logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Jin maka jînê

Li Konfiransa jina Xanima Komdulîza Rays got: (Hindî jina rojhelata naverrast di xanîve bimînît, dê her jarî û jwîrî bah

  • Dîrok: 13/02/2009
  • Beş: Serbest


Ebdulhemîdê Bamerrnî

Pişka êkê

Jin duhî:

Li Konfiransa jina Xanima Komdulîza Rays got: (Hindî jina rojhelata naverrast di xanîve bimînît, dê her jarî û jwîrî bahra civakêt rojhelata naverrast bît). Xatwîna êkê ya Îraqê jî ne gotê; Pa dostêt hewe yêt Kurd bêbextî yê li nifşê Kurd bixwe diken, heku jinekê biser jina xo ya Kurd diînin.
      Rahavêj û berfirheyî û jiyan xoşî û bistehya jiyana bê gef liser hebûna mirovî, heke ne bin, mirovî mejyê afrrandin û dest rengînyê jî na bît
     Jina Kurd heta salêt heftêya jî, ji sedsala burî, mirov dişya bêjît ji ya evroke bibizav û serberdaytir bû. Jin dişya xo nêzîkî mêrî biket û hebûna xo di gohîda bangdet û bêjît ez eveme û li vêreme û digel teme.
   Were ji min ne tirse û bibe hevgorê Jiyan û westyana min. Dişya bibêjît ez paydusta teme û her mêrekê baş jineka baş ya li pişt. Ger te bivêt tu hebî, pêtvîye hebûna min biparêzî û min bikeye xîzevankê tozgevizka xo.
    Were min jî heqê jiyanê wekî te yê hey, bila ez jin bim û to mêr. Belê bo zanîn, ez jinim û ez deykim û min serdarê çêkiryêt xodê yê di zikda helgirtî û li ber sîngêt xo mezinkirî, deykekê şîrê dayê û jinekê yê hwîkirye rewanbêjyê, ez deryê bêhin firheyê me di dilovanyêda û Selaheddînê Eyyobî min yê di qomatkê pêçay, kes ne dişya wî belê yê ji deykekê bûy û jinekê şîrê dayê.
     Sehke Barzanyê mezin wî jî Kurdînî ya bi stuxovegirtî çinkî kutekî li deyka û zarroka û pîr û xort û cana dihate kirin. Di demê pêtvyatyêda ez hewargeha di tanê hatinê me û feylesof û zana û flîvan hemî yêt li ber van desta rabûyn. (Min ya ji deybabêt xo guh lê bûy) li dema cehêlînya wan da pîr û can û jin û mêr û kiç û kur hemî bihevrra dichûne gerryan û sêrana.
    Qul qule û mil bimil li bihara berê xo didane çiya û deşt û zozana li nav hewdkêt gulşelêl û nêrgiza pêkve sitran digotin û xolêkdankanê dikir û bendêt sitrana dihavêtne ber êkudo û lêkvedgêrran û li şeverroka, heko savar dihêran sitrana (xezala min delala min hay hêrî sed car hêrî) pêkve digot.
     Husa êvarya dema ji sêranê dizivrrîneve hindeka ristkêt qeftêt nêrgiza di stuyê xo dialandin û hindeka jî gulşelêl û nêrgiz diber serê xora diçoklandin. Kes ne diçû sêranê biserê pêçay û kincêt Erebîve û kesê jî xo dirreşî ne diheland û gondîya hemya êkudo nasdikir pêk dixoş bûn û ne dwîre jî gelek niyasîn û têkelî jê çêdibûn û dibûne egera xoşî yêt mezintir û avakirna xêzana lidwîv dihat. Heke wesa be, ez bawerdikem ku hîngê jêgirtina hevgiyanî ji ya vê gavê baştir bûye û bo saxlemya civakî bi mifatir bûye.
     Jina duhî diherrî bêrê, pez didut, meşk dikya, nîvişk û jajî û penîr çêdkirin, tevn dikir, balav dikir, ser dişwîştin, distarr dihêra, cuhnî diqota, teşî dirrêst, miluke radikirin, giya didirî, xepare_, kezaxe_, binik_, ade_ kolan_, gomtil herrişandin_qenepe_, avdan_ , şwînkirin_, û karûbarêt malê dikirin û hêj û hêj pêtir dikir. 
Xizmeta xiyanî û biyanî dikir. Gure û kolav û sabîn çêdkirin. Li nav rezî, li nav çemî, li çilîbirrê û mazî çinînê digel mêrê xo bû, li ber hefşî, li havîn û zivistana li deştê û li zozana milê wê biyê mêrîve bû, li malê, ber malî bû, li derve bû dan û dikak û îşyêt genimî kumdikirin. Jina dohî pêşmerge bû, tenîrvan bû, piştevana berokêt azadyê bû, çav vekirî, bo milletî ya hişyar bû, nanek  dida xo û mala xo, du jî didane leşkerê xoserkirna Kurdistanê. Jina duhî pirrujekê azadyê û canemergyê bû, liber birrêt firroka diheltwîtirî û zarrok ditaşandin, da bibine pêşmergêt serferazkirna civaka Kurdistanê, bi jin û mêr û pîr û canve.
Peşmergêt xwîna xo erzan day, da bihayêt giran çêken, ew jî bo azadkirna Kurdînyê, felsefa Kurdistanya bo mirovayînyê, û Kurdistanê. Kurdînî di kirasê mîrê Botan û Qazyê mehabadê, Xanî û şagirdêt wî û xandingeha şorreşêt Barzanî da pêşda birî, evan hemya liser destê deyka ew hisşke evîn û dilovanya peydakirî.
Jin serîcax û serleşker bû, Leyla Qasim bû, jinê giyanê xo, kesînya xo liser kurdînyê danabû. Jinê hebû armanc û pirroje, di xanîve ne radiket çi dewlemend ba an hejar. Jinê kêmasî jî hebûn, ji wana nexandevanî û gelek cara zordarya hevgiyanî.
Jinê wekhevî digel mêrî dikir çi bi zanîn an ne zanîn. Jina duhî ya biverrêj bû, ji gonda ne diçû bajêrra, husa şênistê avakirna welatê xo diparast.
Jinê xo ferkirbû, wekî mêrî û heta gelek cara zarrok binavê deykê dihatine niyasîn û digot; Yasînê Eyşê û Mihemedê Niharyê an jî mala Mîranê, jin di xebatê da wekî mêrî bû û hinde cara hêj pêtir.
Jinê serê xo ne diçemand û digot bila berê du sala bo şorreşê bît. Jinê digot ez hezim, vînim, evînim, kanya zana jiyanê me.
Ger ez nebim, kes nîne bibêjît herre kurrê min, herre şorreşê. Ger ez ne bim mêr na bin, lawêt lawtaze na bin, kiçêt ciwan û bejin zirav û gerden kêl na bin, bwîk û zava jî na bin, dawet û şahî jî na bin û deyk jî na bin. Heke deyk ne man, kes na bît bo me ji dil bikenît û bigirît çîrroka (Îskê mîskê liser tefiskê) vegêrrît. Di ser hindê re ku pirr derdeserî sera wî mêrî bi serê wê jinê hatin. Mêrî difna xo lê bilind  kir û piştî Pêşmerge hatîn û bûyne berpisyar, hemî ji bîrkirin.
Ew jina dojmina ji mêrî vegirtî û serê xo bo wan ne danay ûwene kirî kes bişêt tibla xo dirêj kete nav çavêt wî Pêşmergey. Her wî Mêrî Kifnê wê digel xo îna û jineka dî bi ser îna û ew derdeserî ya wê jinê sera wî mêrî dîtî ji dojmina, ku wene kirî ew bi mêrê xo xoş bibît, mêrî jî welê kir ew ji bi çavê zil berê xo dete birînêt kul, gotna mezina dibêjît (heke Kurmancî têr xar, an dê jinekê revêt an dê mêrekî kujît). Pêşmergêt dirav ketye desta jî jinek revand û êk jî kujt.
Dibe êk bibêjît jin bixwe şwî pê diket û kes çi kutekya lê na ket. Bersiva min bo vê gotinê ewe; Ew jina biser Hewî şwîdiket bê xiş hinek eger û rêgir yêt girêday civakê ve yêt heyn, wene kirye ew li dîv dilê xo şwîket û êkê ji layê diravî ve pêvehatî ew ya ji rastî ya wê derêxistî ji berokê jinê revandî û liser difna jinê sepandî û wê jinê jî ya xo xapandî û jina ji hevgiyanî veqetandî. Eve revandin û kujtin herduke.
Jin deyk bû û eve deyke û jiber hindê locîkê kujtinê ji nik xo heyke.

zanabamarni@hotmail.de
  
***

Nivîsên Ebdulhemîd Bamerrnî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Wezîrêt êşa zirav
- Kî bi ser ket?
- Barak Obama
- Dengên demê zwî (2)
- Dilbera Min
- Hîvyadera, xwelya sera
- Dengên demê zwî (1)
- Dengên demê zwî
- Li Duhokê nexweşketin qedexeye!

- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!? (2)

- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?

-

Têbiniya Diyarnameyê: Me dest nedaye zimanê nivîskêr û awayê nivîsandina wî ya bi zaravayê Behdînî.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'IF İstanbul' pêşkêş dike

ad

EM HILBIJARTINÊ DINIRXÎNIN

ad

Heyeta Îmralî diçe Herêma Kurdistanê

ad

Cezayê hepsê li Zuhal Olcay birîn

ad

Serodewletê DYA'yê Biden çû Ûkraynayê

ad

Lêborîna Exder Ibrahîmî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname