Diyarname
Rojnameger Niyaz Abdulla "Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî" girt. Abdulla rexne li hikumeta Başûr kir û xelata xwe diyarî Demirtaş, Ebdî û rojnamegerên Behdînan kir.
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) par Xelata Azadiya Çapemeniyê dabû rojnamegera kurd Niyaz Abdulla. Abdulla ku ji Başûr e û ji ber Hikumeta Başûr rexne kiribû rastî tehdeyê hatibû, ji mecbûrî çûbû Ewropayê. Abdulla ku par nikarî here New Yorkê îsal bi merasimek xelata xwe girt. CPJ'ê ligel xelata par ku dabû Abdulla, xelatên îsal jî bi heman merasibê belav kirin.
Rojnameger Niyaz Abdulla di axaftina xwe de got ku li başûrê Kurdistanê rojnameger têne revandin, kuştin û rastî îşkence û destdirêjî tên û qala rojnamegerên Behdînan ên girtî kir. Abdulla rexne li hikumeta Herêma Kurdistana Federe ya di bin Serokwezîriya Mesrûr Barzanî de kir, bal kişand ser zordariya li ser rojnamegeran.
Abdulah di dawiyê de sipasiya CPJ kir ku ev xelata bi qîmet daye wê û got, "Ez vê xelatê diyarî rojnamegerên Behdînan ku girtî ne, diyarî Jîna Emînî, Selahattin Demîrtaş û Mazlûm Abdî dikim. Jin Jiyan Azadî."

Niyaz Ebdulla ligel xelatgirên îsal Ferdinand Ayite, María Teresa Montaño, Nika Gvaramia, û Shahina K. K.


