê kavila keda xwe de ji rih û canê xwe bibin!
Bi hêviya rojên bêkavil!