logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

Mîrza Ronî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mîrza Ronî

Mîrza Ronî

Ez û siya xwe

  • Dîrok: 08/02/2024

Roja şemiyê ewrên tenêtiyê xwe li ser serê min kom kiribûn û daxwaza ji mal derketinê li min dikirin. Heke min bi ya wan nekira dê hestên tenêtiyê wekî barênê li ser serê min bi bariyan.

Piştî nîvro ji mal derketim û min berê xwe da qeraxên gola Cenêve (Cinêv). Gola Cenêve; ji Cenêve dirêj dibe heta digihîje bajarê Montreux û bajarokê Villeneuve yên bi ser Lausanne (Lozan) ve girêdayî ne. Dema ji mal derketim tîrojên rojê rûyê min hembez kirin û xêrhatina derve wekî şabaş bi ser serê min re gerandin. Ji xwe de nehatiye gotin ku dibêjin roj jiyane, dema min jî roj dît laşê min geş bû û aramiyekê xwe li ser giyanê min belav kir.

Bi gavên giran ber bi rawestgeha trênan ve meşiyam, deh deqe demê min hebû ku ez bigihîjim trênê. Bi wan gavên xwe ez di deh deqeyan de gihiştim rawestgehê û piştî du deqeyan trên di demê xwe de li rawestgehê rawestiya û ez û yên li benda trênê, li trênê siwar bûn. Rêya min ne zêde dur bû, trênê di bîst deqeyan de ez gihandim bajarê Villeneuve cihê ku ez lê rawestim û biçim ber qeraxa golê. Dema ji trênê peya bûm bayekî nerm, silava golê anî li ruyê min da û ruyê min cemidand. Bi silava golê re min berê xwe da golê û ji nav bajêr derketim di demek kurt de gihiştim ber qeraxa golê. Wê rojê gelek kes wekî min hatibûn ber qeraxa golê. Di destê dayik û bavan de zarokên wan, li ber qeraxên golê ji xwe re digeriyan. Gelek ciwan jî dihatin  û diçûn. Min berê xwe da aliyê rastê û bi tenêtiya xwe re dimeşiyam. Wekî her car lingên min ez ber bi bajarê Montreux'ê ve dibirim. Navbera bajarê Villeneuve û bajarê Montreux bi gavên lingan çil deqe bû. Bi wê armancê li ber qeraxa golê, bi gavên meşeke nazenîn dimeşiyam.

Meşa min a li ber qeraxê golê gihiştibû deh deqeyan û bajarê Villeneuve êdî li pişt min mabû. Berê min êdî baş li bajarê Montreux bû. Bilindiya rojê li ser serê çiyayên pêşberî Montreux re, li rasta milê min ê çepê re li pişt min mabû. Tîrêjên rojê li pişt min ve xwe li bejna min didan û siyeke tarî wekî min li pêşiya min çêdikirin. Demek dirêj min li dirêjiya ava golê dinêrî û ez dimeşiyam. Haya min ji siya min tune bû ku ew jî bi min re dimeşe û hevaltiyê bi min re dike. Siya min li pêşiya min diçû û ez jî li pey wê dimeşiyam. Gelek kes li ber min re diçûn, cote cot û kom bi kom bûn. Lê ez û siya xwe tenê hevalê hev bûn û em bi hev re dimeşiyan. Dema ew kes li ber min re diçûn; bi zimanên xwe bi hev re dipeyîvîn û dikenîn. Lê ez...

Piştî demekî min bihîst ku dengek ji siya min tê û dengê silavê bû derdixist, silav dida min, bi min re dipeyîvî. Destpêka ku min deng bihîst min li dora xwe nêrî kes tune. Tene ez û siya xwe dimeşiyan. Dîsa min deng bihîst û ez rawestiyam min li siya xwe dinêrî, siya min jî li min dinêrî û ji min re got; 'Ez im bi te re dipeyîvim...'

Piştî ku min fêm kir ku siya mine bi min re dipeyîve ez hestyar bûm, min û siya xwe me hevdu hembez kir li ber wê qeraxa golê, di nav tenêtiya penaberiyê de.

Êdî ez û siya xwe bi hev re meşiyan û heta ku roj çû ava û siya min jî bi xwe re bir, ez bi siya xwe re têr bi zimanê xwe peyîvim. Lê dema rojê siya min bir ez û tenêtiya xwe dîsa di nav bêdengiyê de man... 

 

 

 

                                                        

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Bo zimanê xwe çima destûrê dixwaze?

  • 16 Avrêl 2023

Camêr akademîsyen bû, derbasî kursiyê axaftinê bû û dest bi axaftinê kir: “ezê bi zimanê xwe (kurmancî) bi axivim...”Balkêş! Balkêş...

NIVÎSKARIYA ZIMANÊ KURDÎ

  • 26 Pûşper 2021

Nivîskar, nivîskarî! Dema hin mijar di nav ramanên mirov de beloq dibin, êdî mirov nikare xwe ji wan mijaran rizgar bike. Heta ku mirov li ser wê mijarê xwe qanih neke dê ew...

Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

  • 11 Adar 2023

Îro ez dixwazim camêrekî ku navê wî Şevger Çolo ye bi we bidin naskirin û têkiliya wî çawa bi provekariya li hember min re çêbû ye, bînim...

Hemû Nivîsen Mîrza Ronî

Mîrza Ronî kî ye?

Mîrza Ronî di sala 1980’î de li gundê Bêdara girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Xwendina xwe ya fermî heta zanîngehê Zanîngeha Mêrsînê Beşa Avahîsazîyê ya du salan qedandiye.
Di sala 2008’an de li Cizîrê dibe aktîvîstekî zimanê kurdî û ji bo xebatê ziman pêşengî dike. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman hatiye girtin û demek girtî maye. Piştî berdanê ligel hevalên xwe kovara “Hawara Botan”ê derxistiye.
Di navbera salên 2011-2015'an de dîsa li girtîgehê maye û piştî berdanê ji bo Azadiya Welat xebitiye.
Ew endamê Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê ye.
Serokatiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kiriye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
- “Tevna Çand û Ziman” (2017, Weşanên J&J)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ev nûçe xwediyên erebeyan eleqedar dike

ad

Komeleya Nivîskaran: Girtina Azadiya Welat ne rewa ye

ad

Kurdiya baş çawa ye?

ad

Romana ji pîneyên çîrokan

ad

Xebateke zanistî 'Kurdica' derket

ad

Piştî 30 salan Koma Berxwedan bi albumeke din hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname