Li Amedê me nifşekî winda kir -1
Cemil Oguz
Hevaleke min a parêzer wan rojan çûbû Amedê, bûyerekê hate serê wê û ji min re qala çîroka wê bûyerê . Wê çaxê min got me nifşeke winda kir. Vaye çîroka windakirina nifşekî:
- “Ji bo dozekê ez çûbûm Mêrsînê, min heqê xwe girtibû û ew pere li cem min bûn. Û hin zêrên ku min ji bo xwe girtibûn jî di çenteyê de bûn.
Li Amedê xwişka min a mezin jî li cem min e, emê biçûna cem dixtor, min fersend nedît ez çenteyê xwe û tiştên têde li mal deynim.
Em ji dixtor vegeriyan, hê saet li dor 6’ê êvarê bû, em ji kolana Hatboyû diçûn mal, zilamekî qirase dest avêt çenteyê min, dê birevanda, wî kişand min kişand, xwişka min jî bi milê min ve girtiye û min dikişîne, me gelek hev bir û anî, ez dikim gazî, qelebalixa me ye, ne kes tê hawarê, ne deng ji kesî derdikeve. Li der û dor mirov jî hine, dikandar hene…
Paşê ez hîn bûm, par dest avêtine çenteyê kesekê, dikandarê ku mudexele kiriye, roja dûre hatine ew dane ber kêran…
Hinan jî ji min re wiha got, Waye tiştek neavêtiye ser û çavên te, yan kêr mêrek li te nedaye…
Ez hê jî ji bin tesîra vê xelas nebûme… Lê ger çenteyê min bibira? Min ew qas ked dabû, ew keda min biçûya… Yan jî kêr mêrek li min da…
Ez vegeriyam Stenbolê jî hê ez ji bin tesîra wê xelas nebûme…”
Belê bûyer wiha qewimiye.
Yên ku Amedê dizanin, dizanin ku kolana Hatboyû ku ev bûyer lê qewimiye kolaneke mezin e û saet 6’ê êvarê jî ne saeteke dereng e. (Ev mînakek e, mînakên wisa pir diqewimin li Amedê)
Di bûyerê de çend tişt hene:
- Kesê ku cesaretê digire di saeteke ne dereng de û li koleneke mezin dest davêje çenteyê…
- Kesên ku newêrin bi hawar û alîkariya mexdûr de herin..
- Keda ku bi xwêdanê hatiye bi dest xistin û yên ku wê kedê xesp dikin…
- Yên ku dizî û şêlandinê dikin tenê ji bo ku feqîr in dikin?
- Ji ber çi sedeman ev rewş derketiye holê?
- Kî dê bikaribe van bûyeran bi çi awayî ji holê rake?
- Kengê dê bûyerên bi vî awayî li Amedê bi dawî bibin?
Û gelek pirsên din…
Bêşik pêdivî bi nirxandina civaknasan, derûnînasan û nirxandin bi gelek pisporên cihê cihê heye, lê encam çi dibe bila bibe, ji îro de dest bi başkirina vê rewşê bê kirin jî berî 10-15 salan rewş baş nabe.
Ji îro de dest bi dermankirina birînên civakê bê kirin jî ewên ku dest diavêjin çenteyan zû bi zû dev ji vî xuyî bernadin… Û bêşik pêdiviya wan bi kar û bi tedawîkirina psîkolojiyê jî heye ku ji vî karî xelas bibin.
Û ne diyar e dê kengê ev dermankirina wan kesan, başkirina rewşa wan, ji holê rakirina bûyerên wisa pêk bê…
Ji ber vê yekê ez dibêjim me nifşekî winda kir.
Niha nifşê diziyê, şêlandinê bi me re, di nava me de ye û em bi hev re dijîn.
Ma ji bo gelekî ev bi xwe ne rewşeke dijwar e? Ji ber vê yekê emê çawa bikaribin bi kurdbûn, bi amedîbûna xwe serbilind bin?
Amedî yan ne amedî, gelek diziyên ku li bajarên mezin ên wekî metropolan jî pêk tên dibêjin ‘Amedî ne.’ Digel nifşekê, me navekî ku bi serbilindî bi xwe re digerand jî winda kir.
Ez wekî amediyekî ji ber van bûyeran şerm dikim û ji ber windabûna nifşekî xemgîn in.
12.02.2007
*****
Li Amedê me nifşekî winda kir – 2
Cemil Oguz
Em vê hefteyê jî meseleya “Li Amedê me nifşekê winda kir” didomînin. Hefteya çûyî me li ser dizên Amedê çend gotin gotibûn, vê hefteyê li ser zarokan…
Li Amedê zarok ji gundan hatine bajêr.
Zarokên şer in ew, zarokên koçê ne. Ew di nav dengê bombeyan, agir û şewatê de mezin bûne.
Navên wan Bêrîvan, Egîd, Ronahî, Jiyan, Çekdar û hwd e.
Ew ji nav dar û daristanên xwe, ji van çem û newalên xwe hatine vî bajarî. Wan gundên xwe, xaniyên xwe, sewalên xwe li wir hiştin.
Ji cihê ku hatin dengê sewalên wan jî bi kurdî bû.
Serê sibê dîkan bi kurdî bang dida.
Gurên çiyayên wan jî bi kurdî dikirin zûrînî.
Û ew ji wir hatin.
Hatin nav kuçeyên teng, kuçeyên sar, kuçeyên ku hêdî hêdî tirkî lê hakim dibû û ew jî hînê tirkî bûn.
Bêşik gelek tiştî tesîr li wan kir, ev bi xwe mijara lêkolînekê ye, lê em niha tenê li encamê dinêrin û di encamê de:
- Egîd bi kurdî nizane.
- Bêrîvan bi tirkî lîstikê dilîze.
- Çekdar li dibistana tirkî dixwîne.
- Pîrika Jiyan ji vê dinyayê bar kiriye û kesê/a ku ji Jiyan re qala çîrokan û çîvanokan, meselok û pêkenokên kurdî bike nîn e. Ew jî ji çîrokên kurdî bêpar maye.
- Haya Ronahî ji “Mîrze Mihemed”, “Rustemê Zal”, “Dîk û Rovî” nîn e. Ew bi xêzefîlmên tirkî mezin dibe.
Welhasil.
Zarokên me, li nav kuçeyên Amedê di nav şertên wisa de mezin dibin.
Li nifşekî ku lîstikên xwe bi zimanê biyanî bilîzin bifikirin….
Li nifşekî ku haya wê qet ji çîrokên zimanê wî/ê nîn e bifikirin…
Li nifşekî ku li bajarên wî/ê dibistanên ku bi zimanê dayika wê dersê dide nîn e bifikirin…
Û li 20-30 saliya vî nifşî bifikirin…
Gelo hûn jî beşdarî min nabin ku me li Amedê nifşekî winda kir. Temam, em bêjin ev peyv hinekî giran e, em hinekî sivik bikin û wisa bêjin: Ger em dest neavêjinê, nifşekî me li ber windabûnê ye.
Ez sernava xwe ya “Li Amedê me nifşekî winda kir” jî nerm dikim û wisa dibêjim: “Çawa bi zêdebûna dizan re me beşeke nifşekê winda kiribû (yan jî li ber windakirinê ye)”, bi bikarneanîna zimanê xwe yê dayikê re jî hindik maye em parçeyeke din a nifşekî winda bikin.
Niha encam ev e…
Bêşik ez dizanim hin kes û derdor (wekî Şaredariyên Amedê) dixwazin vê rewşê biguherînin.
Bêşik ez dizanim di nav hinek hewldanan de ne jî, lê ez vê jî dizanim bi asta îro hê têrê nake… Hinekî din, hinekî din heta ew “hinekî” bibe “gelekî” ked û xebat divê, têkoşîneke dûvedirêj û xurt divê...
Bi hêviya ku dê Bêrîvan, Egîd, Ronahî, Jiyan, Çekdar. hînê çîrok û çîvanokên kurdî, zimanê kurdî bibin.
Dîrok: 20.02.2007


