Diyarname
Mebûsê AKP'ê Cemil Çiçek ku wekî 'zilamê dewletê' tê nasîn dê bibe serokê meclisê. Li Tirkiyeyê her çiqas ji bo serokatiya meclisê dengdayîn bê lidarxistin jî her gav kî di destlihatdariyê de be ew dibe serokê meclisê. AKP ku ev sê caran e tê desthilatdariyê niha dê serokê meclisê hilbijêre. Di nav AKP'ê de navê 3 kesan derbas dibû lê Cemil Çiçekê ku heta niha li hemberî kurdan jî gelek caran gotinên nexweş anîbû ziman derket pêş.
Dengdayîna ji bo serokatiya meclisê 4'ê tîrmehê de dê li dar bikeve. Di tûra yekem û duyem de bi têra xwe deng dernekevin jî di tûra sêyem de bi dengên AKP'ê dê Çiçek bibe serokê meclisê.
Ji bo vê yekê Çiçek li ser navê AKP'ê çûbû serdana CHP û MHP'ê. CHP'ê bi êrênî li serokatiya Çiçek nêrîbû lê MHP'ê wekî her carê diyar kiribû ku ew ê berendamekî derxin.
***
Vaye ji gotinên Çiçek yeka li ser kurdan:


