Diyarname
Destana "Dewrêşê Evdî" li nav kurdan êdî destaneke neteweyî ye. Heta niha hin versiyonên vê destanê hatine tomarkirin. Niha yeka din li ber destan e. Ev versiyon ji aliyê Ordîxanê Celil û Celilê Celîl ve haitye berhevkirin û wekî pirtûk ji Weşanên Wardozê derket.
Malbata Celîlan di warê berhevkariya kurdî de xwedî cihek gelek girîng in. Di nav malbatê de xebatên Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl gelek li ber çav in. Herduyan di sala 1985'an de li Efrînê guh dabû destana "Dewrêşê Evdî". Wan li gundê Kifirzîtê ya Efrînê ji Ehmedê Nasirê Şemê ev destan berhev kiribû. Wan gotiye, "Şava vê destanê ku Ehmedê Nasirî gotiye, nava hemû şaxên ku rastî me hatine ya herî kamil û binirx e."
Destan li ser dîroka Dewrêşê Evdî, mêranî, wefata wî, wisa jî strana ser evîndariya wî li ser qîza mîrê eşîra milan Edûlê ye. Heta niha gelek dengbêjî ev stran wekî destan gotiye û li nav û deng e. Bi keda her du Celilîna niha ji nû ve bi çapa xwe ya nû li pêşberî xwendevan û eleqedaran e.
- Dewrêşê Evdî / Berhevkar Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl / Weşanên Wardoz / 2020 / Destan / 137 rûpel


