Diyarname
Festîvala Fîlman a Kozaya Zêrîn ku îsal 18'emîn car li dar dikeve fîlmên metraj dirêj ên ku dê têde bi hev re bikevin pêşbaziyê diyar bûn.
Pêşlijneya Nirxandinê fîlmên ji bo festîvalê hatibûn şandin nirxand û jê 14 fîlm ji bo pêşbaziyê hilbijartin. Xelata Fîlmê Herî Serketî îsal wekî 350 hezar TL diyar kirine ku bi temamî tevî xelatên din îsal dê 963 hezar TL bê belavkirin.
Festîval îsal di navbera 17-25'ê rezberê de li dar dikeve û fîlmên ku bi ser bikevin di 24'ê rezberê de bi merasimekê dê bigihîjin xelatên xwe. Serokê Juriya Festîvalê îsal derhêner Derviş Zaim e.
Di festîvalê de ji bo Fîlmê Herî Serketî 350 hezar (par ev xelat 250 hezar TL bû), ji bo Xelata Yilmaz Guney 75 hezar, ji bo Xelata Temaşevanên Edeneyê 50 hezar û ji bo Xelata Derhênerê Herî Serketî jî dê 75 hezar TL bê dayîn.
Îsal festîval di her warî de dê xelata pereyan bide ku li Tirkiyeyê yekemîn car festîvalekê di her warî de xelata pereyan dide. Di beşên Lîstikvanên Herî Serketî, Derhênerê/a Herî Serketî, Vesazkirina Herî Serketî de jî dê xelata pereyan bê dayin. Tevî van, îsal bi giştî dê 936 hezar Tl wekî xelat bidin kes û fîlmên serketî.
Fîlmên ku îsal di beşa pêşbaziyê de cih digirin ev in:
- Aşk ve Devrim - Derhêner: F. Serkan Acar
- Beni Sev - Derhêner: Ali Ozgenturk
- Celal Tan ve Ailesinin Aşiri Acikli Hikayesi - Derhêner: Onur Unlu
- Eylul - Derhêner: Cemil Agacikogli
- Gelecek Uzun Surer - Derhêner: Ozcan Alper
- Kadife / Buyuk Ana - Derhêner: Erdogan Kar
- Kaybedenler Kulubu - Derhêner: Tolga Ornek
- Mar - Derhêner: Caner Erzincan
- Memleket Meselesi - Derhêner: Îsa Yildiz, Murat Onbul
- Sakli Hayatlar - Derhêner: A. Haluk Unal
- Simurg - Derhêner: Ruhi Karadag
- Turk Pasaportu - Derhêner: Burak Cem Arliel
- Vucut - Derhêner: Mustafa Nuri
- Yurt - Derhêner: Muzaffer Ozdemir


