Diyarname
Li dinyaye rewşa vîrusa koronayê serdest e. Li gelek welatan karantîna didome, rewşa awarte li dar e lê ê wan na: Konserek ku 50 hezar kesî lê temaşe kir organîze kirin. Em qala Zelandaya Nû dikin.
Li Zelandaya Nû bêyî tevdîr, bêyî maske û navberê konsereke mezin saz kirin ku 50 hezar kes têde amade bûn. Konser li stada mezin a welat Eden Parkê lidar ket û koma muzîkê Siks60 konser da.
Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern 19'ê vê mehê daxuyanî dabû û gotibû ku li welat vîrus di bin kontrolê de ye, û di rêwîtiya hewayî ya di navbera Avustralya û Zelandaya Nû de jî şertên karantînayê betal kirine.
Li Zelandaya Nû di roja dawî de tenê kesek bi vîrusê ketiye. Ji roja ku vîrus derketiye holê heta niha li welat tenê 26 kes mirine, û bi temamî 2 hezar û 601 kes bi vîrusê ketine.


