logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

XARÊN(ŞAQÛLÊN) ZAROKTIYÊ

  • Dîrok: 23/10/2020
Helbest dengê dengdayîna xwezaya her tiştî ye. Loma her helbestvan ji xwezayê alavan, bireseran û kirdeyan ji nav jiyanê dineqîne û li bêjinga hiş û dil xwe de têwer dide. A ku dengê dil û dengê hundirîn diteyisîne dîsa qinê wan xweza bi xwe ye. Loma nivîskar çi binivîsîne talî qinê wê gotarê û nivîsê xwe digihîjîne xwezayê. Îcar em werin ser helbestên helbestvanê me Hişyar Aydin. Hişyar Aydin helbestvanekî hem civakî ye û hem jî hundirîn e. Yanê dengê dil û hişê civaka xwe û dengê dilê xwe yê hundirîn diteyisîne. Yanê helbestên me bi qasî şexsî ne, ew qasî jî civakî ne. Em dikarin helbestên helbestvanê me wekî du sehneyan bihesibîne. 
Sehneya yekemîn bi serenavê “Şop'ê" dest pê dike û Sehneya duyemîn jî bi serenavê “Ya ku diçe" dest pê dike. Di sehneya yekemîn de şopên êşan, neheqiyan, bêedaletiyan, birînan, serdestan, bindestan û qirkirin û qêrînên civakeke bindest  hatiye tevnesazkirin. Di sehneya yekemîn de, mijarên wekî ronahî, hêvî, welatparêzî, qetilkirinên civakên bindest, bîrdozî û desthilatdarî hatiye vehûnandin. Loma di vê beşa yekemîn de ji “ez ê” bêtir “em” serdest e. Di beşa duyemîn de jî ji “em ê “bêtir “ez" serdest e.
Mînak: Ji helbesta “Silav"
Li jor,
gavên ku avêtina wan hatibûn qedexekirin 
hêviyên bi kêrê hatibû jêkirin 
asoyên bi xwînê hatibûn fetisandin 
bi wê silavê hatin xwedîkirin û vejîn.(rp-10)
Em ji vê helbesta xwe jî fêm dikin ku xwîn û kêrê di helbestê de çiqas desthilatdarî kiriye, lê talî di helbestê de tenê bi silavekê vejîn û hêviyeke xurt hatiye kedîkirine. Ev helbest çiqas rewşa civakekê teyisandibe ew qasî jî rewşa şexsekî veolandiye. Yanê helbesteke trajîk e, lê di heman demê de helbesteke hêviyê ye. Binêrin aso çiqas di helbestê de sor bûbe jî, lê piştî vê hevokê hevokek hêviyê û vejînê xwe destnîşanî me kiriye, yanê nivîskar dev ji hêviyê bernedaye. Helbesteke di tevnesazkirina xwe de têkçûyî dixuye lê asas di naveroka helbestê de hêviyeke xurt heye.
Di sehneya duyemîn de bêtir çûyîn û xatirxwestina dengê dil û hişê hundirîn û dengê dengdayîna  bîranînên zarokatiyê hatiye vehûnandin. 
Mînak: Ji helbesta “Hêviyek"
Firkandina tayeke porê te
Hilanîna mûyekî mijangên te,
bi-çav-xwarina hingivê çavên te,
matmayîna li hember avêtina dilê te,
bes e, 
bo reqisîna dilê min î
rebenêeşqa te.(rp-37)
Mînak: Ji helbesta “Derbo 26"
Xarek im û di bêrîka zarokekî de
Mînak: Ji helbesta “Derba 25"
Xwezî xeyala çûnan rabe
Qet nebe bo demeke kin
Tu bê-çûn bimînî,
Li ba min bimînî. (rp 63-64)
Di her du sehneyan de têgeha herî baldar an jî lêkera herî girîng “Çûyîn" e. Derbdayîn û baldariya vê lêkerê û bandora wê li ser helbestvan tesîreke mezin çêkiriye. Loma min balkêşan ser vê lêkera “Çûyînê” Em dikarin çûyînê wekî xatirxwestinekê jî bihesibîne, îcar helbestvan vê xatirxwestinê an jî çûyînê ji kê dike an jî ji çi xatir dixwaze. Helbet di sehneya yekemîn de lêkera çûyînê pirtir rewşa civaka bindest teyisandiye û di sehneya duyemîn de jî çûyîna dil û zarokatiyê ye. Yanê bi gotineke kin helbestvan xatir çiqas ji civakê û ji xwe xwestibe jî, talî tim hêviya xwe, şopa xwe jî bi xwe re biriye. Loma helbestvan ji çi xatir dixwaze û diçe ku? Xatir ji civakê dixwaze, ji zarokatiyê dixwaze, ji xwe dixwaze, an jî ji her kesî dixwaze gelo? A girîng ev e. Helbet em ê nêta helbestvan a resen û heqîqî nizanibin, lê em ê ji gotin û risteyên helbestên nivîskar texmîn bikin bê ka helbestvan çi dixwaze. Wekî min go mirov nikare tam nêta helbestvan fêm bike mabesta wî ji bêjeya “çûyînê” çi ye. Loma ez ê ji tabloyên Pablo Pîcasso a bi navê “Mirîşk û çêlikên wê û ji ya Dîko" mînakan bidim: Rojekê hin kes tên li tabloyên Pablo Pîcasso dinêrin û dibêjin ma dîk û mirîşk û çêlikên wê wiha çêdibe. Têra xwe rexne dike, dinirxîne bi awayekî neyînî û dibêjin van tablo an jî wêneyan nebaş in û biqisûr in. Helbet kesên rexne dikin û dinirxînin nêta hunermend nizanin, çimkî nêta hunermend bizanîbûya wan kesan ev rexneyên çewto mewto nedikirin. Jixwe wan kesan nêta hunermend bizanibûya wê çaxê Pablo Pîcasso jî nedibû Pablo Pîcasso, jixwe a ku hunerê û hunermend taybet dike jî ev e. Pîcasso di vê tabloya xwe de asas xwestiye nêrbûn û desthilatdariya dîk destnîşan bike, di mirîşkê de jî xwestiye nermikbûn û estetîka mêbûnê biteyisîne û helbet di çêlikên mirîşkan de jî xwestiye xalîbûn û şîrînbûna wan destnîşan bike. Helbet vê şêwaza xwe bi pênûsa xwe veolandiye. Yanê dîk bi xêzikên hişk, tund û reşeqalind û rûyê dîko jî tewlo mewlo çêkiriye ji bo ku desthilatdariya wî xwe di rûyê wî de bide dest, di mirîşk û çêlikan de berevajî xêzikên xwe nermik, estetîk û bi xêzikên ziravik resimandiye. Welhasil ti kes nikare sedîsed nêta berhema hunermend û nivîskaran derîne holê. Ev taybetmendiya hunerê ye. Huner jî bi saya vê efsûn û razberiyê li ser lingê xwe dimîne. Loma em nikarin bêjin sedîsed mabesta helbestvan Hişyar Aydin a ji lêkera çûyînê ev e. Lê em dikarin bêjin wateya bêjeya Çûyînê xatirxwestinek e. Lê her xatirxwestin jî bi serê xwe destpêkeke nû ye. Hisyar Aydin xatir ji xarên(şaqûlên) xwe yên zarokatiyê dixwaze, xatir ji dengê dilê xwe yê hundirîn dixwaze û berî bi bêdengiyê vedike. An jî Hişyar Aydin ji ber bindestiyê, neheqiyê, bêdadiyê û kirkirina gelê wî diêşê û ji kerba xatir dixwaze an jî redkirina gelek tiştan dike. Talî xatirxwestin hem heye û hem jî xatirxwestinê red dike û dijî hin tiştan neqebûlkirinek heye, helbet helbestvan bindestiyê û desthilatdariyê red dike. Lê helbet bîranên xwe yên zarokatiyê red nake û bi bîranînên xwe yên zarokatiyê re şa dibe, serê zarokatiya xwe difirkîne û maç dike, xarên zarokatiya xwe di bêrîka bîranînên xwe de wekî alake şîrîn ji xwe re vedişêre yanê xatir jê naxwaze û zarokatiya xwe hembêz kiriye û, helbet dengê dengdayîna hundirê xwe jî red nake lê talî xatir ji gişan dixwaze û dibêje ez ê biçim. Taliyê de di bingeha xatirxwestin-çûyînan de evîn heye, jixwe ji helbestê li jor me destnîşan kiribû jî diyar e, sersebebeke herî mezin jî jê yek evîn e. Talî xatir ji evînê dixwaze û heta rojekê dîsa vegere....Lê helbestvanê me 29 derbên ji bîranîn zarokatiyê di beşa duyemîn de wekî alekê pêlandiye. Her derbek veguheziye xatirxwestinan û her xatirxwestin jî veguheziye derbên nû.... Lê di esasê xwe de her derbek ne a çûyînê ye, berevajî nivîskar ji mayînê jî hez dike, di helbesta me ya jor de dibêje “Xwezî xeyala çûnan rabe bo demeke kin" yanê nivîskar ji çûyînê hez nake, lê çiqas ji çûyînê hez neke jî di helbestên wî yên din de ji bêjeya çûyînê hez dike. Talî helbestvanê me girîngî daye bêjeyên wekî çûyînê, ronahî, hêvî, dadî, heq û neheqî û desthilatdarî û bindestiyê. Loma helbestvanekî civakî û şexsî ye Hişyar Aydin...
Sûdewergirtin:
Çîroka Hunerê, Gombrich, Weşanên Remzi

Mehtok / Hişyar Aydin / Weşanên Belkî / Helbest / 2017 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çîrokên li xwe mikurhatinê

  • 26 Sibat 2022

Berî ku dest bi nirxandin û rexneya xwe bikim dixwazim bibêjim ku çîroknivîsîn û çîroksaziya Hesen Ildiz ne xirab e. Helbet em nikarin bo hemû...

GOTINÊN BÊRIH

  • 22 Pûşper 2019

“Hay ji hinek bê-hişan heye ku helbest bi “îlhamê" wekî mirov dendikan çerez bike di hundirê du-sê deqeyan de tê nivîsîn; û bi piştre jî...

Şevên metaforîk û reşik

  • 23 Sermawez 2019

Nivîskar Welat Dilken di vê romana xwe ya yekem de “Reşek”’ ji xwe re kiriye alava axaftinê û afirandinê. Di bîr û hişê romanûs de metafora me ya reşik...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Termînator 6 tê

ad

Jin maka jînê

ad

2017: Li Tirkiyeyê albumên herî zêde hatine firotin

ad

Di dîroka Oscarê de yekemîniyek din çêbû

ad

Berendamên xelatên SIYAD'ê diyar bûn

ad

Televîzyonên bi kurdî hatin girtin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname