logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Mîrza Ronî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mîrza Ronî

Mîrza Ronî

NIVÎSKARIYA ZIMANÊ KURDÎ

  • Dîrok: 26/06/2021
Nivîskar, nivîskarî! Dema hin mijar di nav ramanên mirov de beloq dibin, êdî mirov nikare xwe ji wan mijaran rizgar bike. Heta ku mirov li ser wê mijarê xwe qanih neke dê ew mijar her û her nîqaşa serêşiya mirov be. Nexasim heke mijarek wekî mijara zimanê kurdî be û nivîsandina ji bo zimanê kurdî be wî demî bargiraniya ramanê mirov hêj zêdetir dibe. 
Ev çend roj in mijara nivîskariya kurdî û keserên wêjeya kurdî di nav ramanên min de beloq dibin. Ji ber ku mijarek girîng û berfireh e, xwe bi xwe jî nikarim ji nav derkevim. Lê li ser çend xalan ez ê hewl bidim di vê mijarê de hawara xwe bigihînim we xwînerên hêja. 
Bi wateya kilasîk nivîskar ew kes e ku bi karê nivîsandinê re mijûl dibe û dinivîse. Ango nivîskariya; wêje, çand, dîrok û hunerê dike, da ku van beşan bi nivîsê li mirovan bide fêmkirin. Helbet ev pênase teng e û berfirehtir jî dibe û divê ez vê jî bibêjim; hewcedariya her nivîskarekî bi bîreke civakî heye! 
Lê belê çi dema ku ez hewl didim pênaseya nivîskarê kurd û nivîskariya kurdî bikim; dibînim ku pênaseya nivîskariya ku tê zanîn têra nivîskar û nivîskariya kurdî nake. Ji bo ku bîra civaka kurd û kurdî li gorî nêrîna min ne wekî ya tu gelên din e. Dîroka kurdan û çanda kurdan; qonaxên ku têre derbas bûne, qonaxên fitlonek û têra xwe rasta guhartin û veguherandinan hatine. Nexasim di nav çanda kurdan de zimanê kurdî xwedî bîreke kûr e ku hêj çi kesî nekariya xwe berde binê bîrê. Em kesên ku li ser rêya nivîskariya kurdî (bi taybetî zaravayê kurmancî) ne, heta niha em tenê li ser devê bîra kurdî avjeniyê dikin! Ji me kî/kê ji bo zimanê kurdî avjeniyek baş zanibe dê ew kes xwe ber bi binê bîra kurdî ve berde xwar. 
Îca ji bo kurdî avjeniyek baş jî, fedekarî û kedek giran dixwaze. Em hin nivîskar bi vî zimanê dewlemend dinivîsin, lê belê em ji bo azadiya zimanê xwe kedê nadin û nabin çalakvanên zimanê xwe. Û kurt û kurmancî li gorî nêrîna min nivîskarê ji bo azadiya zimanê xwe tênekoşe ew nabe nivîskarê zimanê xwe jî. Zimanê me ango xwebûna me, di nav qefesekî de girêdayî ye. Em çiqas binivîsin û biaxivin jî heke; nivîsandin û axaftina me ji zincîrên qefesê derbas nebe em dikarin bibêjin; nivîsandin û axaftina me azad e? Na em nikarin bibêjin! Wateya di strana nemir Ahmet Kaya de ku digot: “Bê pencere mam daye, bafiroka min li têlên aliqî…” Çibe nivîskariya me jî ew e!
Lê pirsgirêka nivîskarên gelên din ku bi zimanên xwe an jî bi zimanên din dinivîsin, çi pirsgirêka wan a azadiya zimanê wan nîn e, ji bo ku zimanên wan ji nêrîn û nivîsandinê re azad e! Hin gelan dem hatiye zimanê xwe azad kirine û bi zimanê xwe yê azad wêjeya xwe û hebûna xwe pêş de birine. Ango çi pirsgirêka wan ji bo nivîsandina wan tune ye! Lê em kurd û nivîskariya kurdî bi taybetî li ser zaravayê kurmancî pirsgirêka ramyariyeke azad heye. Em li ber siya azadiyê dinivîsînin, lê kengî me zimanê xwe rizgar kir wê demê em ê, li ber ronahiya azadiyê binivîsin. Mixabin û sed mixabin gelek kesên ku li ser rêya nivîskariya kurdî dimeşin haya wan ji têkoşîna zimanê kurdî nîn e û keda xwe li quretiya xwe bar dikin. Mînak ez dê pirtûkeke binivîsim û ji kurdan bixwazim ka pirtûka min bikirin û bixwînin. Baş e ew kesên ku ez dixwazim pirtûka min bixwîne heke min ew kes fêrî xwendina kurdî nekiribe û hişmendiya parastina kurdî li wan nedabe fêmkirin ew kes dê çawa li pirtûka min û kurdî xwedî derkeve? Li gorî vê nêrîna min nivîskariya kurdî; “kompleksek paradoksî” dijî û hew.   
Herî dawî ez vê jî bibêjim heta em kesên ku li ser rêya nivîskariya kurdî hewl didin bimeşin li dora zimanê kurdî kom nebin û bi yek armancê nêzî kurdî nebin wê pênaseya nivîskariya kurdî jî her û her kop bimîne û dê seqet biafire!
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:



Hin Nivîsen Nivîskar

Meseleya robotan, gelo tu mirov î?

  • 08 Sermawez 2023

Baldarbin, dibe ku ne ez ji we re dinivîsîm!!!Na na, ne tirsin ez im Mîrza Ronî me. Ez  mirov im û ne robot im! Belê; Êdî dem ew dem e ku robot jî dibin...

MED CEZÎR: NEWROZ Û CIZÎR

  • 20 Adar 2021

Bi vê nivîsa xwe ya yekem û bi kelecaniya nivîskariya di Diyarnameyê de merheba ji we re xwînerên kurdîhez. Berî ku tevna nivîsa xwe deynim; mala kedkarên...

Bo zimanê xwe çima destûrê dixwaze?

  • 16 Avrêl 2023

Camêr akademîsyen bû, derbasî kursiyê axaftinê bû û dest bi axaftinê kir: “ezê bi zimanê xwe (kurmancî) bi axivim...”Balkêş! Balkêş...

Hemû Nivîsen Mîrza Ronî

Mîrza Ronî kî ye?

Mîrza Ronî di sala 1980’î de li gundê Bêdara girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Xwendina xwe ya fermî heta zanîngehê Zanîngeha Mêrsînê Beşa Avahîsazîyê ya du salan qedandiye.
Di sala 2008’an de li Cizîrê dibe aktîvîstekî zimanê kurdî û ji bo xebatê ziman pêşengî dike. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman hatiye girtin û demek girtî maye. Piştî berdanê ligel hevalên xwe kovara “Hawara Botan”ê derxistiye.
Di navbera salên 2011-2015'an de dîsa li girtîgehê maye û piştî berdanê ji bo Azadiya Welat xebitiye.
Ew endamê Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê ye.
Serokatiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kiriye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
- “Tevna Çand û Ziman” (2017, Weşanên J&J)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rojnameger Niyaz Abdula di dema xelatgirtinê de rexne li Hikumeta Başûr girt

ad

Fotoyê rojê: Wêneyê tazî yê serokomarekî

ad

Muslim: Civîna Riyadê dê bi kêrî gelê Sûriyê neyê

ad

Li Almanyayê erebe bi ser Noelê de hat ajotin 5 kes kirine, 200 birîndar hene

ad

Kurdekî dinyaya berze: Pîrbal

ad

Baydemîr: Mijar ne zahmet e, zilm zor e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname