logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Fîlozof Edgar Morin mir
  4. Mezinê Ewropayê diyar bû
  5. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eşqê û welatperweriyê

  • Dîrok: 07/08/2022

Her nivîskar şêwazeke wan a xeradiyê heye, yanê helbestên xwe li gor tevnesazekê dixeridîne, da ku berhemeke baş bêyî vehûnadin. Mîna Ecer jî di pirtûka xwe ya Kulîlkên Mala Miriyan de reşbinî, têkçûn û hêvî di helbestên xwe de xeradiya wan kiriye. Berî ku dest bi rexneya xwe bikim dixwazim çend tiştan bêjim û paşê jî ji pirtûkê çend helbestan binirxînim.

Di piraniya helbestên Mîna Acer de gazin û serîrakirineke vesartî ya li dijber pergala heyî heye. Helbestvan, behsa paradoksa civaka bindestan, behsa têkiliyên di navbera wan de diqewimin, behsa hezkirinên wan, eşqên wan, welatperwerbûnên wan û têkiliyên wan ên beloqîn dike. Em dikarin bibêjin helbestên di “Kulîlkên Mala Miriyan” de mijarên herî girîng û serdest hêvî û têkçûn in. Ya duyem jî hezkirinên bindestan ên beloq û birçîbûna wan a zayendiyê ye. Îcar em werin ser çend helbestên xwe:

LI DER RÊ

Wê rojê kirasê reşgirêdanê li bejna me hatibû alandin

Di navbera çar welatan de

Bêrî valayî û neçarî

Ji hev dûr diketin dest

Lê dil dikizirîn

Bila mala dehaqan li kelefeyên xwe rast neyê

Di çavên te de hêsir dibûn agirekî dudilî  vêdiket û vedimirî 

Rê

Ew rêya ku çend hezar ji xwe re kiribûn rêwîyên welatê bi kefenê sorxwîn pêçayî

Hinek helbest hene, kodên wan eşkere ne, mîna vê helbestê kodên vê helbestê; “kefenê sorxwîn, Dehaq, reşgirêdan, û gotina çar welat “ helbestê vediçirîne ber çavan me. Belê helbesteke reşbînî û êşa dil hatiye veçirandin. Ji gotina “sorxwîn û kefen”ê em fêm dikin xwînrijandin û mirin serdest e. Çimkî qralê wekî ” Dehaq” tim xwîn û mejî rijandiye û xwe bi xwînrijandinê ziktêrkiriye, helbet ev jî bûye sedema tirsê û desthilatdariyê, heta ku Kawayê nemir hate û desthilatdarî û tirs ji holê rakir. Belê helbesteke welatparêzî û êşeke reşbînî niziliye nava risteyên helbestvana me. Helbesteke dîrokî ya mîtolojîk hatiye verêsandin. Nivîskar li çar welatan (Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat) ala reşgirêdanê di helbestê xwe de vehonaye. Hêvî, têkçû ye. Dewsa hêviyê, têkçûn û reşbîniyê ala xwe gobilandine. Em dikarin bibêjin nivîskar hevîrê têkçûyîneke tîr û reşbîn di vê helbesta xwe strandiye. 

*

Morîkên te di navbera du welatan de qetiyayî

Xatir dixwest û bi gavên şikestî nêzî erebê dibûyî

Ne wextê veqetînêbû

Hîna biharek bi keskesorê neqişandî li wê newalê

Li hêviya me bû

Wê rojê bablîsokek rabû

Û celadan zimanê welêt ji kokê rakirin

Dema em li vê risteyê dinêrin, têkçûyîn û reşbîniya helbestên me hîna jî didomin. “Bablîsokek têkçûn li xwe kom kiriye, celadan zimanê welêt ji kok rakirin.” Yanê ziman û welat ji kok ve hatine tunekirin. Her tişt hatine rûxandin. Destmala reşgirêdanê di destê govendeke têkçûyî de dîlanê digerîne. Yanê nivîskar di risteyên xwe de hêviyên şikestî û têkçûyînên li welat diqewime û berdewam dike bi dilekî kezebşewitî dirêsîne. Bifikirin li welatekî ziman û welat bê rûxandin. Bi ya min jixwe tiştek nema ye. Nivîskar behsa rastiyekê dike û wekî me şiyar dike, dibêje ji xewê û ji xewnan şiyar bibe. Her wiha helbestvan di risteya xwe de ji xwe dibêje, “hîna keskesoreke neqişandî li hêviya me bû" nivîskar têgihîştiye ku hêviya li benda me têkçûye. Di serî de hêviya xwe ji hêviyê biriye. Esas piçek be jî di nivîskar de hêvî heye, lê belê hêviyeke temirî û vemirî ye.” Dibêje morîkên te di navbera du welatan de qetiya ye.” Yanê hêvî bûye du felqe, her perçeyeke hêviyê bi derekê ve çûye. Em dîsa ji vê hevokê fêm dikin ku hêvî li cem nivîskar têgiheke têkçûyî ye. Welhasil em dikarin bêjin, têkçûn û hêvî serdestî li helbestên me kirine. Kitan û kirasê reşbiniyê li bejna xwe fesilandine. Nahêle helbestvan piçek hilm bistîne, helbestvana me fetisandiye. 

Helbestvan Mîna Acer hevirî eşqê û welêt di nav hevde esirandine. Eşqa welêt û eşqa takekesî wekî paradoksekê di nava hevdu de strandiye, loma carinan ji hev nayên veqetandin.

KULÎLKÊN  BÛKA KEFENSPÎ

Xerabiyê jî sînorek hebû berê(berê sînorê-sînorekî-xerabiyê jî hebû)

Ez ji newqa xwe birîndar im

Li pişta min deqa mirinê heye

Ne zimanzanek im, lê belê di hevoka ewil de çewtiyek hebû bi ya min, min jî xwest sererast bikim. Îcar em werin ser risteya xwe, dema em li risteya xwe dinêrin nivîskara me dibêje “radeyeke xirabiyê hebû,” niha ew radeya jî ji destveçûye. Helbestvan di vir de esas behsa dewr û dewrana guherî dike, bi gotineke din behsa serdemeke nû ya xirab û behsa zemanekî nû ya xirab dike. Dibêje: “ji newqa xwe birîndar im û li pişta min deqa mirinê,” yanê nivîskar bextê xwe destnîşanî me dike. Halbûkî bextê meriv tam ne di destê meriv de ye, ji ber ku nivîskar monologa xwe ya hundirîn a reşgirêdayî û reşbîn li ezmanê rihê xwe rapêçaye loma jî nikare ji xirecira zindana rihê xwe derê, yanê dike û nake nikare ji xirecira, xaçerêka bext û ji newqa xwe ya birîndar derkeve. Ji hêla hevoksazî û watesaziyan ve risteyeke tîrtijî xemgînî û reşbînî ye. Wekî riste û helbestên xwe yên din ev risteya helbestê jî fîstan û kitanên reş girêdaye.

PELEK ÇILO

Pelek çilo me ez cihê ku hûn tê re derbas dibin

Di van şevên kefenspî de

Hîkehîka we ye

Pê li dilê min dikin û diherin

Pelek çilo me ez 

Ne zêr

Ne zîv 

Ne di pozê xwe de xizêm

Ne jî berga we ya sor a kûçikan

Dema em li vê helbestê dinêrin, em fêm dikin pelek çilo metafor e. Nivîskar an jî monolog dibêje ez Pelek çilo me, yanê xwe dixe dewsa pelek çilo, di helbestê de jî pelek çilo Şervan e, ango monologê me wekî şervanekî/e di nav çiya û çilo de kesên derbas dibin guhdar dike. Çimkî dibêje ez pelek çilo me, pê li dilê min dikin û diherin, kî li pê dilê te dike? Helbet çilo metafor e û metafora şervanekî-e ye. Esas a muhîm di vir de helbestvan hevdilîniyê pêktîne, xwe, şervan û peleke çilo di tabloyekê de diresimîne. Qîmetbûna ax û welat derdixîne pêş ve, çimkî dibêje ne zêr û ne zîv, yanê danberhevdukirineke bûjenî û qîmetdayîneke ax û welat berbiçavî me dike. Dibêje di van şevên kefensipî de, bi rastî jî her şervanek kefenê wan di destê wan de ne, loma şibandin û metaforên nivîskar bikaranîne helbest têrtijî kiriye û ekleke baş daye helbestê. Wekî helbestên xwe yên din di vê helbestê de jî neyînî û reşbînî serdestî li metnê kiriye.

MIRÊKA BÛKÊ

Perçeyekî şikestî binax dikim

Carekê hinek zilamên qerase gotibûn

Heger mirêka jinekê bişkê ew jin bêyom e êdî

Dema em li vê risteyê dinêrin, em têdigihêjin nivîskar berê qelem û fîşegên xwe guherandiye, cuherê xwe tijî fîşeg û kevir kiriye. Paşê berê fîşeg û kevirên xwe bi zilêm vekiriye. Bi awayekî îronîk berê rexneya xwe dikutîne mêr, loma berê helbesta xwe guherandiye. Belê mijar guheriye lê belê şêwaz û tevnesaziya helbestê ya neyînî û reşgirêdayînî neguheriye. Her wiha piçekî bêhna femînalbûnê jî ji helbestê tê. Çima mirêka bûkê bişkê êdî dibin bêyom gelo? Ev gotineke neyînî a çanda me ya berê ye. Helbet sedemeke wê heye, lê belê çi sedem be jî, nivîskar xwestiye vê kevneşopiya pûç û vala bişkênîne. Ecêba wateya vê gotinê xwe digihîjîne zayendiyê gelo? Şikandina mirêkê tê wateya perperçebûnê, ecêba perçeperçebûna rih e. Helbet em li ser vê hevokê hûr û kûr bifikirin bawerim gelek wateyên din jê derê. Welhasil wekî helbestên din bêhna neyîniyê û reşgirêdanê destê xwe ji stûyê nivîskar bernedaye.

GULDANKA STÛXWAR

Jahra dil li ber belavbûnê

Mala min a sar dibû kapûtekî rizyayî ji pişta min re

Ax pişta min û ew deqa ku lê vedaye

Em têdigihêjin helbestvan dîsa bextê xwe nîşanî me dike, pişta nivîskar û deqa li piştê sembol û nîşana bextê nivîskar diteyisîne, çimkî di gelek helbestên xwe de behsa bextê xwe dike, bi awayekî metaforîk û sembolîk ji me re vedibêje. Dîsa reşbîniya xwe ya helbestan bi awayekî hevokî û bêjeyî domandiye. Helbet dema em dibêjin reşbînî nayê wê wateyê ku helbest xirab in. Bi awayekî nêrînî, tevnesazîn û şêwazîn helbestên xwe neyînî û reşbînî vehonaye. 

XELATA DÊYA MIN

Ji tevna dêya min 

Xirarekî neqişandî hebû

Berî mirinê temîya wê bû

Dema zewacê

Min ê bi dîwarê mala xwe dar ve bikira

Û ji zarokên xwe re bihişta

Ava hêvî û rastiyê di çihûkekê re neçû

Wexta ku ez zewicîm

Xirarê dêya min ê neqişandî teva temîya wê

Ji ser tevna wê de hilweşandin

Di vê helbestê de a girîng nivîskar dibêje: Ava hêviyê û rastiyê di cihokekê de naherikin. Yanê nivîskar dibêje heyata rasteqîn û hêvî tu carî nabin yek, loma jî esas helbestvan behsa têkçûna hêviyê dike. Hêvî li hember jiyana rastî û rasteqîn tenê têkçûnê temsîl dike. Wekî helbestên xwe yên din paradoksa têkçûnê di helbestan de serdestî kiriye. Esas di rastiyê de helbestvan di vê helbestê de psîkoanalîzma malbatan, zewacan, civakan û civatan hatiye kirin. Rastiya wan û têkçûn berbiçav kiriye.

FIKARA QÎZAN

Roja dawetan qîz

Qîzaniya xwe dikin diyarî

Piştî ku mêr ji wê xwînê vedixwin

Ew di xeyalên xwe de dixeniqin

Ji tirsa vemirîna wî agirê di dilê wan de vêketî newêrin pifî şimayê bikin

Dihêlin bi tînê re

Wekî helbesta jor de hatiye behskirin di vê helbestê de jî psîkoanalîzma civak, malbat û zewacê hatiye kirin. Di vê helbestê de behsa desthilatdarbûna nêrbûnê û têkçûnên xeyalên jinê têyî kirin. Behsa dema ku jin ji qîzaniyê dikeve şûnde, behsa rewş û derûniya wê û ya mêr dike. Dibêje dema neynik dişkê şûnde her tişt paşê eşkere dibe. Berî ku neynik bişkê, neynik û li xwenêrîn pir bedew in. Her tişt bedew dixuyin. Lê piştî neynik dişkê şûnde her tişt belawela dibin. Yanê esas behsa derûniya civak û malbatan dike. Di helbestê de xeyal û hêvî dîsa têkçûne li dijber jiyanê û rastiyê. Helbet bi çavên jinekê hatiye verêstin. Têkçûna jinê û desthilatdariya nêrbûn û mêran hatiye xêzkirin. Eşq, dereweke qerase ye, li gor vê helbestê, li gor teoriya freûd jî bingeha eşqê xwe digihîjîne zayendiyê, nivîskar jî di helbesta xwe de derbdayîna zayendiyê û ji zayendiyê şûnde rewşa mêr, jinê û desthilatdariyê li ber çavên me raxistiye. Asas rastiya civaka me û civakan berbiçav kiriye.

JI JINÊ RE

Tu mêr venaxwe avê ji golên çavan dereweke jidandî ye.

Heta perde di ser meha şîrînok re dibore

Hezkirin barê xwe radike xewneke dinê

Wekî helbestên din dîsa mijar jin û mêr û hezkirin e. Li gor helbestê piştî rojên hezkirinên ewil yên bi ekl şûnde, mirov vedigere eyarê xwe yên berêyîn. Yanê mijar dîsa, desthilatdariya mêr û nêran, bindestiya jinan, helbet berî her tiştî jî mijar zayendî ye. Li gor helbestê jî piştî zayendî pêktê şûnde tu tişt êdî nabe wekî berê, yanê hezkirinên berî zayendiyê, têkiliyên berî zayendiyê giş bi ekl û şîrîn in, piştî girêka zayendiyê derbas dikin şûnde êdî, her tişt tê rûxandin.

Îcar çima wiha ye? Helbet sedemên wê hene, meriv dikare bibêje, jê yek bindestî ye. Gelên bindest birçiyê her tiştî ye. Xwe kêm dibînin, ji ber van sedeman jî xwe layiqî tiştên xweş nabînin, heke bibînin jî wekî xeyal û xewnekê dibînin, îcar dema xwe digihêjînin tiştên xweş zû diqedînin, dixwaze zû biqede, bêsebir in, loma her tiştî nîvqurmiçkî dihêlin. Ji hêla zayendiyê ve bêtir têkçûyîn e. Çimkî bi çavbirçî, bi ehleq û bi çandeke kevneşopîn mezin dibin, azad najîn, her tiştên xwe kêm dijîn, hezkirinên xwe, zayendiyên xwe û hwd tim kêm dijîn, loma tevger û hezkirinên wiha beloq û parodoksal derdikevin holê. Nivîskar xwestiye hezkirinên me yên sixte, hezkirinên derewîn, hezkirinên gelên bindest û çanda birçiyan yên gelên bindest berbiçavî me bike. Bi rastî jî gelên bindest bo ku birçîbûna xwe ya her warî de têr bike, divê xwe di her warî de kamil bike. 

Welhasil, helbestvana me Mîna Acer, derbdayînên mijarên girîng yên weke, zayendî, ehleq, bindestî, paradoksa bindestiyê û derûniya civaka bindestiyê ya li dijber zayendiyê, têkçûna gelên bindest a di her warî de birçî û welatperweriya bindestan û têkiliyên wan yên li hember deredora xwe û paradoks û paranoyên wan...

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Kirasê çanda me modernîze kirine

  • 26 Gulan 2020

Ji bo Apê Mûsa...“Divê hewceye em bizanibe binêrî, bibihîzî û bipelînî.(21)”, “Nazê Nêrgiza Hewşê, senfoniya estetîka guh e,...

HELBESTÊN EKSPRESYONÎSTÎK

  • 11 Adar 2019

Piraniya helbestên helbestvana me ji hest û helbestên tîr, tûj û no diwelidin ango helbestên me hinekî ji hestên ne-seqakirî afirîne. Îcar ez ê...

Di romana ‘Xaniyên Şîn’ de karakterên têkçûyî

  • 09 Sermawez 2019

Di romana Tahir Taninha de du malbatên ku ji gundên xwe hatine koçkirin bûye mijra romanê, du malbatên têkçûyî ne. Malbata yekemîn malbata Cembelî û...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Li vir corona nîn e: Bi beşdariya 50 hezar kesî konser çêkirin

ad

Li Afganistanê êrîşê dibistanê kirin

ad

Klîba Hefteyê: Sebah El-xeyirî Xanim

ad

‘Date’a min bi jineke alman re

ad

Asîva 'Kovargeriya Kurdî' nîqaş dike

ad

Rojnameger Seyît Evran mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026
news

Mezinê Ewropayê diyar bû

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname