Vê şevê atmosfereke ecêb heye; kesek tune li kuçeyan, her kes li mala xwe ye. Hêdî hêdî lembe jî ditefin li kolanên ser rêya min.
Ji atolyeya resimê derketim. Îro ecêb tiştekî bû. Nezerî bûm! Her hefte hevalên li atolyeyê pesnê min didin, hewesiya xwe bi qabîliyeta min tînin; berî gişan resmê xwe temam dikim. Lê vê hefteyê hemû merîfetên min bûn sifir. Ji nişke ve xitimîm. Min kir nekir pêş neket, resim şekil negirt, reng ji hev dûrketin. Serê min êş ketê. Mîda min êş ketê. Çiyayên bi mij ên di wêneyê de bûn bar û xwe li ser qolincên min danîn. Min ji xwe pirsî; ma gelo mirov mecbûr e her tiştî karibe xêz bike û hercarî serkeftî be?
Lê vê pirsê jî ez teselî nekirim. Teknîka resim min di serê xwe re derbas kir. Gelo rengan çawa li hev bînim? Di nava harmoniyeke de ji vê zemîna spî çîroka vî çiyayî çawa biafirînim? Dikim nakim nabe. Îşev rengên min ji hev direvin. Dema gihîştim wê qenaetê ku xitimî me, ketim pey mazeretan.
Belkî boyaxên min, qelemên min, malzemeyên min îşev li mal mabûn lewma. Belkî malzemeyên li atolyê kevin in, belkî ji ber vê nikarim şînê ezman û mija çiyê li hev bînim?
Bi deqeyan li dora xwe çûm hatim; min li resimê xwe yê têkçûyî nêrî, resimî li min nêrî. Îmkana wê tune, îşev gavekî jî pêşkevim. Min tuwal avêt koşeyekê, xwest dest bi xebateke nû bikim.
Çûm cem Serayê. Li hemberî min rûdine. Kilîta hemû derdan li cem wê heye. Diyaloga me her carî mêjiyê min nû dike. Wexta ku pê re demê derbas dikim, her carî min ji nû ve diafirîne.
Serayê dibêje; hunerê ev bi min da fehmkirin; dema mirov zorê li sînorên xwe dike, ew qas jî keşifên nû dike. Huner perwerde ye. Mirovan terbiye dike. Li devera ku lê xitimî, dikare pencereyeke nû derxe pêşiya te. Wê demê bêhna te fireh dibe û dikarî êdî ji aliyên cuda ve li bûyeran binêrî.
Li ser gotinên Serayê kûr bûm. Rast e; ezê ku bi salan e resim çêdikim, çawa ji nişke ve wiha xitimîm. Gelo çi bû sedem ku îşev bikevim nava qalib û sînoran û hêviyê ji xwe qut bikim?
Serayê ji jiyana xwe ya hunerî hin nimûne dan.
Ma di jiyana rojane de jî li hember zehmetiyan em ne wiha ne? Dema mijareke an jî rewşeke zorê li me dike, em ji nişke ve xwe kilît dikin. Çima em nafikirin ji aliyê din ve li bûyeran binêrin, ji pirsgirâkan re formulên cuda yên çareseriyê peyda bikin? Kengî tu ketî ser vê rêyê, wê demê keşif û fêrbûn destpê dike. Di jiyanê de tişta ku herî zêde heyecanê dide min, fêrbûna tiştekî nû ye. Ez têgihîştim ku her xitimandin, keşfeke nû ye, destpêkeke nû ye û fêrbûn e. Ev jî min nû dike, hucreyên min teze dike.
Serayê ji pir aliyan ve hunermend e. Di deh tiliyên wê de deh huner hene. Enstrumana ku lênexe hema bêje tune ye. Ji tecrubeyên xwe, ev nûmune da:
Huner mîna jiyanê ye, tije zehmetî ye. Muzik jî eynî mîna resim e. Ez carnan bi saetan li ser helbestekê dixebitim, dikim nakim nikarim wê li ser enstrumanê deşîfre bikim. Dixitimim, tiliyên min nagirin. Carnan îcab dike li ser melodiyekê bi rojan bixebitim. Dema bi ser nakevim bêhna min diçike, dixwazim serê xwe li enstrumana xwe bixim. Ev xitimandin di her beşên jiyanê de dikare bê pêşiya mirovan. Ya girîng mirov rihê xwe aş bike, kedî bike, hay ji qîmeta sebr û kedê hebe û bêhna xwe fireh bike.
Zehmetiyên di hunerê de, li gor amûr û derfetên amûrê jî diguherin. Serayê gotin anî ser ferqiya enstrumanên bi têl û yên bi nefes.
Di muzikê de bikaranîna her enstrumanek bandoreke cuda li rihiyeta mirovan dike. Yên bi têl cuda ne, yên bi nefes cuda ne.
Mesela ‘ney’ dengê xwe, melodiya xwe bi temamî ji nefesa mirovan digire. Dema tu nefes didê di hundurê te de, di rihiyeta te de çi hebe ew derdikeve dibe melodî. Hêza te, nerm bûna te, otoriteya te, giranbûna te, hişkbûna te, bi kurtasî rihê te çi be ew di ney de xwe dide der. Enstrumanên bi têl cuda ne; ji derve ve temas dikî, ji bo bixî bin hukmê xwe mehrîfeteke fizîkî ya tiliyan lazim e. Yanî fêrbûna her enstrumaneke jî bi sere xwe, rêwîtiyek nû ye ber bi keşfkirina sînorên xwe ve.
Sohbeta bi Serayê re îşev qaşo li ser xetimandina min bû, lê heta meseleyên civakî û sosyolojîk dirêj bû. Di meşa li ser rêya hunerê de, em ne bi tena sere xwe ne! Ji malbatên kurdan nimûne dan Serayê.
Di malbatên me de carnan hemû zarok, her yek ji wan xwedî marîfetên cuda yên hunerî ne. Lê ji ber şertên civakî û hiyerarşiya malbatî, hinekên wan di bin siya xuşk û birayên xwe de dimînin. Lewma carnan bi marîfetên xwe nahesin, carnan wan dereng keşif dikin, carnan jî di nav xirecira jiyana malbatî de dor nayê ser wan ku qîmetê bidin wan, wan pêş bixin. Belkî jî eger hejmara nifûsa malbatên me kêmbûya, yan jî pergaleke me ya rêvebiriyê ya aîdê civaka me hebûya, zarok wê bêhtir bi xwe bihesiyana, di wextê de bidana ser rêya qabîliyetên xwe û karibana bê sînor û zincîr, azad li pey wan bimeşiyana.
Ji aliyek ve jiyana min û Serayê dişibe hev. Em di hunerê de dereng mane. Me mehrîfetên xwe dereng keşif kirin. Nîvê jiyana me derbas bûye, em hê nû ketine pey hunerê. Em zarokên bêwelat in. Keşfên me dereng dikevin. Îro bi derengî be jî em ketine pêy perçeyên ji me kêm mane. Belkî jî huner em bi xwe ne, perçeyên rihê me ne, di nava xirecira jiyanê de me ew dehf dane, ji xwe dûrxistine, winda kirine, di binê bîrên tarî de em niha li wan digerin. Em xwe mecbûr dibînin, li pêy wan herin. Ma ne mecbûrî be derdê me çi ye em heta nîvê şevan dixebitin, xwe ji zewqên din ên jiyanê bêpar dihêlin!
Ez û Serayê gihîştin wê qenaetê ku dema tu hunerê diafirînî, îcab nake li benda berdêla wê bî ku tişteke berçav li te vegerîne. Di hunerê de mirov bi xwe re dikeve diyalogê, dikeve cengê. Sînorên xwe dibîne, carnan di ser wan sînoran re difire, diçe cîhanên xerîb.Carnan wan sînoran hildiweşîne. Ev seyaheta rihî ya di nava hunerê de mirovan dipijîne, fêr dike, zexim dike. Mirov xwe dibîne, nas dike.
Bi hêza ku min ji Serayê girt, kir înad; dîsa li resimê xwe vegeriyam. Îşev temam nekim jî ne xem e, ezê hefteya pêş malzemeyên xwe ji malê bînim û mija arîreng bi ser çiyayan ve berdim. Niha ez ji her kesî zêdetir encama vê tabloyê meraq dikim.
Dem zû derbas bû, em ji atolyeyê derketin. Serayê diçû mala xwe, ez mala xwe. Li ber derî berê ku em ji hev veqetin, bi van gotinên xwe di serê min de ronahî pêxist:
Tu zanî! Di hunerê de jî di jiyanê de jî, belkî her tişt ne di destê me de ye jî. Belkî yên mirovan ber bi deran ve dikişîne, zeman e. Di jiyanê de efsûnekê heye ku derveyî hukmê mirov e. Carnan ji zarokatiyê ve tiştekê xeyal dikî, hêvî dikî, bi daxwazeke mezin dixwazî bigihîjî. Her çend di nava pêla jiyanê de te ew daxwaz ji bîr kiribe an jî dahf dabe jî, rojek tê, ew ji nişke ve te zeft dike. Ji kûrahiya wê bîra ku te çendîn hesretiyên xwe tê de ji bîr kirine ji nû ve dertê. Tu biryar nadî, bêhemdê te çêdibe. Ya muhîm ew e, dema ev daxwaz hat û tu bi rê xistî, pêşî lê negire, xwe bi wê re berde û li temaşeke, ka te heta ku derê dibe!