Piraniya helbestên helbestvana me ji hest û helbestên tîr, tûj û no diwelidin ango helbestên me hinekî ji hestên ne-seqakirî afirîne. Îcar ez ê helbestên Yildiz Çakar û ên Marîya Ayaz berawirdî hevdu bikim. Ez ê berê berê behsa helbestên Marîya Ayaz bikim.
Ji helbesta ewilî, a rast ji nameyê hevokek:
JI BO YARÊ NEYAR NAMEYEK
“Here. Bera dewsa te jî nemîne li vî erdî. Ez ji çûyîna te mezintir im.”(rp, 9)
Ji hevoka me diyar dibe ku helbestvana me him quretiyê dike, him jî azadiyê dixwaze, heman demê de baweriyeke xurt destnîşan dike. Esil ne qurrebûne, nivîskar bi azad tevdilive, xwe azad dibîbîne, ger “nexwaze dewsa wî jî bimîne” ger xwe ji çûyîna wî jî mezintir bibîne, wê çaxê em dikarin bêjin nivîskar him bi xwe bawer e, him jî qure ye. Dema em li helbestên Yildiz Çakar dinêrin em heman şopan di helbestên wê de jî dibîne, lê şopên Yildizê nermik in, hevokên wê estetîzekirî ne.
Mînak ji helbesta “DERÎ-7 “
“Min ji wî hez kir
Û çûm.
Hemû êşên min û xeyalên min jî dan dû min.
Çûyîneke bêveger bû, li tenêtiya xwe vedigeriyam.”(rp, 45- DERÎ)
Feqet ên Marîya pirtirîn dişibin sloganan, hestên marîya tûj in, ên Yildizê bêtirîn nermik in, agir ji dewsa hevokên Marî dibare, dewsa xwe gişî dişewitîne, pirêzeya li dû pêga xwe nahêlî, lê dewsa hevokên Yildizê mîna heriyê ne, şopên xwe li dû xwe dihêle. Feqet ya girîng herdu jî heman tiştan dixwazin, feqet herdu jî bi şêwazên cuda dilorînin. Di nameya Marî de kesek diçe, di helbesta Yildizê de ew bi xwe diçe, esil di vir de a xurt ya Yildizê ye ji ber ku divê “min hez kir û çûm” yanê ew bixwe diçe, ya Marî hinekî gazin e, hinekî jî sloganwarî ye ji bo çi “divê here bila dewsa te jî nemîne,” ev gotin hinekî xeydokî ye, gilî û gazin e, piştî vê gotinê helbestvana me serê xwe radike û dibêje” ez ji çûyîna te jî mezintir im,” yanê bêtirîn qehr di vir de heye, beecandin heye, raperîn heye, hestên serîrakirinê û ekspresyonîstîk heye, lê ên Yildizê bêtir hestên romantîk in, li gor dilê xwe lorandin û çûyînek heye, çûyîneke tenêtiyê ye, çûyîneke romantîk e. Heke çûyîna Marî mûzîkek caz be, a Yildizê klasîk mûzîkek e. Heke çûyîna Marî wêneyên Pîcasso û Goya be, ên Yildizê wêneyên Ingres e. Yek hişk û qalind boyax dike hestên xwe, ya din nermik boyax dike. Talî di bingeha herduyan jî yek in, herdu jî heman hestan boyax dikin. Herdu jî deriyê dilên xwe vedibêjin tenê şêwaza wan ji hev cuda ne. Di herdu helbestvana de bixwebawerî û azadî heye. Bawerî azadiyê diwelidîne, azadî jî xwebûnîyê dixuliqîne. Feqet helbestên Marî bi zimanekî tund û tûj hatiye nivîsandin. Marî, helbestên xwe bi dilhişkiyeke tûj û sotînger dilîrîne, esil helbestên wê him sotîngêr in, him jî sar in. Jixwe piraniya helbestvanan helbestên wan tîr in ango hestên wan tîr in, hestên wan guhergêz in, guhergêr in, ji ber ku di kêliyan de dijîn, kêlî di jiyana helbestvanan de girîng in. Helbestvan di kêlîyan de dikarin bajaran hilweşînin, di kêlîyan de dikarin bajaran ava bikin. Loma hestên wan him sar in, him sotîngêr in, him jî tûj in. Momenta helbestvana tune ne, hestên wan mêzîneke bêmoment e. Yanê dikarin di kêliyêkê de êgir bi dinyê xîne, dikare di kêlikekê de jî bitefîne. Helbestvan him agir e, him jî av e. Loma gotin û hevokên helbestvana me him agir e him jî av e. Feqet bêtirîn agir e. Agir ji devê helbestên hestên Marî diherike. Di vê nameya xwe de behsa Dante dike, Dante’yê ku him agir e, him bihûşt e û him jî arafîk e. Dante nivîskarekî dinyê ê bi navûdeng e. Dante him dojeh e him jî bihûşt e. Ji ber hezkirinê Dante jî veguherîye dojehekî… hezkirinê Dante tenê ne kirde ne. Hezkirinê wî him kirde ne, him metafîzîk e, him fizîk e, him jî materyalîstîk e. Hezkirinê wî cûrbecûr in. Him agir ji wî dibare, him jî bihûş jê difûre. Feqet heman demê de feylosofek e. Loma mirov nikare Dante têxîne kategoriyekê, Dante dijkanon e, dij-kategorî ye, dij-nivîskar e. Dante paremetreyên wî pirr in, ne yekparametre ye. Yanê parametreyên wî zêde ne. feqet parametreyên agirê helbestvanên me ango ên Yildizê û ên Marî ne ewqasî berfirehin, agirên wan piranî ên dilî û ên welat in. Lê ên Dante agirê wî ji welatan, ji dilan wêdetirîn e. Kûrahiya Dante bi qasî dojehê û bihûştê berfireh e. Lê kûrahiya Felek Perîşan(Marîya Ayaz) bêtirîn dilhişî û dilî ye. Dante, mîna behrê bêbînî ye, abadîn e. Feqet Marî bêtirîn hestwarîk e. Dante ruhê xwe, hestên xwe, zanyariya xwe, zanebûna xwe, baqilbûna xwe, têr û tijîbûna xwe ango hemû jiyana xwe rêsandiye. Hestên agirê helbestvana me timûtim disot in, natefin, agirekî timûtim dadayî ye. Ji nameyê jî diyar e, helbestvana me tim disotîne, ardûyên wê tim li ser êgir e, agirê xwe tim zindî dihêlî. Agirê dilhişê wê tim li dar e, vêketî ye. Dilhişê wê mîna mastekî qusiyayî ye, mastekî tirş e û di satilkê de diçelqîne, satilka dil û dilhişê helbestên Marî tirş in, tûj in, sotik in. Gotin û hevokên wê’y dilhişî li hevdu asê dibin, dihildîne gotinên xwe’y sotînger, lê dîsa jî gotinên wê li wê vedigere, li dîwarê rastiya wê diqewime, ji gotinên xwe diwelide, gotinên wê jî ji wê diwelidin. Dil û dilhişê wê aram nabe, kevara mozê ye. Starî nayê gotinên wê, timûtim zindî ye, tebatî nayên gotinên wê. Helbestên wê tenûreke har û dadayî ye. Tenûr sar nabe, carinan ji germbûnê mirov newêre xwe li ber deynî. Dilhişekî êşiyayî ye, gotinên êşayî ye, hevokên êşayayî ne, feqet hevok û bêjeyên wê timûtim diraperin, mîna agirekî guriya wî bi gur e û sot e.

Bi bê re radizim, bi agir re xwe dişom(rp, 10)
Ji hevoka me dixuye ku hestên me him sar e, him jî agir e. Bi bê re raketin bi serê xwe dijwariyek e, hêz lazim e. Ger mirov bi agir xwe bişo û bi bê re razê wê çaxê em dikarin bêjin hestên mirovî êdî hatiye li lûtkeyan asê bûye helbet herdu gotin jî şibandinek e, feqet di bingeha bê û agir de hêz heye, hestên ku di lûtkeyan de veketî ne, hestên hêzdariyê ne. Loma ba hêz e, agir jî hêz e. Nexwe wê çaxê helbesvana me da’wa hêzdariyê dike gelo? Ba û agir herdu jî xetere ne. Wê çaxê helbestvana me dibe ku fikrên xetere bi xwe re digerîne, welew bi xetereyan re radizê, an jî fikrên xetere pê re hene? Ba hênik e, agir germ e. Wê çaxê hestên helbestvana me him sar e, him germ e, hestên helbestvana me dibe ku pîvan an jî mêzîna wan tune be? Feqet herdu hestên hêzdar heman demê de xeternak in. Jixwe di piraniya helbestan de xeternakbûn, hestên tûj û tund, hestên gewimî hebûn, hestên futurîstîk di xwe de diheband, helbestên Marî helbestên li ber teqînê ne. Hestên bombeyî ne, guleyên azadiyê di hundirê xwe de kedî dike. Guleyên êşê kedî dike, êşên hundirînî û xwerû dihundirîne. Hinekî helbestên wê dişibe helbestên Yildiz Çakar, feqet helbestên Yildizê ji ên Marî nermtir in, belê ên Yildizê jî agirî ne, feqet bêtirîn estetîzekirî ne, ên Marî bêtirîn prîmîtîfîk in. Helbestên Yildizê him ekspresyonîstîk in, him jî romantîk in, lê ên Marî piraniya wan ekspresyonîstîk in. Feqet tama herdu bizavan di herdu helbestvana de jî heye. Esil herdu helbestvan hestên dilhişî, dilî û hestên hundirînî dinivîsîne. Tenê yek jê Prîmîtîfîk e dinivîse, ya din prîmîtîfeke estetîkkirî dinivîse. Yanê herdu helbestvan kana xwe ji hestên prîmîtîfîk distîne. Yanê di pirtûka Yildiz Çakar ya Derî de agir estetîzekirî ye, agirê evînê spehîkirî ye, lê agirê evînê di helbestên Marî de prîmîtîfîk in. Herdu jî agirê evînên hundirînî dihûninin, şêwaza wan cûda ne, mijara wan hema hema wekhev in, di herduyan de êş heye, agirên evînî ên sotînî heye, hestên gewimî ên pijikî hene. Tenê şêwaza wan, tevnesaziya wan cûda ne, yek bi awayekî estetîk diêşe û agirê evînê/a xwe vêdixîne, ya din jî agirê evînê/a xwe bi awayekî futurîstîk dadide û diêşe. Qalibên êşên wan hinekî ji hevdu cûda ne. Talî şêwaz, heman demê naverokê dimeyîne, naverok jî şêwazê dimeyîne…..
Em werin ser helbesteke dinê:
Helbesta “GENERAL”
Gelo generalek
bi çend qedeh xwîn
serxweş dikeve(rp, 16)
Ji helbesta me dixuye ku hestên Marî dîsa bi awayekî Ekspresyonîst daye der, çimkî bifikirin ku hûn xwînê û genarel û şerabê bişibîne hevdu, yanê dema ku generalek piştî şerr biserdikeve bi xwînê serxweş dikeve, ango xwîn şeraba wî ye, van hestan hestên futurîstîk in. Hestên tûj û tund in, hestên ekspresyonîstîk in. Wênesazên ekspresyonîstîk dema tabloyên xwe diafirinî welew boyax dikin, boyaxê rasterast dipejiqîne ser tûalê, hestên xwe bi awayekî prîmîtîfkî didin der û diseyîne. Ango qaba boyax dikin, helbet giş ne wilo ne. feqet hestên xwe wilo diderîne. Boyaxê qalind dişixulîne, loma jî prîmîtîfkî dirawestin. Çima min behsa van wênesazan kire, ji ber ku Marî jî hestên xwe qalind dihûne, dij-estetîk dihûne, dij-estetîk jî estetîkbûnek e. Her çiqas estetîk wek xweşikbûn, bedewbûn bê pênasekirin jî têgeha estetîkê li gor herkesî tê guherandin. Loma helbestên Marî nayê wê wateyê ku ne estetîk in. Mînak in, di tabloyên Pablo Pîccasso û ên Paul Cezanne de perspektîf hilweşiyaye ango ji perspektîfê dûr in, di wêneyên wan de hema hema perspektîf tune ye, helbet ne di gişan de. Perspektîf hişlweşandine. Ev bi serê xwe seknek e, helwestek e, dijderketina qaliban e, halbûkî di estetîkê de perspektîf heye, a ku estetîkê xweşik dike perspektîf e, kompozîsyon e, pîvan e, anatomî ye, reng e, ronahî ye û hwd. Loma jî ev nayê vê wateyê ku helbestên Marî û wêneyên Pîcasso û Cezanne ne estetîk in ew jî xwedî estetîkeke xweser in. Estetîk dîtina çav e. Her çav nabîne, her dîtin jî ne dîtîne., dema ku ez divê çav ez tenê behsa çav nakim, ez behsa hîsan dikim, mejî dikim, jîrbûna êqil dikim, hiş dikim dikim. Çav, hemû tiştan di bêjinga hişê xwe de têver dide. Piranî jî çav hîseke zanyarî ye, dîtîneke zanyarî ye û têr û tijîbûn e. Dîtîna ku ez behsa wê dikim piranî hîsî ye, piraniya vê hîsê bi hunermanda re heye, bi kurtasî dîtîneke xweser û cûda ye.
Helbesta” ÎNTÎHAR”
Ez xwelîliserek
Ez tivingekeke siwarkirî
Û berî li xwe (rp, 21)
Helbestvana me hestên xwe bi awayekî seqakirî dilirînî, kêrek seqakirî ye, li ber birrînê ye. Helbestên me dasek ne-seqakiriye. Tûj e, dibirîne, navber tune ye, moment tuneye. Mêzîn û pîvan tune ye. Bêhna anarşiyê ji helbestan tê, helbestên dijqalibin, ne lirîk in, ne epîk in, ne folklorîk in, ne klasîk in, ne hwd talî dibe ku ji gişan piçek bêhn standibin, feqet dij-qalib in. Helbestên şiûreke bêfirên e. Li hestên xwe siwarbûye û diajo, na na hestên wê li wê siwar bûye û hestên wê ajokar e, hestên xeternak in. Ne diyar e ew ê li kîjan dîwarî biqewime. Hestên bêserî û serserkî ne, kamyonek e bê frên e. Loma dij-qalib in helbestên wê. Nivîskarên dinyê ên wekVirginia Woolf û Sylvia Plath nivîskarên întîhar kirine, belkî jî ji ber întîharkirina wan bi navûdeng bûne, helbet nivîskariya wan î modern, a herkehiş hêja ye. Bi taybetî jî herkehişa nivîskariya Woolfê bêtirîn grîfît e. Talî întîharkirin gelek caran tên nîqaşkirin, întîharkirin qelsbûn e? An jî xurtbûn e? Welew ji ber bêwatebûna jiyanê ye? An jî piştî her têr û tijîbûnê êdî heyat bêwate dibe û fikra întîharê bi nivîskaran re diafire, ne diyar e. Welhasil gelek nivîskar û feylesof li ser întîharê nivîsandine û fikrê xwe eşkere kirine. Li gor qaîdeyan mirov ji bo întîharê nikare tiştekî teqez bêje. Marî jî di vê helbesta xwe de fikra întîharê hûnandiye, feqet tenê fikrek e, bi ya min tu nivîskarê me hîna nehatine wê radeyê ku xwebikuj e an jî întîhar bike an jî fikra întîharê bihizirin. Piştî her têr û tijîbûneke xurt encax bi mirov re fikra bêwatebûna jiyanê û întîharê biwelide. Loma jî di qeneata min de Sylvia û Woolf piştî têr û tijîbûneke xurt fikra întîharê pê re çêbûne. Welhasil di Marî de tenê wek fikreke an jî hesteke derbasdar pê re ava bûye heww. Talî hemû helbestên Marî mijara wan çi be ferq nake, di hemû mijarên helbestên xwe de serserkî û bêşiûr herikiye nava metnê xwe, xwe di metna xwe de wenda kiriye, hestên xwe bi şêwazên dadayî, anarşîstîk, futurîstîk û ekspresyonîstîk derkiriye….


