Strana “Sarî Zavano” bêhtir li herêma Botan li ser zavê tê gotin. Lê di eslê xwe de stran bi her awayî, amadekariya dawetê vêdibêje. Û her hewa orf û edetên civaka kurdan ên dawetê jî radixe ber çavan. Em ê di vê nivîsê de strana “Sarî Zavano” ya me ji gundê Bafê tomarkirî şirove bikin û hin taybetiyên vê stranê binivîsin.
Stran wekî benda tê gotin û rêzên dido, carina dibin çar rêz. Bi miqamê levvegerindinê tê gotin. Rîtma wê li gorî dema tê gotin, li gorî stranbêjan tê guhartin. Her koma berbûliya bi rîtmeke cuda “Sarî Zavano” dibêje.
Stran li ser zavayê wê rojê, an jî her kes li ser zavayê xwe dibêje. Strana zavê, bêhtir; xweh, xaltîk, jinam, domam û keç mixaletî zavê dibêjin. Wekî me gotî, kesên stranê dibêjin jin in, û herî hindik du jin vê stranê dibêjin. Lê demên berê de çar jinan digot û yên din li wan vedigerand. Yanî herî hindik çar û jê zêdetir jinan digot. Dema me ev vîdeo qeyd dikir (tebax/gelawêj 2022) zava Nezîrê Hacî Micêdê Bafêyî bû. Û çavkaniyên me Rebîa Hemedê Derwêş û Helîma Avdila xweyiyê wî bûn û avêtine ser Nezîrê Hacî Micêd.
Stran, rewşa zavê û hazirî û birêveçûne xêl-dawetê dibêje. Em ê li jêr li gorî bendan stranê şirove bikin.
ŞAŞIKA TAYBET A ZAVA
Stran bi gotinên “Sarî zavano wey Nezîro sarî zavano/Serê şaşê gêlano wey xêle te j'baqê gulano” dest pê dike. Zava serekê zava hemûyan e, yanî ji hemû zavayên wê salê qeşengtir e. Li serê zavê “şaşê Gêlano” heya, ango, şaşika terîqata Şêx Evdilqadir Gêlanî heye. Dibê di zemanê berê de, ji zavê re şaşikeke taybet çêdikirin û dema zavatiyê de danîn ser serê wî. Xêl (dawet) ê zavê ji baqê gulan e. Ango ew qas daweta wî rengîn û xweş e.
Benda diduyan dibêje “Ma anî û anî Nezîro ma anî anî/Li ber derê xênî danî, wey sed car pîroz bê li wî canî” Ango, berbûliya bûk aniye û li ber deriyê mala zavê daniye. Û dibêjin bûk sed carî li zavê pîroz be.
Di benda sêyê de êdî dawet dest pê dike û tarîfa dawetê tê kirin. “Mitirbê deştê, wey Nezîro şêr şêrê deştê/ Lê dane heştê heştê, Zavakê me çû be(r)heştê,” Di dawetê kesên gelekî çalak “mitirb” in ango kesên sazbend in, û bi xêra wan govend tê gerandin. Ji ber vê “mitirbê deştê şêr şêrê deştê” ye. Ango stranbêj dibêjin “mitirb” wekî şêran jêhatî ne û dawetê xweş dikin.
Berê, dawet ji roja îne heta îna dî berdewam dikir. Yanî “mitirban” heşt rojan li dawol û zirnê dida û govend digerandin. Dibe ku ev rêza “lê dane heştê heştê” vê rewşê vedibejê. Îhtîmaleke din jî ev e ku, heşt “mitirb” bi hev re li dawol û zirnê dixin.
Her wiha benda pîştî wê jî rê li ser “mitirba” ye, lê vê carê “mitirb mitirbê Torê “ ye. Wiha tê gotin: “Mitirbê Torê wey Nezîro şêr şêrê Torê/Lê dana dor bi dorê wey zavakê me j'Erzeromê”
Mitirb dor bi dor li dawol û zirnê dixin. Zava jî ji dereke dûr, ji Erzeromê tê. Wisa dixuye ku mitirbên jêhatî yan “Deştî” bûn yan jî Torî bûn.
LI HERÊMA BOTAN ÇIYAYÊ EYNÊ
Di benda din de dibêjin; “Çiyakê Eynê yo, wey Nezîro Çiyakê Eynê yo/Eyn û e'yd tevde têyo, wey keçik ereba deştê yo”. Çiyayê Eynê li herêma Botan nêzî gundê Findikê ye. Ji ber ku ev stran ya herêma Botanê ye û bûk jî ji gundekî li nêzîkî Çîyayê Eynê ye, gotin hatiye ser derbasbûna wî çiyayî re. Eyd û dawet bi hev re tê kirin û ev jî tê maneya ku kêfxweşiyeke mezin heye. Di rêzika din “keçik” yanî bûk “Ereba deştê” ya; ji ber ku ne Erebên Çolê an jî Bedewî ye û ne, bûkê dişibînin keçên Erebên deştî.
Di benda piştî re amadekariya anîna bûkê berdewam dike. Lê berbûrî, ji berf û lêlavê nikarin bûkê bînin. Stranbêj dibêjin “Çiyakê Çiravê wey Nezîro Çiyakê Çiravê/Vê berfê vê lêlavê, hê keç li mala bavê”. Ango dibêijn, berbûlî bûkê ji hêla Dihê û Sêrtê ve tînin û di riya wan de berf û lêlav heye. Wekî ku tê zanîn çiyayê Çiravê di navbera navçeya Dihê (Eruh) ya Sêrtê de ye û çiyakî her demê bi berf e. Lêlav, berfa nîvheliyayiye û mirov nikare bi rihetî di nav re bimeşe. Ev lêlav gelek caran dibe sebeba felaketan jî. Ji ber vê yekê, di dema berf bû lêlav hebê, bûk- keç di mala bavê de dimînin. Ango dawet dimîne biharê. Ji ber vê kurdan berê dawetên xwe berî zivistanê lidardixistin. De qene ku rastî berf û lêlavê neyên û bûka xwe bînin.
‘EBAYA LI MILA YÊ BASRAYÎ’
Benda “Bajêr da mayî wey Nezîro d'bajêr da mayî/Eba l'mil a Basrayî, we'b serê te kim tu zavayî” di eslê xwe de davêjin ser bavê zavê û bavê zavê. Çavkaniyên me hinekî xelitî ne. “Bajêr li herêma Botanê ji bo Cizîra Botan tê gotin. Bavê zavê “Hacî” di bajêr de maye. Ji ber çi di “Bajêr” yanî di Cizîra Botan de maye? Ji ber barê dawetê, yanî ji ber mesrafa dawetê nikarî ji Bajarê Cizîrê derkeve û xwe bigihîne mala xwe. Lê li hemberî vê jî, çiqas barê bavê zavê giranbe jî “Ebayê li mila yê Basrayî“ ye û ew sembola zavatiyê û zavayê bigihê dergistiya xwe.
Ev herdu bend, cihê dawetê tarîf dikin û statuya zavê ya di nava malê de diyar dike. Dawet an ya birayê bûçûk e, an jî daweta birayê mezin e. Her wiha êdî bûk hatiye mala zavê û hewşa mala zavê tê tarîfkirin herdu bend wiha ne.
“Hewşa biçûka wey Nezîro hewşa biçûka
Ya tijî mêr û bûka wey daweta birakê biçûk a
Hewşa mezin a wey Nezîro hewşa Mezin a
Ya tijî mêr û jina, wey daweta birakê mezin a”
Ber bi benda dawiyê ve êdî dema anînê xuya ye û berbûrî mizgîniyê didin zavê. Dibêjin: “ Vê carê rasta, wey Nezîro vê carê rasta/ Vê mihê şîr kir masta, wey ya te digo me'j te ra xwasta” Di zemanê berê de, gelek caran ji ber sedemên cur bi cur bûk di mala bavê de diman. Lê “vê carê rasta” êdî û veger jê nîn e. Çawa ji şîrê mihan mastê xweş çêdibe û bi dile mirov e, wisa ya zavê xwestî kirine bûk û anîne.
DIYA ZAVÊ
Di van herdu benden dawîyê de stranbêj ango berbûrî davêjin ser diya zavê û dibêjin
“Dayka delala lê Gulê dayka delala/Tê rûna li pêşî mal a, wey daweta Nezîr li xala
Dayka cindîya lê Gulê dayîka cindîya/Tê rûna l'ser kursîya, wey daweta Nezîr l'gundîya”
Dayka zavê delal e û li pêşîya malê di rûnê û bi xêl-dawetê re mijûl dibe. Di benda ewil de, gerandina daweta- govendê li xalên zavê ye. Di benda diduyan de, gerandina govendê li gundiya ye.
Kesên di stranê de li gorî muhîmbûna tevgera xwe hatine rêz kirin ev in: Zava, bûk, mitirb, berbûlî, bav, dayîk, xal û gundî.
JI SERÎ VE KÊLIYÊN STRANÊ
Wexta li mirov berferehî li vê strana zavê dimêzîne, xweriste balkêş dibîne. Stran di destpêke de zavê dike “serekê zavayan” û tarîfa şaşika wî dike. Piştre bûk li berê malê tê danîn. Lê ev xwerista stranê tevlihev nake. Ji ber ku vegotina stranên gelerî hema ji destpêkê ve bi hereket û tevgerê dest pê dike. Piştre stran, pîştî zavê lehengê di dawetê yê herî muhîm tarîf dike û ew jî “mitirb” e. Di xweristê de, xweşkayiya bûkê piştî van tiştan re tê tarîf kirin. Wexta tarîfa bûkê xilas dibe, stran li ser zor û zehmetiyên anîna bûkê disekine. Kiryariya tiştên dawetê li ser milê bavê zavê ye û carina nikarê ji “Bajêr” jî derkeve. Wexta bûk digihê mala zavê, êdî hewşa mala bavê zavê û gerandina dawetê tê gotin. Bendên dawî li ser diya zavê tênê gotin û serbilindiya diya zavê wekî fînalê ye.
Strana “Serî Zavano”, dawetên Botanî û amadekarî û birêveçûna wan, wekî panoromayeke radixe ber çavan.
Lînka stranê: https://www.youtube.com/watch?v=CDUT8AUbbrM&t=33s
Sarî Zavano
Sarî zavano wey Nezîro sarî zavano
Serê şaşê gêlano wey xêle te j'baqê gulano
Ma anî û anî Nezîro ma anî û anî
Li ber derê xênî danî, wey sed car pîroz bê li wî canî
Birakê mino, wey Nezîro delalê mino
Mitirbê deştê, wey Nezîro şêr şêrê deştê
Lê danê heştê heştê
Zavakê me çû berheştê,
Mitirbê Torê wey Nezîro şêr şêrê Torê
Lê dana dor bi dorê wey zavakê me j'Erzeromê
Çîyakê Eynê yo, wey Nezîro Çîyakê Eynê yo
Eyn û e'yd tevde têyo, wey keçik Ereba Deştê yo
Çîyakê Çiravê wey Nezîro Çîyakê Çiravê
Vê berfê vê lêlavê, hê keç li mala bavê
Bajêr da mayî wey Nezîro d'bajêr da mayî
Eba l'mil a Basrayî, we'b serê te kim tu zavayî
Hewşa biçûka wey Nezîro hewşa biçûka
Ya tijî mêr û bûka wey daweta birakê biçûk a
Hewşa mezin a wey Nezîro hewşa Mezin a
Ya tijî mêr û jina, wey daweta birakê mezin a
Bajêr da mayî way Hacîyo bajêr da mayî
Ereba li mila Basrayî, wey serê tekim tu zavayî
Birakê mino wey Nezîro wey delalê mino
Çîyakê Eynê yo we Nezîro Çîyakê Eynê yo.
Eyn û eyd tevda têyo, wey keçik ereba deştê yo
Vê carê rasta, wey Nezîro vê carê rasta
Vê mihê şîr kir masta, wey ya te digo me'j te ra xwasta
Vê carê he wa Nezîro vê carê he wa
Vê mihê şîr kir dewa, wey ya te digo me'j te ra xwasta
Dayka delala lê Gulê dayka delala
Tê rûna li pêşî mal a, wey daweta Nezîr li xala
Dayka cindîya lê Gulê dayîka cindîya
Tê rûna l'ser kursîya, wey daweta Nezîr l'gundîya
Berhevkarê Stranê: Veysel Vesek