Cîhan Roj
Dengê zengilan her ku bi newa be jî newayeke xapînok e; însan hişyar dike da ku ber bi tiştekî din ve bibe ,di wê wextê de ew deng we ji tiştekê dike, tişta ku di wê kêliyê de hûn bi kurahiya wê ve çûbûn û we dixwest di kurahiyê de dengekî bibihîzin newayekê bi dest bixin. Heger ku tiştekî bûbe elimîn ew êdî dişibe zengil, carna hûn lê didin carna jê jî hinek kes zengil lê didin...
Însanên ku hînî dengê zengilan bû zor e ku xwe ji newayekê bike. Şeqşeqok çawa dibe sedem ku pitik aş bibe û lala bike dengê zengil jî dibe sedem însan hew bi dengekî şad bibin an jî xwe li tiştekî bigirin.
Pirî caran însan li derdora xwe dinihêre, di dest gelek kesan de şeqşeqok hene di dest hinan de jî zengil. Di wê kêliyê de ne xema wan e bê çi newa û deng hene ku dikarin wan ber bi xwe ve bibin, rihê wan ji elîmînan bikin, beniştê qusiyayî yê di devê wan de bi bîra wan bînin.
Îca ciyê ku zengil lê meşhûr be têgeha zeman ew qas ne girîng e. Halbûkî zeman muhîm be wext mîna derman bê dîtin ne hewceyê zengilan e jî, her kes ji xwe şiyar e û ya ku divê bike dike.
Ev dişibe wî halî ku însan bêyî hewl bidin gotinan biafirînin ji devê hev gotinan didizin. Ev jî xwe ji elimînê dide der.
Ev halên han ji jiyanên sirûştî û halên zaroktî xwe didin der. Ji derî van halan desthilatî û fermiyeta ji derî qeweta însan jî dibe sedem însan neçar bimînin xwe li dengê zengilan bigirin.
Heger ku hûn bipirsin ka vê nivîsê xwe ji çi da der bersiv ev e; wextê hin nirxandinên di der barê berhem û edebiyata kurd de dixwînim êdî heman dengî, elimînan û gotinên ji devan hatine dizîn dibihîzim. Zengilekî heye û di dest her kesî de heman dengî dide der.


