___Bêrîvan Beyar / Qamişlo___
Cîhan Elî Ebdulxefûr (37) ji bajarê Hesekê ye, ji zarokatiya xwe ve bi hunerên destan re mijûl bûye. Wê dema dest bi dibistana seretayî kiriye, karê hunera destan bala wê kişandiye û jê hez kiriye. Lewma xwestiye ew jî vê hunerê fêr bibe. Li peymangehên hunerî bi desteka mamosteyên hunerê fêrî gelek cureyên şêwekariyê û karên destan bûye. Ji kaxez, hesin, nehas, seramîk, hevîr, caw, hirî, text û bermahiyên kevn hunerên bedew çêdike.
Ew piştî xwendina dibistana navîn, derbasî Peymangeha Hunerên Bedew bûye û bi pileyeke bilind peymangeh qedandiye. Dûre wê ev xebata xwe domandiye û di encamê de gelek pêşangeh vekirine, beşdarî gelek mîhrîcanan bûye û gelek xelat jî wergirtine.
Cîhan Elî Ebdulxefûr û hevalekî xwe yê hunermend di werşeyeke li Qamişloyê de kar dikin. Werşeya wan bi hunerên xwe yên rengîn û cuda balê dikişîne. Di werşeyê de wêne û neqişên li ser text û keviran çêdikin. Qumaşên bi tentene, morîk û pelikan hatine xemilandin hene. Her wiha bazin, kefî, kemer û xelekan çêdikin. Hunermend Eldulxefûr ji bilî karên destan, dirûnkariyê jî dike.
Di nava hemû karên wê de, hunera ku zêdetir nav û dengê wê belav kiriye û balê dikişîne jî tabloyên Şahmaranê ne.
Li Rojava gelek hunermend hene ku wêneyên Şahmaranê çêdikin, lê karên Cîhanê ELî Ebdulxefûr di aliyê rêbaz û şêweyan de cuda ne. Ew wêneya Şahmaranê li ser tep diniqişîne, carinan bi wereq û morikan, an jî bi pelikên rengîn û qeseban wêneyan diafirîne, carana jî bi genimê wêne dadigire. Ev cudahî û afirîneriya wê bûye sedem ku gelek kes berê xwe bidin werşeya wê.
Wê cana pêşî tabloya xwe ya Şahmeranê (bi meziniya 100 cm x 80 cm) di pêşangeha Rojava ya hunerê de nîşan da. Tabloyê deng veda. Li ser vê yekê xelata mîhrîcanê werdigirt. Piştî vê yekê gelek kesan berê xwe daye werşeyê da ku tabloyê wergirin.
Ew dibêje ku wê hejmarek mezin tabloyên Şahmaranê çêkirine û wiha dom kir: "Her tim dixwazim hunerên nû bixuliqînim. Di heman demê de gorî daxwazên xelkê tabloyan çêdikim. Hinek tablo biçûk dixwazin, hinek mezin û hinek navîn. Hinek dixwazin bi morîkan çêkim, hin din jî dixwazin bi lîreyan be."
Hunermend Cîhanê Elî Ebdulxafûr destnîşan kir ku li Rojava gelek hunermend hene tabloyên Şahmaranê çêdikin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Hinek li ser qumaş wêneya Şahmaran dineqişînin. Hinek jî peyker çêdikin, hinek bi şêwekariyê çêdikin. Lê ez hewl didim hemû huneran di tabloyekê de kom bikim.”
Li gorî wê Şahmaran ne tenê wekî tabloyekê, lê wekî sembola çand, jin û çîrokên kevnar e ku bi reng û hunerê zindî dibe. Cîhan dibêje her tabloyek ji Şahmaranê tenê tabloyek nîne, lê çîrok, hest û peyamek e.
Li Rojava û derveyî wê wexta navê Şahmaranê tê gotin, gelek kes rasterast hunermend Cîhan Elî û hunera wê bi bîr tînin. Di nêzî 2 saetên mayîna me ya li werşeya Cîhan û hevalê wê de, 4 kes ji bo wergirtina tabloyên Şahmaran serlêdan kirine û xwestin wekî diyarî pêşkêşî nasên xwe yên li derveyî Rojava bikin.
EFSANEYA ŞAHMARANÊ
Efsaneya Şahmaranê kevnar û semboleke zanyarî û jinatiyê ye. Tê gotin ku Şahmaran nîv jin û nîv mar bûye. Di bin erdê de bi maran re dijiya û xwedî zanyariyeke mezin bû. Li gorî efsaneyê, mirovek bi navê Cemşab bi tesadufî digihêje cihê wê û piştî demekê raza wê derdikeve holê. Di dawiyê de Şahmaran ji bo saxlemî û jiyana mirovan xwe feda dike. Ji ber vê yekê heta niha jî di gelek çandan de wekî sembola fedakarî, zanyarî û hêza jinan tê dîtin.
ANHA



