___Yaşar Eroglu___
Bi salan e di nav xebatên zimanê kurdî de me û hewl didim ku xizmeta zimanê xwe her roj bi pêş de bibim. Di van xebatan de gelek çavdêrî, tecrube û têgihiştinên min derketin holê. Eger gotin di cihê xwe de be anatomi û fîzyolojiya ziman gelek bala min dikişine. Gelek gotarên min di encama vê balkişandinê de derketin. Jixwe xebatek xebateke din bi xwe re dikişine û mijar wiha tê dizên.
Çend sal berê di dema xebatên min de bala min pirbûna peyvên yekkiteyî kişandibû. Min ev mijar di hişê xwe de da aliyekî ku roj bê li ser bisekinim. Her hal ew roj îro ye û ez ê li ser bisekinim. Kingê min xebata bi navê Êşa Zimanê Kurdî wekî gotarekê tekez kir, di dema vê xebatê de bala min pirbûna peyvên yekkiteyî kişandibû. Kîjan peyv hate bîra min yekkiteyî bû. Dil, dar, kar, jar, sar, şûr, kûr, dûr, hûr, par, bîr, zer, zêr, şêr, har, bar, tîr, tî, sî, bî, … û bi sedan, hezaran peyvên yekkiteyî di zimanê me de wekî kaniyê diherikin.
Em heyîna peyv û gotinên kurdî-kurmancî bînin li ber çavên xwe. Em dikarin vê heyîne bi çend serenavan bigirin dest: Lêker, peyv, rader, daçek, nav, hoker, hejmar, rengdêr, tewang û hwd. Piraniya van ji aliyê koka xwe ve yekkiteyî ne. Hemû daçek, heta 10an hejmar yekkiteyî ne. Heta bîstan hejmar bi hejmara dehê hatine dariştin, kok yekkiteyî ne. Ji bîstan wêdetir hejmar kit bi kit tên bilêvkirin. Bîst û yek, …. Bîst û neh. Heta hejmara sed, serê her deh hejmara dehan yekkiteyî ne; bîst, sî, çil, pêncî (awarte), şêst, heftê(koka wê heft deh e), heştê (koka wê heşt deh e), nod. Sedî şûndetir careke din dibe yekkiteyî; sed, du sed, … neh sed.
Lêker, karekî, kirinekê, tevgerekê îfade dikin, ji ber wê ye ku bi demê re ji yekkiteyîtiyê derketine û wekî rader karîger bûne. Yanî di dawiya lêkeran de paşgirên wekî in, an, andin girtine lê belê di eslê xwe de ew jî yekkiteyî ne; ken-în, şûşt-in, kir-in, hat-in, got-in …. Û hwd.
Di mijara lçkerên pêkhatî-dariştî de lêker bi pêşgiran ji hev dizen; lêkerên pêkhatî ne xwerû û xweser in, yanî ji pêşgirên yeykkiteyî pêk tên; rû-nişt-in, ra-bûn, ve-kir-in, da-hûr-andin… û hwd.
Peyv, nav, rengdêr, hoker, tewangên neyekkiteyî bi piranî yan hevedunî ne yan jî bi paşgir an pêşgiran pêk hatine; sal-ve-ger, dar-is-tan, şi-van, berx-van, bar-gir, ser-şo, bin-rax, zar-ok.
Hin mînak hene ku kokên wan yekkiteyî ne lê bi qertafekî hatine dariştin, wateyeke nû pêk anîne, wekî Kan-î, kok ocax e lê kanî nû didarijîne ango ocaxa avê. Pişt-î, pişt bi koka xwe paş e, piştî peyveke nû didêrîne ango tiştê ku bi piştê tê girtin, rakirin. Şil-î, koka wê bi wateya ne ziwa ye lê şilî peyveke nû ye û wateya baranê derdixe. Nêr-î, kok bi wateya ne mê ye lê nêrî wateyeke nû didarijîne û tê wateya bizina nêr, ka-dîn, koka peyvê ka ye lê kadîn wateyeke nû qezenc dike û ji bo cihê kayê tê bikaranîn. Der-î, kok der e lê derî wateyeke nû ye û hêmaya parastina avahiyan ji hundir û der dike. Ser-î, koka wê hêmaya jor îfade dike, lê serî wateyeke nû digire û serê zindiyan û hêmayên wekî wan temsil dike. Koka peyvên bi vî awayî hemû jî yekkiteyî ne. Mînakên wiha gelek in lê ji bo derbirîna mebesta me têrê dikin. Ev rewş peresana zimanê kurdî raberî me dike. Ziman ji yekkiteyî çawa veguheriye pirkiteyiyê amajeke ji wê ye.
Pirbûna peyvên yekkiteyî di zimanê kurdî de nîşanek e ku zimanê kurdî di peresana ziman a dîrokî de gelek demdirêj yekkiteyiya xwe parastiye û nişan e ku heta roja îro jî hatiye û di ziman de serwer e. Veguherîna peyvên yekkiteyî ya bi aliyê pirkiteyî ve girêdayî gelek şert û mercan e. Ez ên ku sereke ne dikarim wiha derpêş bikim.
1- Derketina ji çiyan ber bi deştan; rewşa aboriya deştan hin guherîn li civakê ferz kirine.
2- Hem bi vê rewşê re girêdayî hem jî derveyî wê pêdiviyên demê ziman veguherandiye ser mercên nû. Em dizanin ku ziman hêmanekî zindî ye, di bin şert û mercên nû de xwe nû dike.
3- Têkildariya bi gelên cîran re lihevbandorbûn pêk hatiye, ziman peyv û qalibên nû ji wan girtine û dane wan.
4 - Ol û baweriyên nû, di serî de îslamiyetê bandoreke gelek mezin li ser ziman kiriye, ziman li gorî hêmanên baweriyên nû ber bi guherandinê araste bûye.
5 - Bi xala 4an ve girêdayî perwerdeya medrese û pê re wêjeya kurdî ya klasîk.
6- Dagirkerî û mêtingeriyên mayînde.
Ev xal dikarin bên zêdekirin jî. Peresana xalên diyarkirî ziman ji rewşên nû re rû bi rû hiştiye. Xalên 4 (wêjeya klasîk ne tê de), 5 û 6 bi peresana dînamîzma navxweyî neqewimîne, bi şîdet û spartinê ji qewmînên ji derveyî dînamîzma navxweyî pêk hatine û dînamîzma navxweyî parçekirine, mecbûrî şert û geşedanên xwe hiştine. Ango xwezaya ziman jî bi qasî bandora wê veguheriye.
Ez ê li vir qevdek peyvên yekkiteyî diyar bikim. Ên ez diyar dikim ev in: Dil, dar, kar, jar, sar, şûr, kûr, dûr, hûr, par, bîr, zer, zêr, şêr, har, bar, tîr, tî, sî, bî, mal, hewş, rewş, sêv, kar, berx, mîh, cer, ceh, gir, goşt, xweş, xwar, şîr, sîr, pîr, qîr, kêç, kur, mêr, jin, şev, roj, se(g), jêr, jor, gor, dor, por, sor, reş, beş, kaş, ker, ber, der, nîr, mê, kêm, şil, bav, dê, ez, tu, ew, em, hûn, min, te, wî, wê, me, we, wan, mer, bêr, kurk, purt, kurt, şîn, şîp, gîsk, bisk, poz, dev, lêv, çav, guh, birq, tîr, nîr, dur, mû, zû, tû, rû, mişk, qaz, dir, vir, bir, ger, pişt, rişk, pişk, ling, pî, zend, mil, gur, pez, gûz, kap, çok, dest, hiş, geşt, gund, ga, ka, nerm, sur, qulp, xurc, deng, derz, dîk, hesk, hesp, cîl, pîl, cil, kinc, nirx, rext, kêr, geh, paş, pêş, diz, diş, dêm, dem, deq, pîz, êş, ax, ba, zik, piş, cem, rex, nik, şax, kul, kew, baz, baş, beş, geş, qenc, kêl, rêl, zêl, hêl, dêl, berf, qerf, merc, kils, rê, xwişk, pişk, tişt…
Dixuyê ku di zimanê kurdî de peyvên yekkiteyî wekî kaniyan e, tu pêşî vekî dibin coyê avê û diherikin. A balkêş ew e ku ev peyv tenê çavkaniyeke vê kaniyê ne ku me hinek jê girtine.
Di herka dîrokê de, bi peresana zimanê kurdî, ziman veguheriye û gelek peyv êdî ji yekkiteyî zêdetir bi awayê pirkiteyî tevî ferhenga ziman bûne û ber bi awayê îro veguherîne. Tevî yên hevedudanî û ne hevedudanî min qevdeke piçûk jê girt. Peyvên wekî; Şepal, bêrîvan, karxezal, sosret, sirtik, giran, ziwa, qijik, quling, bilind, dirinde, bêrî, mêjî, garis, gilgil, genim, gemar, serma, destmal, kerî, dergûş, dîwane, xedar, xaşîl, çirûsk, esman, hirmî, kelek, dezgeh, kevir, kezeb, rihan, şîlan, gurçik. Ev tiştekî gelek asayî ye, ziman ji yekkiteyî derbasî pirkiteyî bûye lê hê jî yekkiteyîbûna xwe parastiye, bingeha yekkiteyî xurt maye.
Piştî van tespîtan divê xwînerê vê gotarê bipirse, tu dixwazî bi vê yekê çi peyamê û fikra der barê yekkiteyî de bidî me? Di cihê xwîner de min pirsî û bersiva wê ez ê bidim. Mebesta vê gotarê ev e:
1- Di zimanê kurdî de bingeha yekkiteyî hê jî xurt û berfireh e.
2- Ez vê tezê dişopînin û dibêjim bi van palpiştên li jor diyarkirî dide xuyakirin çendî ku koka gelê kurd ango prokurd bi gelek qewm, komegel, civak û dewletan re têkilhev bûye û ji hinekan qetiya be jî gelê kurd niştecihê vê axa Mezopotamyayayê ye, xwe spartiye çand, ziman û mîrateyeke gelek kevnar. Ev gotar ne îspat e lê texmîneke gelek xurt dide destê me. (Ev nêrîn êdî bi piranî nayê nîqaşkirin jî, gelek derdorên dîrokê re eleqedar qebûl dikin)
3- Ev îşaretên yekkiteyî dest didin ku em bêjin koka zimanê kurdî hem niştecih e û hem jî serêkaniya wî yekser ji serdema zimanê yekkiteyî tê, xwe dispêre vê serdemê. Mebesta vê hevokê ev e; zimanê kurdî zimanekî koçber nîn e, bi her tiştê xwe li ser vê axê dirûv girtiye. Ji ber ku zimanê gelek gelan bi koçberî û serûbinbûnên bi vî rengî dirûvê xwe girtiye, veguheriye. Lê hemû peresana zimanê kurdî li ser axa xwe qewimiye.
Pir pêkan e ku ev tez bi dane û palpiştên din, bi awayekî zanistî jî bê peyitandin. Eger ev bê peyitandin, ev tez dibe rastî û hingê îspat dibe. Rastî ne tenê malê me ne, malê hemû cîhanê ne, gerdûnî ne. Kî dixwaze ji xwe re parekê derxe, pê şanaz be, kî dixwaze bi awayekî din ji xwe re parekî derxe, kî jî dixwaze jê aciz bibe, serbest e. Lê rastî rastî ye, bi inyad e, tu tişt nikare veguherîne ser tiştekî din.
***
Hin nivîsên Yaşar Eroglu yên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Nedîtî ve Tê Dîtin, peyvên ku şaş têne bikaranîn
- Analîzek Li Ser Daçekan
- Çend gotin li ser 'Komîsyona Ziman' û 'Xebatên Rastnivîseke Nû'
*******************************************************
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:
Agahî di vê lînkê de ne:
- 20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)
Lînkên ji bo alîkariyê jî ev in:
LÎNKA
Kreosus.com'ê bitikînin
LÎNKA
Patreon'ê bitikînin
*******************************************************
DIBE EV NÛÇE BALA TE BIKIŞÎNIN
- Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya
- Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket
- 10 kurtefîlmên pêşbaziyê, 3 jê bi kurdî
- Didu jê bi kurdî, 22 belgefîlm tên
- Amadehî temam bûn: 140 fîlm tên
- Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê
- Piştî 21 salan li weşanxaneyê xwe ye
- Pêşbaziya Helbestan li benda berheman e
- Pêşbaziya ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê / Bi Hîkayeyke Wesar Yeno' dest pê dike!
VÎDEOYEK:
***
KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ



