logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Soneyên Shakespeare di Cîzmeyê de winda bûn

  • Dîrok: 12/07/2021
Li dinyayê gelek kesên bi aqil hene ku heta îro berhemên wan mane û hê belkî bi sedan salên din jî di rojevê de bimînin. "Hunera Şer" a Sun Tzu her tê qalkirin. Soneyên Shakespeare, Îlahî Komedyaya Dante, çi zanim, gelekên din.
Îro* li aliyek Soneyên Shakespeare hebûn, li aliyê din Komedyaya Dante. Pêre jî taktîkên ku ji "Hunera Şer" a Sun Tzu hatibûn girtin. Erê em qala maçek dikin, lê ev maç wisa ne maçeke ji rêzê bû. Maça fînalê ya tûrnûvaya Euro 2020'î bû. 
Îhtîmal heye Manchini** "Hunera Şer" xwendibe û ew di vê maçê de bi cih kiribe. Belkî jî ji lîstika Komedyayê mînak dianî û li vê maçê bar dikir, ku carinan maç dikir cenet, carinan cehennem û helbet araf jî têde. Em 2 deqeyên pêşî deynin aliyekê, Manchini planeke serketî saz kiribû; gog li nava sehayê û li aliyê sehayê îngilîzan dida lîstin. Şer ne li mala xwe, li mala neyar dikir. Wisa taktîk dilîst ku demek pêlîstina gogê sedî 65 di destê wan de bû.
Wekî ku maç di nav çîrokên çîroknivîskarê îtalî Dino Buzatti de bê lîstin bû. Diherikî, diherikî û di kêliya dawî de Buzatti xwendevan şoq dikir; îtalyanan jî ev nivîskarê xwe bo xwe kiribû mînak û rê dida îngilîz soneyan bixwînin, lê di kêliya dawî de bi çîrokên Dino Buzatti, bi penaltiyan ew şoq kirin.
Ka em çend tiştan din jî li ser maçê lê zêde bikin: Îngilîzên ji bûyera George Flyod heta niha di her maçan de dij nijadperestî derdikevin ku ev aliyeke erênî bû, lê temaşevanên wan ne ew qas centîlmen bûn, derve êrîşê îtalyanan kirin. Ji aliyê lîstikvanan ve jî, her çiqas Premier Lîg yek ji lîga mezin be jî lîstikvanên îngilîz îşev wisa zêde xwedî tecrube nedixuyan û li astek jêr man. Bar li ser milê çend kesan bû, wekî Starling, wekî Shaw. Kane nedikarî pasên cidî bigire. Lê beramberî wê Îtalyan hê xwedî tecrube bûn, senaryoya xwe ji lîstika Dante girtibûn û xweştir dilîstin.
Axirî encam bi penaltiyan diyar bû û Îtalyaya ku di nîv fînalê de Spanya bi penaltiyan stûxwar şandibû mal (4-2) vê carê bi penaltiyan hemû soneyên Shakespeare dan ber agir, pirtûkên li ser fûtbolê yên ku li navenda fûtbolê, li Îngilistanê hatibûn nivîsîn rakirin muzeyan û helbestên ji Dante xwendin. Îtalyayê Îngilistan di cizmeyên xwe de fetisandin û bû Şampiyonê Euro 2020'î.
Vê maçê tiştek din jî kir: Bi mîlyonan însanên ji karantînayê, ji koronayê acizbûyî ji bo çend saetan be jî kêf kirin, ew bêhizûrê, bêhntengiya li ser xwe avêtin.
Û çend notên din:
- Îngilîz piştî gola yekem li gola duyem negeriyan. Xetaya wan a herî mezin ev bû. Di nav maçê de kêm caran hebûn.
- Lîstikvanên ku nikarin penaltiyan biavêjin divê neavêjin. Lîstikvanên ku herin cem gogê, bisekinin û dûre li gogê bidin ew lîstikvan ne penaltîcî ne, divê ew penaltiyan neavêjin. Yê îngilîzan jî bi vî awayî bûn. Di vî warî de û di warê hilbijartina kesên penaltiyan biavêjin de tercihên teknîk dîrektorê îngilîz Gareth Southgate şaş bûn.
- Teknîk dîrektorê îngilîz Gareth Southgate di temamê tûrnûvayê de serketî bû. Îngilîzên ku qet derneketibûn fînala Tûrnûvaya Ewropayê wî ew heta wir birin. Lê di fînalê de her çiqas her bi cîgirê xwe dişêwriya jî nekarîn taktîkek xurtir saz bikin û bi ser bikivin. Hesabê hilbijartina kesên penaltiyan diavêjin jî ji bo wî kêmaniyeke din bû ku hat tomarkirin.
- Hakêmê hollandî Bjorn Kuipers maçek gelek serketî bi rê ve bir û bê xeta bû.
- Mudexeleyên Manchini ji yên Southgate serketîtir bûn, belkî loma bi ser ketin.
- Lîstikvanê îtalî Bonucci di deqîqeya 67'an de gola tîma xwe avêt û hem encam anî yek bi yekê, hem jî bi vê bû "Lîstikvanê herî extiyar ê di Tûrnûvaya Ewropayê de gol avêtiye" (34 salî û 71 rocî). Her wiha Bonucci wekî "Lîstikvanê Herî Serketî yê Maçê" jî hat hilbijartin û xelata xwe girt.
- Rekorek jî ji îngilîzan: Lîstikvanê îngilîz Luke Shaw di deqîqeya yekem û saniyeya 57'an de gol avêt, bi vê yekê di Tûrnûvaya Şampiyoniya Ewropayê de bû gola ku herî bilez hatiye avêtin.
- Di dawiya maçê de hêsrên Manciniyê, kêfxweşiya kaptanê tîmê Chiellini hêjayî dîtinê bûn.
Bi xêr û gunehên xwe tûrnûvayeke din bi dawî bû û îtalî serbilind vegeriyan mala xwe. Sala bê Kûpaya Cîhanê heye. Heta wê çaxê emê bêriya organîzasyonê û maçên wisa mezin bikin.

*Qesta roja 11.07.2021 dike
**Teknîk dîrektorê tîma fûtbolê ya neteweyî ya Îtalyayê Roberto Manchini

Hin Nivîsen Nivîskar

“Ez dixwazim bi te re razêm”

  • 03 Rêbendan 2007

Got: Ez dixwazim bi te re razêm.Şaş bû. Wekî ku bêje ‘Çi?’ lê nêrî. Belê şaş fêm nekiribû,  dixwest tenê ji bo carekê pêre...

Ji min re gotibû 'Em wekhev in'

  • 20 Berfanbar 2019

Berî em bibêjin ev ji ku derket, em pêşî hin gotinan bibêjin:Kurd çima xwe wekhev nabînin û çima xwe û serdestên xwe wekhev nabînin? Çima...

Li Amedê me nifşekî winda kir

  • 12 Sibat 2007

 Li Amedê me nifşekî winda kir -1 Cemil Oguz Hevaleke min a parêzer wan rojan çûbû Amedê, bûyerekê hate serê wê û ji min re qala...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Wekî salên 90'î quncik vala derketin

ad

Di saetek de 24 mîlyon dolar per kar kir

ad

Li Sûriyê Esad biryara hilbijartinê da

ad

Vîrusa korona hat Tirkiyeyê

ad

100 hezar kesî Aram Tîgran bibîr anî

ad

Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname