Kadîr Stêra
Belkî hûn bêjin, ev nivîs ji ku derket? Ew qas meh derbas bûne, ka ew panel ji ku hate bîra te? Jixwe dê mijar bê ser "Bîrê" jî. Van rojan, li welêt pir panel çêdibin. Nizanim kesên ku diçin guhdar dikin, çiqasî tatmîn dibin, çiqasî kêfê ji wan digirin? Ev pirs li hêlekê, ezê werim ser wê panelê.
Heta wê çaxê min pir li panelan guhdarî kiribû; lê wekî wê panelê min qet tahm ji wan negirtibû. Hema bêje di gelekan de, mijar dihat ser heman pirsê: "Zimanê kurdî, wer biçe wê wenda bibe. Pirtûkên kurdî çima pir nayên xwendin." Lê ew panel ne wisa bû. Nivîskar diaxivî, yek ji wir rabûbû digot: "Ez ji bo tu qala wêjeya xwe bikî, pirtûkên xwe bikî ez hatim, lê tu qala tiştin din dikî. Çima? " Lê jixwe mijara romana wî ya dawî çibûya, nivîskar qala wê dikir. Lê ew heval, wekî sipartekên dibistanê dixwest nivîskar rasterast qala bûyerên metna xwe bike. Lê wêje ev e. Ez bêjim, wêje wekî matematîkê ye. Ji kodan pêk tê. Heger, yekî ji wêjeyê û xwendinê baş fam bike wê serê xwe bi wan kodan biêşîne. Jixwe tehma wêjeyê jî ev e. Nivîskar dixwaze çi bêje, çi peyamê bide min, çi peyamê bide civakê? Divê, vê ya ji xwe re bike derdek û wisa tevbigere. Gava meriv li bersiva van pirsan digere, wêje îjar cihê xwe dibîne. Di wê panelê de, wêjeyê cihê xwe girtibû. Belê. Ez ji sibeha Xwedê de, qala panela Dr. Dilawer Zeraq a li Qezê dikim. Ne Qoser, a Qezê!
Ew panel, ew pirtûk wendabûna Heskîfê bû, talankirina axa me bû. Xwestek û tevgerên pergala kolonyal deşîfre dikir. Banga xwebûnê dikir, banga rakirina kirasê tirsê dikir. Piştî min ew pirtûk xwend "Şador" careke din li ser mijara "Di Kolonyalîzmê De mijara Bîrê" min serê xwe êşandibû. Wekî ku kayûman dest diavêtin xwebûna me. Dixwestin bîra me jî bikujin. Mînak kayûmê Qezê, "Bîrdariya" ku ji bo Ugur Kaymaz hatibû avakirin, tune kiribû. Bi vê qewimandinê, derdê wan ew bû ku bûyer bê ji bîrkirin. Em li bajarê Ugur bûn û Dr. Dilawer Zeraq, ew panel li bajarê Ugur Kaymaz dabû. Vegera bîrê, vegera xwebûnê ji xwe re kiribû derd, ew derdê wî ji kolonyalîzmê re divê bibe derb. Wê çawa bibe derb? Divê şaredariyê DEM’ê kêliyekê jî, nesekine û dîsa wê "Bîrdariyê" li Qezê vegerîne, li kurdên antîkolonyalîst vegerîne. Belkî wê çaxê Şador, bieşq biherike, Heskîf me efû bike.
Lê ka ew kesên ku vê ya bîr bibin û saet berî saetê vê xwestekê pêk bînin? Belê, çi tê serê me ji bêxîretiya me tê serê me. Em kurdên ku li gundan, li bajaran dijîn, wekî wan zaroyên me yên li çolê zanebûne aniha me pir keleh ava dikirin. Lê em bi qedrê xwebûna xwe nizanin. Em tiştan zû ji bîr dikin. Kolonyalîst dixwazin bendan li ber Şadora me deynin û ava mêjiyê me ziwa bikin. Lê berî ku ew vê bikin vî karê wan em dikin. Em bixwe dadikevin, kî bikaribe bîra kê bikole, kî pêl kê pike û hilkişe jor û bi ketina wî/ê kesê temaşe bike. Û kolonyalîst jî, pêl me hemûyan dikin. Em jî, wekî ew kevirê li ser pişta Sîsîfos diçin nîvê kaş û tên xwarê. Hema ev halê me xwe dubare dike. Em wekî nivîskaran, ji bê samimiyetiyê winda dikin. Em bi xwe re ne samimîne, em bi gelê xwe re ne samimîne. Jixwe, em bi gelê xwe re samimîbûna emê derî derî bigeriyana û me yê ji wan re qala rastiya xwebûnê bikira. Lê em di vê pergala kapîtalîzmê de, ketine dû egoya xwe. Lê wêje ne quretî ye, ne ego ye, ne xwe mezinkirin e. Li gorî min wêje, herî pir bîra civakên bindest e. Paqijkirina mêjiyên qirêj e, xwedî derketina xwebûnê ye. Lê di bala pir nivîskaran de ye ku mijara metnê xweş be, ew dibe berhemek qerase, berhem di ser wê re tune ye. Na! Li gorî kîjan pîvanê xweşbûn? Li gorî min, ji bo nivîskarekî bindest divê di serî de, lêgerîna xwebûnê hebe.
Belê. Min digot, van rojan ezê li ser "Kêliyê" nivîsekê binivîsim; lê ez van çend saetan di odeya xwe de, ji kêliyê dûr diketim. Min dît, hema li derve baranê da destpêkirin û li welatê Friedrich Nietzsche ez ber bi welatê xwe ve çûm. Min xwe li wê roja panelê dît. Bi zanebûn, jj ber ku Cegerxwîn bîrek kûr e, min portreyek Cegerxwîn diyarî Dr. Dilawer Zeraq kir, min pirtûk da îmzekirin. Piştî wê vegeriyam gund û di wê bîra welatê xwe de winda bûm.
kadirstera47@gmail.com
**
Nivîsên Kadîr Stêra yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin.
- Çîroka hevdîtina Xalê Sofî û Cegerxwîn
- Rizgan mîna Raskolnîkov li xelasiya xwe digere
- Roman şerma me bindestan li nav çavên me dixe