Diyarname
79'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Derhênerê rumen Cristian Mungiu bi fîlmê xwe "Fjord" xelata mezin Xelata Palmiyeya Zêrîn (Qalme d'Or) girt. Bû du caran derhêner Mungiu li Cannesê bi ser dikeve.
Derhêner Cristian Mungiu di sala 2007'an de bi fîlmê xwe "4 Meh, 3 Hefte, 2 Roj" beşdarî festîvalê bûbû û Palmiyeya Zêrîn girtibû. Derhêner vê carê bi fîlmê xew "Fjord" li festîvalê bû. Di bin serokatiya derhênerê ji Koreya Başûr Park Chan-wook de juriyê fîlm nirxandin û Xelata Palmiyeya zêrîn dan "Fjord"ê.
"Xelata Mezin" a festîvalê dar derhênerê rus Andrey Zvyagintsev. Zvyagintsev bi fîlmê xwe "Minotaure" beşdarî Cannesê bûbû.
Juriyê du derhênerê hêjayî "Xelata Derhênerê/a Herî Serketî" dîtin: Derhênerê ji Spanyayê Javier Calvo bi fîlmê xwe "La Bola Negra", derhênerê ji Polonyayê Pawel Pawlikowski bi fîlmê xwe "Fatherland" hat xelatkirin.
Li aliyê de xelata "Senaryoya Herî Serketî dan senarîstê fransiz Emmanuel Marre ku senaryoya "Notre Salut" nivîsandibû.
Xelata "Lîstikvanê Herî Serketî" jî "Lîstikvana Herî Serketî" jî dan du lîstikvanan.
Lîstikvana ji Belçîkayê Virginie Efira û lîstikvana ji Japonyyayê Tao Okamato bi rola di "Soudain" de xelata "Lîstikvana Herî Serketî" girtin.
Lîstikvanê ji Belçîkayê Emmanuel Macchia û lîstikvanê ji Fransayê Valentin Campagne bi rola di "Coward" de xelata Lîstikvanê Herî Serketî girtin.
Derhêner Valeska Grisebach jî bi fîlmê xwe "The Dreamed Adventure" Xelata Taybet a Juriyê girt.

Virginie Efira û Tao Okamoto bi rola di "Soudain" de bi hev re Xelata Lîstikvana Herî Serketî girtin.


