Berî hertiştî helbestên Jana Seyda stranên hundirîn e. Dengê stranên “Ez ê” ye, dengê stranên “Ez û Tu” yê ne.
Helbestên Jana Seyda ji heşt perdeyan pêk tê, lê ji xêndî heşt perdeyan helbestvan perdeyeke din ya cihê li helbestên xwe zêde kiriye, ev perdeya helbestê perdeya dawiyê ya qedandinê ye. Bi gotineke din em dikarin bejin helbestên me ji neh perdeyan pêk tê. Di her perdeyan de, helbestvan şêwazeke cihê di helbestên xwe de verêsiyaye. Lê belê di heşt perdeyên me de ronahî tim ditefe û perde tên daxistin. Ango tarîtî û tenêtiya hundirîn ya helbestvan a xwebixweyî dest pê dike. Lê di perdeya nehan de hemû ronahî vêdikevin û perde hildikêşin. Yanê hemû perdeyên ku daxistî û ronahiyên tefiyabûn giş di sehneya ronahiyê ya nehan de vêdikevin û perde hildikêşin. Helbet helbestvan van perdeyên xwe yên tarîtiyê û ronahiyê li gor çîroka mîtosîk ya Adem û Hewayê vehûnaye. Çimkî afirandina jiyanê jî, ji dîyalektîka ronahiyê û tarîtiyê afiriye. Mînakek ji helbestê:
Ji perdeya yekemîn:
Li ber derîyê Cennetê. Derîyekî textikî.
Ronahiyeke xurt. Du pasvanên rû tirş
Adem û Hewwa
Adem: Evînê em ji bihûştê derxistin..
Hewwa: Xapîn bû. Ger tu zanibî çiqas dikarim te bixapînim!
Adem: Lê heman lanet li te jî bariya!
Hewwa: Min zanxwaza mêtiya xwe têr kir, te jî bêhûdeyiya nêrtiyê. Ma em herdu êdî hêjayî Cennetê ne?
Ronahî vedimire..
Perde tê daxistin..
Em dibine ku perdeya ewil li ser çîroka mîtosîk a Hewwa û Adem hatiye nivîsandin. Yanê destpêka afirandina jiyanê bi perdeya ewil dest pê dike, û bi perdeya herî dawiyê jî dîsa çilayên me tên vêxistin. Di perdeya ewil de evînî serî li qedexebûnê radikin loma ronahî vedimire û perde tê daxistin, çimkî serîrakirineke evînî li dijber qaîdeyên û zagonên heyî zîlvedaye, ji ber vê serîrakirinê ronahî û perde li ser wan tên girtin û tarîtî dest pê dike. Heta ku helbesta dawiyê tarîtî çirûska xwe diteyisîne, lê çirûska bendewariyê, perdeya nehemîn, erê ev çirûska perdeyê hemû ronahiyên vemirî û perdeyên daxistî ji holê radike. Yanê helbestvana me bi kurtasî behsa devlêkirina sêvê û qedexebûna evîna Hewwa û Adem dike. Helbet piştî vê devlêkirinê ji cenetê tên qewirandin û şerê ronahî û tarîtiyê dest pê dike. Hemû xweşiyên cenetê ji destên wan diçe şûn de, perde tên daxistin û ronahî tê vemirandin, û jiyaneke tenê û tarîtî dest pê dike. Esas di vê helbestê de helbestvan behsa dojeh, bihuşt, eşq û afirandina jiyanê dike. Helbet mijara helbestên me tenê ne ev in. Di helbestan de têgih û gotinên wekî çav, îblîs, lêv, bendewarî, av, derya, behr, “ez û tu” zêde hatine bikaranîn. Di helbestan de hestên şexsî, tenêtiyeke têrtîr û evîneke meyandî serdestî li metnê kiriye. Helbestvan di helbestên xwe de ekleke çîrokwarî û sehneyên şanowarî jî li dar xistiye. Yanê helbestên Jana Seyda hem çîrok in, hem şano ye û hem jî helbestên hundirîn ên monologwarîn in. Helbestvan xwebixwe dikeve dîyalogên neynikwarîn. Mînakek ji helbesteke me:
Ez û Xwe
Li vê derê
Hertim li rûyê xwe
Rast têm!
Gelo bajar tev rûyê min hildigire?
An li dora xwe dizîvirim
Û ji bilî rûyê xwe tene rûyê xwe
Dibînim?

Yanê di vê helbestê de helbestvan bi xwe re dikeve galegalên hundirîn, “ez û xwe” yê li dijber xwe diaxivîne, asas xwe û dîtirbûna xwe rûqalî hev dike. Çimkî her şexsek-kesayetek tu carî ne yek-kesekî/e xwerû ye. Çimkî şexsek di kesayeta xwe de ‘”Îd’ê(altkimlik-derhişî), Ego(ezê-ben-ego), superegoyê(Exleqê-Ustkimlik) vedihebîne. Loma tu carî “ez û xwe” nabin yek, yek dîtireke yeka din e. Şerê van hersê têgihan ji afirandina jiyanê de heye. Jixwe heta ku mirov hebe dê ev têgih jî hebin. Loma em dikarin bêjin ev helbest helbesteke monologîn û derhişîn e. Asas di bingeha vê helbestê de narsîzm, megalomanî û psîkoanalîtîk heye. Çimkî helbestvan tenê li ser “ez û xwe” yê rawestiyaye. Di helbestê de helbestvan vebêjiya “xwe û ez ê” dike û bi xwe û eza re dikeve dîyalogan, di dewsa dukesan de diaxive loma helbesteke melankolîk, megalomanîk û derhişîn e. Asas helbesteke ji yek-kesekê pirkes afiriye. Kesek tu carî nikare bibe xwerû, loma “ez û xwe” du kesên yek-kes in û bi hev du re ketine dîyalogan bo ku bibe yek-kesek, lê yek-kesbûn jî dijwar e. Yanê Simetrî bi asîmetriya xwe re ketiye dîyalogên monologîn. Em dikarin bejin a ku di helbestê de vedibêje keseke derûnîdabeşkirî ye. Çimkî li gor superego, îdê û egoyê kesek tu carî nikare bibe xwe, di navbera wan de tim şerekî dijwar heye, ji ber vî şerî jî tim melankolîzmek û lihevnekirinek li dar e, bi gotineke din ‘Xwebûn’ ne mimkûn e. “Rêya pêşketina lêkolîna analitîk, di navbera şerê binyadên îd û egoyê(Ez-ben)(Hîsterî, pêşgumanên newrotîk û hwd) û melankoliya şerê navbera ego û superegoyê(ustkimlik) û ji vir ve jî heta çavdêriyên di navbera şerê ego(ez) û dinyaya derveyîn dirêj dibe. “(1) Yanê di vê helbestê de şerekî navxweyî a xwebixweyî li dar e, şerekî melankolik e, şerekî egoyê, xweyî û dinyaya derveyîn e. Çimkî di helbestê de li hember xwe û derveyî dinyayê nelihevkirinek heye, loma helbesteke psîkoanalîtîk e û bingeha wê xwe digihêjîne heyamên zarokatiyê û berî zarokatiyê. Çimkî di navbera van têgihan de desthilatdariyeke xurt heye, kîjan têgihê di zarokatiyê de binyadî-bingehî ava kiribe, piranî jî ew têgih desthilatdariyê li têgihên din dikin, loma kesayeta pir kesan tim di hevnegirtiniyekê(hîsterîyê) de ne. Yek, tim yekê/î del dide, di navbera hersê têgihan de tim şerekî dijwar yê psîkoanalîtîk û derûnî heye. Loma xwebixwe axivîn bingeha wê xwe digihêjîne derûniyê. Helbestvan di vê helbestê de tim “li rûyê xwe rast tê” dêmeg ez û xwe ya nivîskar tim li xwe vedigere û li dijber neynikê dîsa li heqîqeta xwe rast tê. Asas a ku tim li rûyê xwe vedigere ne heman kes û tişt e, çimkî vebêj li gor derûniya xwe tenê divê qey ez tim li heman rûyên xwe rast têm. Halbûkî ne heman rû ne. Çimkî “Ez û Xwe” helbesteke derûnî ye. Halbûkî ew rûyê ku dibîne êdî ne xwerû ne guherbar in, çimkî rûyekî ji du kesên yek-kesî afirî li dijber vebêjer e. Erê heman kes e, lê keseke paradoksal e, loma pirkes e. Ez û xwe hem “ez e”, hem ‘”xwe” ye, hem jî “dîtir” e, kesayeta şexs-vebêj di helbestê de hatiye dabeşkirin, ango kesayeteke derûndabeşkirî ye. Yanê heman demê de “ez” li dijber “xwe”yê dîtir e. “Xwe” jî li dijber “ez”ê dîtir e. Loma asas “ez û xwe” li dijber xwe biyanî ne-bûne. Yanê ji xwe biyanî bûne. Çimkî a ku momenta “ez û xwe” yê dirûxîne “ Îd û Superego” ye. “Ez” carinan di navbera van herdu têgihan de tê eciqandin. Loma di helbestê de “ez û xwe” tu car ne xwerû ne. Loma keseke derûnîdabeşkirî û guherbar e. Yanê derûniya helbestvan, û helbestên wê çiqas romantîk bin heman demê de derûniyeke perçeperçebûyî jî teyisandiye. Helbestvana me helbestvaneke romantîk û melankolîk e. Helbestên wê piranî li ser hestên şexsî ên hundirîn ava bûne. Helbestên helbestvana me bingeha xwe li ser asasê lixwemikurhatinê, hebûn, afirandin û derûniyê ava kiriye. Di helbestên xwe de tenêtî û daxwaziya “ez û tu” yê pev re vehonaye. Yanê hem ji tenêtiyê hez dike, hem jî daxwaziya “em”ê dike. Di gelek helbestan de piştî her perdeyê ronahî vedimire û tenêtiyeke romantîk a ku ji hişê romantîkekê dinizile berbiçav dibe. Wekî me go di helbestên xwe de pir balkêşandiye ser “Ez û Tu”yê, loma hestên evîndariyê di helbestan de serdest in. Her wiha di helbestan de, bajarê Stenbolê zêdeyî xwe ji xwe re kiriye mekanê helbestê helbet bi bîranînên helbestvan ve girêdayîye û loma hewante ew qas Stenbol ji xwe re nekiriye mekan. Her wiha helbestvan hin têgih, metafor û sembol jî di helbestên xwe de bikaraniye, mînakin:
Îblîs: Sembol û metaforeke xirabiyê û neyîniyê ye.
Bendewarî: Her wiha bendewarî, wekî em dizanin hêviyê di xwe de vedihebîne.
Çav: Çav di laşe mirov de organeke herî baldar û girîng e. Çimkî çav organeke pergala têgihiştinê ye û hemû têgihiştinên xwe jî di derhiş, binhiş, hiş de qeyd dike loma asas organeke psîkoanalîtîk e.
Lêv: organeke erojen a psîkoanalîtîk e. Di bedena mirov de ji bo xwarin, vexwarin, cûtinê û hwd heye, yanê di bingeha wê de arezû heye loma organeke psîkoanalîtîk û Îdwarî ye. Heman demê de ji heyamên Freûdî jî heyama Oralê dinimîne. Hasilkelam bingeha helbestên me berfireh e, loma em nikarin bejin helbest behsa van tiştan dike. Lê em dikarin bejin helbestên me hinekî romantîk, hinekî derûnî, hinekî azwerî, hinekî afirandina jiyanê û hinekî jî psîkoanalîtîk in…
1)Anna Freud, Ben ve Savunma Mekanizmaları, Metis, Rp-61-62


