Baldarbin, dibe ku ne ez ji we re dinivîsîm!!!
Na na, ne tirsin ez im Mîrza Ronî me. Ez mirov im û ne robot im!
Belê; Êdî dem ew dem e ku robot jî dibin hevalên me û bûne ji malê. Her roj pêşketinên nû li tekonolojiya robotan zêde dibe û her ku diçe robot jî di nav civakê de dibin xwedî gotin. Hêj niha bi bêjim dê roj were, dema hûn û robotek nîqaş bikin dê robot mafdar derkeve û hûn ê winda bikin!
Ez çima van gotinan tînim bîra we? Bila haya we jî jê hebe van rojan qedera (min peyva qederê kar anî lê robot li gorî qederê naçin, wî demî ez mirovim) robotan tê nîqaşkirin. Bi serkêşiya NYA û Çîn'ê ji 28 welatan giregirên dinyayê roja çarşema derbasbûyî li welatê Îngîlistanê ji bo dahatûya robotan li hev civiyan. Di civînê de cara yekemîn bo ewlahiya robotan peyman di navbera xwe de îmze kirin.
Ji sala 1950 û teybetî di van çend salên dawî de bi sedan bernameyên 'Hişê çêkirî-Aqilê çêkirî' (hewceye ferhengzanên kurd bo ferhenga teknolojiyê peyvên nû li ferhenga me zêde bikin) hatin çêkirin û di gelek qadên jiyanê de ketin nav jiyana mirovan de! Ji xebatên endustriyê em bigirin heta xebatên nava malan êdî bi robotên 'hişê çêkirî' kar tên kirin. Êdî gelek bernameyên computeran bi hişê çêkirî kar dikin. Şirketin wekî; Google, Apple, Amazon, Tesla (erebeyên otonom-hişê çêkirî çêdike) û Deep 6 bûne serkêşên çêkirina bernameyên hişê çêkirî. Van rojan herî zêde bernemaya ChatGPT, Google OpenAI û DeepL'ê li ser internetê derdikevin pêşiya mirov. Bernameyên bo karanîna tevna civakî hetine çêkirin; Facebook, Instagram, Twitter, TikTok, Linked in hêj gelek bernameyên din tev bi hişê çêkirî tên birêvebirin. Êdî dema kesek hesabên xwe yên Instagram, Facebook û yên din kar tîne bi dîtina hişê çêkirî ew kes tê şopandin û ew kes ji çi hezdike, li çi dinêre û bi kîjan profilan re hevale baş tê şopandin, li gorî teybetmendiyên kesan hişê çêkirî vebijêrkan, bijarteya derdixe pêşberî wî/wê. Ango kesek ji pirtûkan hez bike, li prtûk û pirtûkxaneyan bigere, hişê çêkirî pirtûkan derdixe pêş û reklama Amazonê derdixe, dibêje tu dikarî pirtûkan ji Amazonê bistnî! Bo ku bernamaye hişê çêkirî li gorî algorîtmayan di kêliyekê de te nas dike û dixwaze hişê te rêve bibe. Bo wê çendê dema hûn li ser bernameyên tevna civakî li tiştekî bigerin êdî ne mirov, robot li pêşberî we ne! Anjî hûn di bernameyên computeran de ji pêşber re binivîsîn dibe ku robot ji we re binivîse. Dîsa gelek kes hene li ser bernameyên hevaltiyê dixwazin bi jinekê re hevaltiyekî deynê, lê dibe ku ew kesa li pêşber dinivîse ne jin, roboteke hişê çêkirî be, ji wan re binivîse. Ango hewceye êdî mirov bizane kesê/a li pêşber mirov dinivîse robot e, an mirov e!
Ji xwe hewce nake ku em dûr jî biçin bi salan e, telefonan ku bi hişê çêkirî kar dikin di berîka me de ne. Bi salan e Sîrî-Applê asîstane berîka me ye û me dişopîne!


Robotan Aciz Nekin
Belê îca li ser vê meseleya ez balê dikişînim ser giregirên dewletan û şirketên wan bo mijara robotan-hişê çêkirî li Ingiltere di saraya Bletchley Park'a ku di dema şerê cihanê yê duyem de malavanî ji kesên şîfre dişikandin re dikir, li hev civiyan û ji bo ewlahiya teknolojiya hişê çêkirî; "Deklerasyona Bletchley'' destnîşan kirin. Ev wekî gaveke yekemîn bû ku di navbera 28 welatan û şirketên wan de deklarasyonek bi vî rengî hat destnîşan kirin. Tê payîn ku li gorî encama ji vê civînê derketî di demên pêşde hin zagonên teybet bo teknolojiya hişê çêkirî werin diyarkirin. Ev jî tê wê wateye ku her ku diçe bernameyên hişê çêkirî dikevin nava civakê de û dibin xwedî gotin. Piştî ku bi zagonan mafê robotan were diyar kirin êdî civak dê neçar bibe li gorî mafê robotan nêzî robotan bibe! Ango êdî hûn nikarin zilehekî li robotekî bidin û bele sebep wî/wê aciz bikin. (Ev henek bû, lê di demên pêşde wê êdî ne henek be)
Lê dive em ji bîr nekin, her ku robotên hişê çêkirî di nav me de zêde bibin dê bi xwe re pirsgirêkên nû jî bînin. Her çiqas hin aliyên teknolojiya hişê çêkirî yên baş hebin jî, di gelek waran de teknolojî dibe sedema binpêkirina mafê mirovan û teçûna çand-exlaqê civakî. Ango computer û telefon ji bo ragihandinê karên baş dikin, bes bernameyên hişê çêkirî bêyî destura me dikeve nav jiyana me de û agahiyên me dize, dide şirketan û ew şirket jî dizanin em kî ne, çi dikin û li ku ne. Ev jî dibe sedem ku êdî jiyana mirov bi teknlojiyê tê girêdan û azadiya mirov her kêlî tê binpêkirin! Mînaka TîkTokê li ber çavan e, gelek kes hene bo ku pere bidest bixin li ser TîkTokê bi rêya ciwanan bi çand û exlaqê civakê binpê dikin.
Li ser vê mijara baldariya teknolojiya hişê çêkirî gelek rewşenbîr û zanyar hişyariyan dikin! heta niha gelek caran ev mijara robotan û hişê çêkirî me wekî ''Bîlîm Kurgu'' di filîman de didît û yek ji wan filîman jî nû hatiye kişandin; Better than Us (Ji Mirovan Baştir) di salên 2016-2018 de li Rusya wekî rêze-fîlm hatiye kişandin. Dema min ev fîlm temaşe dikir êdî ne wekî Bilîm Kurgu wekî jiyaneke asayî min li film temaşe dikir. Bo ku mijara film dibêje di jiyana rojene de jî em gelek caran dibînin û êdî hişê çêkirî dibe serdestî me!


Robot Sophia Jî Xwedî Pasaport e
Berî saleke nûçeyeke balkêş di rojnama Washington Postê de hat weşandin. Li gorî nûçeya dihat parvekirin, endezyarê şirketa Google ''Blake Lemoine'' hin agahiyên bernama hişê çêkirî ji raya giştî re eşkere dikir û digot ku; Êdî bernameye hişê çêkirî ku li ser dixebitin pêş ketiye û wekî mirovan difikirin û dikarin mirov fêm bikin.'' Piştî vê daxuyaniya Blake Lemoine, Google ji bo ku mafê polîtikayên şîrketa wan binpê kiriye ew ji kar derxistin.
Ev agahiyên ku Blake Lemoine anîn ziman robota bi navê Sophia dianî bîra min ji bo ku di sala 2016 de Robot Sophia derket televîzyonê û bi axaftinên xwe yên balkêş xwe li her kesî da naskirin. Robot Sophia ji hêla şîrketa Hanson Robotics a Hong Kongê ve hat çêkirin û li gelek welatan belav bû û di sala 2017'an de Erabistana Siûdî mafê hemwelatiyê jî da Robot Sophia. Ango Sophia jî bûye xwedî nasname û pasaport. Ez bawerim rojekî ew ê kevin bibe û wê kar neynin, wî demî Sophia wê ji bo mafê xwe bibe penaber û li walatekî wekî Siwîsre îltîca jî bike!
Çanda Mirovahiyê û Çanda Robotan
Wekî ku min li jor anî ziman êdî robotên hişê çêkirî wê bibin xwedî maf û zagonên wan jî dê hebin. Ango her ku diçe zagonên civaka mirovan tên guhartin û êdî zagonên berî sed salan dê bibin dîrok û zagonên nû wê ji bo civakan werin, her wiha çandeke nû jî li ber derî ye. Di sêrî de di demên pêş de zagona robotan û pereyên dijîtal ''Coîn'' dê li zagonên mirovahiyê were zêdekirin. Deshilatdarên welatan bo ku çanda bi robotan û pereyên Coin li civakê bidin qebûl kirin dê zagonên teybet çêbikin.
Li ser vê mijarê ramyar Yuval Noah Hararî ku gelek caran derbarê hişê çêkirî de nêrînên xwe belav dike û li ser vê mijarê xwediyê berhemên bi navê; Sapiens, Homo Deus û gelek pirtûkên din e. Yuval Noah Hararî Heyva Gulanê di bernameya Tout un monde tevlî gotûbêjekê bûye û derbarê hişê çêkirîde nêrînên balkêş anîne ziman.
Yuval Noah Hararî di bernameyê de bersiva pirsa; ''Li gorî vê rastiyê ev tê wê wateyê ku em girêdana xwe ya bi qokên xwe re winda dikin?'' wiha bersivand: ''Erê, bo ku hişê çêkirî ji îcadên heta niha di dîrokê de dihatin çêkirin cûdatir e. Tiştên ku heta niha dihatin çêkirin hêz didan me, bo ku çi tişta dihat çêkirin bi serê xwe biryar nedida û fikir pêş nedixist. Lê hişê çêkirî bigiştî cuda ye, dikare xwe zêde bike, xwe bihêz bike û bi me re biryaran bibe. Û dikare bi tenê serê xwe biryaran jî bide.
Heta niha em di nava hêlîna çanda ji bermahiyên afirîneriya mirovên berî niha de dijîn, lê belê em di nava çandeke ku tiştên bi destê hişê çêkirî were afirandin de bijîn ev wê ji bo mirovahiyê were çi wateyê? Ango dema muzîk tê afirandin hunermend ji bermahiyên kevin sûde wedigire û albûmekê çêdike. Lê hişê çêkirî di demek kin de ji nav muzîka salan dikare albûmeke derxe û ev wê bibe sedem ku ji protatîpê mirovê resen cudatir ji tiştan çandeke din derkeve pêş. Helbet di warê hin tiştên baş de jî dikare bibe aîkar wekî dîtina dermanê hin nexweşiyan. Ev dibê hêzek, lê di nava xwe de xetereyên mezin jî dihebîne.''
Di bernameyê de pirsa; ''Hûn bawer dikin ku rêyeke karibe xetereyên wê bê bandor bike û tenê ji bo hêza wê ya baş biparêze, hebe?'' Ji Yuval Noah Hararî tê pirsîn û wiha bersiva wan dide: ''Zehmete, bes dibe. Gelek pîvan hene ku em tevlî bibin. Mînak dema em bi hişê çêkirî re bikevin têkiliyê dive em bizanibin ku ew hişê çêkiriye!
Niha li ser gelek mijarên siyasî niqaş tên kirin. Li ser gelek platforman ev niqaş tên kirin, lê ew niqaş bi hişê çêkirî yê ku xwe dişibîne mirovan re tên kirin. Bifikirin hûn dikevin înternetê li ser qeyrana avhewayê anjî mijarek din, hûn niqaşên siyasî dikin û hûn dibêjin qey ew kesê ku hûn pêre qîkaş dikin mirove, lê belê di rastiyê de ew hişê çêkiriye!
Ev bi her awayî xeter e, bo ku çi feyda robetek ku di xizmeta partiyekî anjî xizmeta hukumeta welatekî dike û hewl dide fikra we biguhare, nîne. Hûn çiqas pêre biaxivin û axaftina xwe dirêj bikin ew e ewqas we fêm bike û zanibe çawe fikra we biguhare!''
Gelo Robot Diêşin?
Di dawiya bernamê de ev pirs jî Yuval Noah Hararî kirine: '' Mekîne(robot) li me dide hizirîn ku difikire, çi cudahiyên wê ji mirovan hene?
Bersiva vê pirsê Yuval Noah Hararî wiha daye: '' Cudahî ne di aqil de, di hişmendiyê de ye. Gelek caran pirsgirêkan em bi cerebîniya hestan çareser dikin û ev jî dibe sedem ku em tevlîhev bikin. Di roja me de computerên ji me zêdetir aqil dibin hene, lê bele hişmendî bi wan re pêşneketiye û çi tiştî hîs nakin. Dikarin di lîstika kişikê de bikaribin me, lê nikarin xemgîn bibin, bextewar bibin û êşan bikişînin. Ji ber ve çendê ne xwediyê mafê polîtika û exlaq in, bo ku polîtîka û exlaq bi êşê re eleqedar e, ne ligorî aqil e.
.jpg)
.jpg)
Hişê çêkirî û computer çi tiştî hîs nakin. Ango dema hûn computerekî winda bikin, hûn ê robotekî winda bikin. Ev dibe binpêkirina mafê xwediyê wê, lê ji bo êşa computure bi xwe çi pirsgirêka exlaqî çênabe. Ev cudahiya herî mezin e. Bo vê çendê ne xwedî mafê siyasî û exlaqî ne...''
Piştî ku min ev nêrînê Yuval Noah Hararî xwendin û li sere wan fikirîm ev nêrîn hate bîra min. Piştî ku xwediyê şirketên hişê çêkirî di civîna li Ingiltere de "Deklerasyona Bletchley'' jî destnîşan kirin, di demên pêş de wê polîtîkayên parastina mafê robotan jî diyar bikin û çand û exlaqê civakî jî li gorî robotan diyar bikin. Ango tişta diyar dibe dê mirovahî di deh salên pêş de gelek tiştên ecêp bi çavên xwe bibine.
Çavkanî:
1. Hayvanlardan Tanrılara - Sapiens, Yuval Noah Harari. Yayınevi: Kolektif Kitap, çapa pêş 2015.
2. Homo Deus: Yarinin Kisa Bîr Tarîhî, Yuval Noah Harari. Yayinevi: Kolektif Kitap, Çapa pêşî 2017
3. https://www.rts.ch/info/monde/14440583-yuval-noah-harari-lia-peut-se-programmer-ellememe-elle-peut-decider-ce-quelle-veut-faire-de-nous.html
4. https://tr.euronews.com/next/2023/11/02/bletchley-deklarasyonu-ingilteredeki-zirvede-dunyada-ilk-yapay-zeka-anlasmasina-varildi