Diyarname
Li gor agahiyên hatine belavkirin Îsraîlê bombe bi ser avahiya Serfermandariya Giştî ya Sûriyeyê de barandin. Di vîdeoyê de tê dîtin ku 5-6 bombebaranên mezin dixuyin û ji avahiyê parçe difirin.
Radyoya Artêşa Îsraîlê gotiye bi sedema "hişyariyê" wan cihê nêzî Qesra Serokomariyê Sûriyeyê kiriye hedef.
Li gor hin agahiyan di van bombebaranan de 6 kes mirine, 28 kes birîndar bûne.
Ev du roj bûn endamên HTŞ'ê ku di bin fermana Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de ne êrîşê Dûrziyên Sûriyeyê dikirin. Durziyan ber xwe didan. Li aliyê din hin Durziyên li Îsraîlê jî têl qetandin û bazdan alîkariya Dûrziyên li Sûriyeyê.
Êrîşa îro piştî van bûyeran qewimî.


