Diyarname
Kovara kurdên Anatoliya Navîn 'Bîrnebûn' hejmara xwe ya 49'an derxist.
Bîrnebûn ku sê mehan carekê derdikeve bi hejmara xwe ya Biharê derket pêşberî temaşevanan.
Di kovarê de nivîsên li ser wêje, folklor, lêkolîn, dîrok û jiyana kurdên Anatoliya cih digirin.
Kovara ku bi tirkî û kurdî derdikeve di vê hejmarê de nivîsên bi kurdî zêdetir bûne.
Di kovarê de kesên wekî Alî Çiftçî, Remzî Kerîm, Metin Kara, Jêhat Nêrhewî, Mem Xelikan, Mustafa Arikan, Nesrin Bayram, Nuh Ateş, Ekrem Harmancî, Seyfi Dogan, Nuh Ateş, Xemgelî Bane, Îbrahîm Korkmaz, Altun Başaran, Dr. Mîkaîlî, Gülay Mermer, Hesenê Metê, û Mehmet Bayrak bi nivîsên xwe cih girtine.