___BERFÎN NUSRET___
Di sedsala 17’an de, di nav kolanên aram û çiyayên bilind ên başûrê Kurdistanê de, jinek hate dinê ku piştre kevneşopiya sedsalan a civaka mêrsalarî derbas kir; ew jinek bû ku karibû navê xwe wekî yekem jina haxam (kesên alim û oldar ên di baweriya cihûyan de) û yekem seroka mala fêrbûna olî di dîroka cîhanê de binivîsîne; Asênat Barzanî, zanyar, helbestvan û alimekî kurd bû ku bi bandor û zanista xwe ya kûr, ronahî daye navendên rewşenbîrî yên Amêdî û Mûsilê.
Keça li ber destê alimeke zana hatî perwerdekirin
Çîroka Esênat Barzanî di sala 1590’î de dest pê dike. Esênat Barzanî di nav malbateke navdar a zanistperest de ji dayîk bûye. Bavê wê, Şemoêl Barzanî, zanyar û alimekî Kurdistanî yê dilovan û damezrînerê gelek dibistanên olî yên li Barzan, Akre, Amêdî û Mûsilê bû. Ji ber ku Şemoêl bê zarokên kur bû, wî hemû hezkirin û bala xwe dabû keça xwe Esênatê û danî gel xwe deriyê cîhanê û kûrbûna Tewratê û hemû ilmê cihûyan danî pêşiyê û fêr kir.
Avakirina jiyana hevpar a Asênatê li ser şertê zanistê
Zewaca Asênatê nebû asteng li pêşiya pêşketina wê. Bavê wê dema ku vê têgihîştina Asênatiyê ya bi pismamê wê Yaqub Mizrahî re qebûl kir, şertekî dîrokî û tund danî pêşiya Yaqûb ku keça wê Asênatiyê nexe nav karên malê da ku karibe tevahiya temenê xwe bide xwendina zanistê.
Çiraya zanistê yê Asênat ne vemirî. Piştî mirina bavê wê û piştre mirina hevjînê xwe, Asênat Barzanî bû serok û desthilatdarê bêhempa yê dibistana olî ‘Yeşvaya’ ya Mûsilê.
Ew êdî ne tenê xwendekarek bû, lê belê ji pişt perdeya kevneşopiyên kevn derket û yekser xwendevan perwerde kirin. Di nav civaka ciwan de navê wê kirin ‘Taninit’ yanî mamosteya mezin a Tewrayê ku asta herî bilind a olî bû ku heta wê demê jinek gihîştibûye.
Nasnameya zanistî û berhemên rewşenbîrî yên Asênat
Asênat Barzanî ne tenê haxam bû, belkî ew li herêmê navendeke rewşenbîrî ya berhemdar bû. Ew şarezayeke bêhempa ya zimanê Îbranî, Tewrat, Telmûd, Mîdraş û Kabala bû.
Her wiha Asênat nivîskareke jêhatî bû ku ji bilî analîzên kûr, ji bo dabînkirina lêçûnên xwendekaran û domandina dibistanan nameyên helbestî ji navendên cur bi cur re dinivîsand. Her wiha pirtûkek wê ya helbestan jî hebû. Li kêleka van berheman, wê roleke mezin di perwerdekirina nifşekî nû yê zanyaran de lîst. Di nav van berheman de şandina kurê xwe bo Bexdayê heye da ku rêya zanistî û dîrokî ya malbata xwe bidomîne.
Çîroka ‘Koma Firîşteyan’ li bajarê Amêdiyê
Di wêje û folklora cihûyan a kurd de Asênat Barzanî wekî jineke mûcîzeyî jî tê nasîn. Efsaneya dêra Amêdiyê vedibêje ku dema pirtûkên pîroz agir pê ketin, bi gotina navekî îrfanî, komek firîşteyan bi şiklê kevokên spî daketin û agir vemirandin. Ji ber vê yekê, xelkê Amêdiyê ji ber evîn û rêzgirtina ji Asênatê re; nave wê li dêra xwe kirin.
Mîrateya Herheyî li Amediyê
Di sala 1670’an de, piştî heşt dehsalan belavkirina zanîn û ronahiyê, Asênat Barzanî di 80 saliya xwe de koça dawî kir; Cenazeyê wê li kêleka gora bavê wê li Amediyê, başûrê Kurdistanê, hate veşartin. Bi salan, gora wê ji bo cihûyên li Kurdistanê û herêmê cihekî ziyaret û rûmetê bû.
Asênat Barzanî ne tenê beşek ji dîroka kevnar a Kurdistanê ye, lê di heman demê de mînakek gerdûnî ya îradeya jinan e. Jinek ku ji çiyayan sînorên nijadî û civakî derbas kir; bû yekem zanyara jin û pêşenga olî di dîroka cihûyan de.
Ji Rojnewsê hatiye girtin


