Em pêşî hinek qala yên xwe bikin, di dawiyê de emê li ser 'çima'ya vê nivîsê rawestin.
Wisa bifikirin:
Hunermend Tara Mamedova derketiye ser dikê, berî stranên xwe bistrê pirtûka Celadet Alî Bedirxan di dest de ye û rêzika helbestê dixwîne:
- "Herê dotmam, were, xwe berde hembêza pismamê xwe. Ezê ji te re, ji Zivistana xwe ya sar Bihareke germ çêkim."
Bifikirin ku Mehmet Atli berî dest bi strana "Nêrgiz" bike, pirtûka Arjen Arî di dest de ye, helbesteke jê dixwîne;
“hûn ê biçin
hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin
hûn ê biçin û hûn ê biçin!..”
Û Atli paşê dest bi lêdana gitara xwe dike û ji devî wî gotinên stranê bi hewa dikevin;
“Hey nêrgiz nêrgiz nêrgiz
Nêrgizê narê ciwanê
Hey nêrgiz nêrgiz nêrgiz
Sorgulê bêrîvanê…”
Hûn li salonekê ne, saloneke konserê. Hûn çûne konsera Rewşanê. Rewşan hê nehatiye. Ji nişke ve hûn dibînin tê û pirtûka Welat Dilken "41+1" di dest de ye. Ew, pêşî ji pirtûkê helbesta “Pencere” dixwîne:
"Rojê carekê
Radibim diçim ber;
perde qetîqetî cam bi derz
tê re li derve dinêrim
dibînim, li hespekî kihêl siwar;
xeyalek te di ber re derbas dibe."
Helbest xilas dibe, Rewşan pirtûka di destê xwe de nîşanî hezkiriyên xwe dide, paşê bi nazikî datîne ser maseya li ser dikê û dest bi strîna strana “Gulê” dike.
Yan jî hûn li konsera Rojda ne. Konser hê dest pê nekiriye. Li pişt ekranê dîmeneke mezin a Şakiro heye. Rojda tê ser dikê. Ew çi ye? Di dest de pirtûkek. Pirtûka çîrokan a Yaqob Tilermenî "Êşbazî" di dest de ye. Dibêje, "Berî klamê ez ê ji we re parçeyek ji çîrokê bixwînim." Dixwîne. Xweş jî dixwîne. Piştî xwendina wê temam dibe dûre dest bi kala "Wey Dil" dike, denge wê li Newala Botanê olan dide, ji wir diçe li Newala Elî Begê diqelibe û carek din ew olan vedigere salonê; temaşevan dicoşin.
Werin em hinek din zorê bidin aqilê xwe:
Ji rojan roja sêşemê ye. Cih Meclisa Tirkiyeyê ye. Roja Civînên Koman e. Civîna Koma Meclisê ya DEM Partiyê heye. Hevserokê wan Tuncer Bakirhan wê derkeve ser dikê biaxive. Lê na, nediaxive, tiştekî dixwîne. Em baş guh didin, erê pirtûkek di dest de ye. Em hinek din zoom dikin, em dibînin ku pirtûka Feqiyê Teyran e tiştê di dest de. Û Bakirhan dest pê dike "Ey av û av"ê dixwîne:
“Ey av û av, ey av û av
Ma tu bi ‘işq û muhbetê
Mewc û pêlan tavêy belav
Bê sekne û bê ra’hetê Bê ra’het û bê sekne yî
Yan aşiqê Baxwê xwe yî
Yan şubhetê qelbê me yî”
Piştî beşek ji “Ey Av û Av” ku 277 beyt e dixwîne, wisa dibêje Bakirhan: “Min parçeyeke ji helbesta Feqiyê Teyran xwend. Helbet dem tune ye ez hemûyî niha bixwînim, lê hûn çûn mal, temamê wê bixwînin.”
Mesela dema tiştên wisa çêbin dê bala li ser pirtûkên bi kurdî xurtir bibe yan na?
Belkî hûn bejin "Na, tu fêde nîn e."
Lê ev jî heye; dema bi piştgiriya hunermend Mem Ararat, Weşanxaneya Zîz hatibû vekirin û pirtûka helbestan a Mem Ararat hatibû çapkiribûn, ji ber navdariya Ararat wê pirtûkê bi hezaran firot.
Yanê?
Yanê mimkûn e tiştên li jor me gotin bike ku balê bikişîne ser pirtûkên kurdî, belkî kedek wê ji bo bazara weşangeriya kurdî hebe.
Ê baş e ev ji ku derket?
Ez bejim:
Li dinyayê kesên navdar xebateke wisa dane destpêkirin. Stranbêj Dua Lipa, model Kaia Gerber, lîstikvan Reese Witherspoon hin ji wan in ku di platformên xwe de pirtûk di dest de, fotoyan belav dikin û balê dikîşinin ser pirtûkan.
Li ser vê yekê The Guardianê nûçeyeke bi sernavê "Zêdebûna wêjevanên xweşik: Xwendin çawa bû qadeke seksî?" amade kiriye, ku ev xebat pişta xwe dide xebatên wekî "BookTok" û "Bookstagram"ê.
Vê trendê wisa bal kişand ku otorîteyên pirtûkan stranbêj Dua Lipa wekî kuratora Festîvala Wêjeyeyê ya Londonda Îngilistanê hilbijart. Ev festîval îsal di navbera 21'ê kewçêrê û 1'ê sermawezê de wê li dar bike. Ev bi hevkariya "Service95 Book Club" li dar dikeve.
Dua Lipa wê di sazkirina bernameyê de destkariyê bike, rê bide ber wan û filan û bêvan. Ew ê ligel hin nivîskaran jî sohbetan li dar bixe.
A rast armanc jê ew e ku balê bikişînin ser pirtûkan, pirtûkan hê zêdetir bixin rojeva xelkê û bidin xwendin.
"Bifikirin"ên min, ên ku li jor min rêz kirin jî ji vê meseleye derket.
Ma çima nebe?




