Diyarname
Saziyên ku li ser kurdî xebatê dikin ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê îro li gelek bajaran daxuyanî belav kirin. Va ne ew bajar û navçe...
- Amed: Li Amedê MED-DER'ê li avahiya xwe daxuyanî da.
- Erxenî: Li Erxenî HDP'ya Erxeniyê daxuyanî da çapemeniyê.
- Wan: Li Wanê Egîtîm-Senê daxuyanî da çapemeniyê. Li aliyê din Komeleya ARSÎSA jî li avahiya xwe daxuyanî da.
- Batman: Li Batmanê Arî-Der li ber avahiya ÎHD'ya Batmanê daxuyanî da.
- Cizîr: Komeleya Birca Belek li ber avahiya xwe daxuyanî da.
- Îzmîr: Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avestayê li avahiya HDP'ya Bajarê Îzmîrê daxuyanî da. PEN'a KURD: Divê parastina kurdî peywira me ya sereke be Li aliyê din Pena Kurd jî ji bo îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir. PEN'a Kurd qala ziman a li çar parçeyan kir û di dawiyê de wisa got, "Wek Navenda PENa Kurd, ji bo parastin û pêşvebirina sînorên Kurdî em di nava hewl û xebatan de ne û em ê her û her van xebatan bidomînin jî. Em ê ji bo belavbûn û sepandina biryarên ku di Kongreya 88’emîn a PENa Navneteweyî ya ku di dawiya sala 2022’yan de li Uppsalaya Swêdê ji bo Kurdî hatin dayîn de, di çarçoveya rêgezên ku di Manîfestoya Gîronayê ya PENa Navneteweyî de, hewl bidin, têbikoşin. Wek gotina dawîn; em dibêjin heke ku zimanê me “hebûn”a me, “nasname”ya me û “rûmet”a me be, divê parastina wî jî yek ji peywirên me yên sereke be."
**
21.02.2023, Nûçeyên Eleqedar:
- KNK: Parastina ziman peywira me ye, em wê derxin asta bilind