logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hunermend Berazî: Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin

Hunermend Mehmûd Berazî bi terzê xwe muzîka berxwedana kurdan estetîze dike û bi vê yekê jî xwe dispêre folklora kurdî.

  • Dîrok: 17/07/2019
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Bîlal Guldem / MA


Hunermend Mehmûd Berazî bi terzê xwe muzîka berxwedana kurdan estetîze dike û bi vê yekê jî xwe dispêre folklora kurdî. Tîhna xwe û civakê bi afirîneriya muzîkek xweşik dişkîne. Berazî ji bo karê xwe wiha got: "Vejîna ku vê şoreşê di rihê mirovan û xakê de ava kir, dibe ku muzîk û huner bibe ziman û wergera wê. Me xwest destanên liberxwedanê yên li Rojava mayînde bikin."


Mehmûd Berazî diafirîne, lê dide, li ser tevna civakî belav dike, lê ew bi xwe xuya nake. Gelek kes vî hunermendî meraq dikin û dibêjin "ew kî ye?" Dema mirov li ser kanala YouTube an jî wekî din li muzîka ew diafirîne guhdar dike mirovan ber bi gelek warên jiyanê ve dibe. Awaz ango muzîkek wisa li ser têlên estrûmanan dijenîne ku mirovan mest dike. Hema bêje di bin hemû muzîkên wî de deng xweşiyek awaziyek ku awirên mirovan dibe ser newayên muzîkê heye. Her çiqas ew demek li Amedê xebatên xwe hunerê kir jî lê niha li Rojavayê Kurdistanê karê xwe yên hunerî dike. Wî bi tembûrê dest bi karê hunerê kiriye lê niha ew li gelek amûrên muzîkê dide. 

 

Berazî bi muzîk û şêwaza xwe dikare berxwedana kurdan estetîze bike, wexta vê jî dike xwe dispêre folklora kurdî. Ji ava kurmancî vedixwe, tîhna xwe jî ya guhdarîn xwe jî bi vê dişkîne. Mirov dikare ji bo wî bibêje di muzîka kurdî de hosteyekî "lihevanînê", "lihevanîn" a melodiyên folklorîk a kurdî û form û rîtmên aktuel, lihevanîna destanên kurdî û qewimînên polîtîk û her wekî din. Berazî jî ji bo wan lihevanînan dibêje "Vejîna ku vê şoreşê di rihê mirovan û xakê de ava kir, dibe ku muzîk û huner bibe ziman û wergera wê." Û ji bo danîna wê "lihevanînan" jî rojavayê Kurdistanê û şoreşa lê wekî bingeh nîşan dide. Her wiha ji bo karê kirî jî dibêje: "Me xwest destanên liberxwedanê yên li Rojava mayînde bikin."

 

Heta niha me guh dabûn stranên wî bes vê carê jî em ê guh bidin peyvên wî, peyvên ku ji me re qala hunera wî bike. Berazî pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivandin. 

 

Mirov gava karê te kirî mêze dike, jê fêhm dike ku haya te ji melodiyên muzîka klasîk a Kurdî heye û tu wan melodiyan bi form û naverokeke pêşkeşî me dikî. Li cem te çawa çêdibe ew lihevanîna melodîyên folklorîk a Kurdî û form/ritmên aktuel? 

Her dem di muzîka kurdî de melodî li pêş bû, lê atmosfera giştî û hewaya hawirdorê ne li pêş bû, ji bo wê, karê guncav hatiye dîtin ew e ku mirov ser harmonîya wê bixebite, wekî ku tu derbasî baxçeyekî bibî û tu nikaribî gulekê ji derveyî gîya, çîmen û sîya darên hawirdorê bibînî. Hemû bûnewerên jîyana wê gulê ava dikin, an ku mirov -bi derfetên nûjen-hawê dengbêjekî kurd ê resen bike. Bi gumana me, çêkirina berhemên bi vî rengî xwe dispêre sê alîyan, ew sê alî jî ev in: Melodî, bikaranîna deng, wêje û naverok. 

Tu dikarî van xalên ku cihê xwe di kevneşopîyê de digirin bi şêweyekî hûnandî di asteke zanistî de binirxînî, ji ber ku xweristî ne û bûne jêdereke mayînde û afirîner a îroroj û siberojê û di heman demê de ji resenîya muzîka cîhanê ya klasîk jî ne cuda ne.

 

Em dêhna xwe didin filmên kurdî çi fîktîv çi dokemanter, muzîkeke ku tu bêjî di bîra mirov de bimîne hema em nebêjin tune, lê em bêjin hindik e. Bes soundtrackên ku te ji bo çend filman çêkirine, kêfa gelekan jê re hatiye. Di bîra mirov de li gel filman çêjek dihêle… 

Di qonaxa reş û spî û ya bêdengîyê de, pêwîst bû muzîk rola deng û rengên cuda bilîze û hewayeke dramatîk ava bike. Her wiha di pêşketina teknîk û şêwazên dîmenê de rola muzîkê ket çarçoveya avakirina atmosfera giştî û taybet.

Di pêşketina reng û şêweyên sînemayê de, di temama dîroka vê hunerê, rola muzîkê her dem hatiye guhertin û di qonaxên cuda de derbas bûye. Di qonaxa reş û spî û ya bêdengîyê de, pêwîst bû muzîk rola deng û rengên cuda bilîze û hewayeke dramatîk ava bike. Her wiha di pêşketina teknîk û şêwazên dîmenê de rola muzîkê ket çarçoveya avakirina atmosfera giştî û taybet. Ji ber ku dezgehên çêkirina sînemaya kurdî pir dereng mane û pêvajoyeke fireh ji bo çêkirina filmên kurdî peyda nebûye, muzîsîyenên ku dûrî vî rengê muzîkê mane, muzîsîyenên kurd, nikarîbû zû ji pergala çêkirina muzîka stranê dûr bikevin. Lê dîsa jî hindek hunermendan hewl da vî şêweyê muzîkê di nav stranên xwe bi cî bike, lê pêdivîya vî karî bi xwe jî bi asteke sazîbûyînê û kanalên têkilîdanînê heye. Niha li Rojavayê Kurdistanê ev bingeh ava dibe

 

Lê çêjeke teknîk û rîtmên te bi xwe jî hene, ew çêjên hanê ji ku tên?

Helbet li gorî pêdivîyên her çîrokê û atmosfera ku ji bo mijarê tê xwestin, bingehek tê çêkirin, lê alavên hestewarî, amûrjenîya pêkan û xalên ku me di destpêkê de anîn ziman ku em pêbawer in û em nameya xwe ya çandî tînin ziman û di asîman û mejîyê xebatê de bi hev re dihûnin, ev nayê wateya ku hemû berhemên ku çêdibin li gorî asta ku ji alîyê me ve tê xwestin in.

 

Mehmûd Berazî bi Tev-Çand û Komîna Fîlm a Rojava re stranên wekî "Nivişta Gerîla", "Efrîna Tola Salan" "Ji Bo Şengalê" û "Dengbêj Qaso - Me Sefer e Li Ser Botanê" çêkirin û van stranan gelek deng da. Di van stranan de hêmanên destanî jî hebûn. Dîsa em timî ji bo te dibêjîn "lihev tîne" di van stranan de lihevanîna destan û qewimînên polîtîk hebû?   

Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin û kirasekî li gorî bejna wê lê bikin û me dît ku pêngava herî guncan ew e ku gerek e berhemên kevneşop bi rihê vê şoreşa cîhanî û bi destê hunermendên vê civakê çêbibin da ku bibe hunera her kesê tev li vê şoreşê bûye.

Wekî tê zanîn, li seranserî Kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê şoreşek tê jîyîn û vê şoreşê deng daye, ne tenê li Kurdistanê deng daye, lê belê li hemû cîhanê guhertinên mezin bi xwe re anîn. Milê sîyasî, leşkerî, civakî û civaka gelên Kurdistanê bi cîhanê da naskirin. Li gorî me, şêweyê herî guncan ê ku bikare çand û hunera vê civakê û liberxwedan û nirxên wê bide nasîn hunereke efsaneyî di pergala destanê de ye. Ev şoreş hêjayî nameyeke hunerî ya payebilind e. Nabe ku em vê qonaxa awarte û berdêlên giran bispêrin zimanê ragihandinê tenê, me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin û kirasekî li gorî bejna wê lê bikin û me dît ku pêngava herî guncan ew e ku gerek e berhemên kevneşop bi rihê vê şoreşa cîhanî û bi destê hunermendên vê civakê çêbibin da ku bibe hunera her kesê tev li vê şoreşê bûye. Vejîna ku vê şoreşê di rihê mirovan û xakê de ava kir, dibe ku muzîk û huner bibe ziman û wergera wê.

 

Em li hunera te mêze dikin tenê trajediya Kurdan tune estetîka berxwedanê jî heye…

Bi qasî ku ev şoreş bû bersiva tunekirina sîyasî û binpêkirina nirxên civakê, pêwîst e şoreşeke hunerî li ser bingeha xwenaskirinê bi rengekî zanistî û akademîk ava bibe.

Ziman û çand û hunera kurdî di qonaxeke demdirêj a qedexekirin û çewsandinê re derbas bûye û vê yekê bandoreke xerab kiriye û li gel hemû hewldanan, di gelek alîyên xwe de şêweyê gazin û lomeyê derbas nekiriye. Ji ber vê yekê, erk û barê hemû hunermendan di peydabûna derfetên guhertinên cuda yên vê şoreşê de giran e. Bi qasî ku ev şoreş bû bersiva tunekirina sîyasî û binpêkirina nirxên civakê, pêwîst e şoreşeke hunerî li ser bingeha xwenaskirinê bi rengekî zanistî û akademîk ava bibe. Di çarçoveya avakirina sazîyên perwerdehîyê yên vê civakê de ku xwe bispêrin lêkolînên dîrok û kelepûrê, ev e erka hunermend. 

Cerebeyên Rojava ya Xweserîya Demokratîk sazîyên xwe yên hemû qadan ava kirin, pêwîst e di hişmendîya avakeran û birêveberîya rêxistinî de gaveke ber bi pêş ve li gorî giringîya sazîyên çand û hunerê bê avêtin. Ev tiştên me anî ziman mebesta me jî jê ew e ku em derîyê pirsan vekin û nîqaşeke avaker ava bikin.

 

Di nav amûrên muzîkê de bêhtir hûn kîjan amûrên muzîka kurdî bi kar tînin an jî hûn amûrên muzîka rojavayî bi kar tînin? Hûn bi kîjan amûra muzîkê derketin rê û niha hûn li çend amûran didin an jî bi kar tînin?

Li ba min, ew veqetandin û cudakirina amûrên kurdî yan ên gelên din, ên rojhilatî yan rojavayî ne derbasdar e, ji ber ku taybetmendîya amûran heye û taybetmendîya frekansan heye. Hemû amûr hev temam dikin, ez li gorî pêdivîya berhemê wan bi kar tînim, min bi tembûrê dest pê kir û aniha ez li gelek amûran didim lê mebesta min ne ku ez bibim pisporê jenîna her amûrê bi qasî ku ez dixwazim wan fêm bikim, hêz û taybetmendîya wan nas bikim û li gorî wê tev bigerim.

 

MEHMÛD BERAZÎ KÎ YE? 

Di sala 1983'an de li bajarê Serêkaniyê yê Rojava hatiye dinê. Dayik û bavê wî ji Kobanê ne. Rêwîtiya wî ya muzîkê di sala 1994'an dest pê dike. Dibistana muzîkê nexwendiye. Dersên taybet ên muzîkê wergirtiye. Ew dibêje piştî hin tişt nas kirin û baweriyek di serî wî de ava bû êdî derket asta muzîkjenek asta bilind. Aranjoriya muzîkê dike. Di Orkestra Heskîfê de ya di bin banê Şaredariya Êlihê de hatibû avakirin jî aranjoriyê dikir.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çend rojnamegerên kurd girtî ne? Va ye lîste

ad

Nivîskar Jose Saramago wefat kir

ad

Dezgeha Perwerdehiyê pîroz be

ad

Bakirhan: Ev qirêjiyeke di dîroka hiqûqa Tirkiyeyê de

ad

Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin

ad

Li Bismilê her êvarê fîlmekî heye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname