Diyarname
Belgefîlmên ku ji bo Pêşbaziya Festîvala Fîlman a Guzeka Zêrîn a hatine şandin û ketine nava Pêşbaziya Belgefîlman a Neteweyî hatin eşkere kirin. 10 belgefîlmî di nav pêşbaziyê de cih girtine.
Festîvala îsal di navbera 12-18'ê rezberê de li dar dikeve. Ji bo beşa belgefîlman 53 belgefîlm hatibûn şandin û pêşjuriyê ji wan 10 heb hilbijartine û xistine nava pêşbaziyê.
Juriya Pêşbaziya Belgefîlman a Neteweyî îsal ji sazkara belgefîlman û derhêner Sevinç Yeşiltaş, sazkar û derhêner Vedat Atasoy û sazkar Derya Tarim pêk tê. Ewê belgefîlman binirxînin û 17'ê mehê serketî eşkere bikin.
Belgefîlmên hatine hilbijartin ev in:
- Bakirkoy Underground / Derhêner Berkay Şatir
- Bir Zamanlar Yeşilçam: Abdurrahman Keskiner / Derhêner Mehmet Gureli
- Bu Ben Degilim / Derhêner Jeyan Kader Gulşen, Zekiye Kaçak
- Crossroads / Derhêner Mahmut Fazil Coşkun
- Herkes Topraga Gomulur, Ben Suya / Derhêner Fettullah Çelik
- Koudelka: Ayni Nehirden Geçmek / Derhêner Coşkun Aşar
- Koşe Başi Beklerim / Derhêner Neslihan Kultur
- Maffy’s Jazz / Derhêner Deniz Yuksel Abalioglu
- Metamazon / Derhêner Can Adiloglu
- Senin Yillardır Gerçekleştirmeyi Beklediğin Bir Duş Var / Derhêner Pinar Fontini
ÇÎROKA HESKÎFÊ
Heta niha li ser têkbirina Heskîfî hin belgefîlm hatin kişandin û niha yeka din li wan zêde bû: "Herkes Topraga Gomulur, Ben Suya": Belgefîlmê ku kariya bikeve beşa pêşbaziyê ji aliyê derhêner Fettullah Çelik ve hatiye kişandin. Çelîk bi kameraya xwe Heskîfa ku hat noqavkirin tîne pêşberî temaşevanan. Belgefîlmê bi kurdî û tirkî ye, vesazkirina wî Umit Kivanç kiriye û metin jî aîdê Şeyhmus Diken e.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Fîlmên Pêşbaziya Gûzeka Zêrîn diyar bûn
- Ewê serketiyên Gûzeka Zêrîn diyar bikin
- Gûzeka Zêrîn li benda fîlman e
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.