logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Hozan Dilgeş hat rûmetdarkirin

Li nehiyeya Melle ya Almanyayê, şeva piştgiriyê ji bo Hozan Dilgeşê ku rûyekî nasraw ê muzîka kurdî ye û yê ku nexweşiya

  • Dîrok: 25/04/2010
  • Beş: Nûçe

ELÎ DAPAR / MELLE

Li nehiyeya Melle ya Almanyayê, şeva piştgiriyê ji bo Hozan Dilgeşê ku rûyekî nasraw ê muzîka kurdî ye û yê ku nexweşiya şekir pê re heye hate lidarxistin. Di şevê de, ji ber tevkariyên li muzîka kurdî kirî, du plaket dane Hozan Dilgeş.

Şeva piştgiriyê bo Hozan Dilgeşê ku bi saz û awazên xwe di Têkoşîna Azadîxwaz a Kurdistanê de xwe dayî hezkirin hate lidarxistin. Di şeva piştgiriyê ya ku ji aliyê Platforma Hunermendên Kurd ên Êzidî (PHKE) û Tev-Çandê ve li nahiyeya Melle ya Almanyayê hate birêvebirin de, gelek hunermend û bi sedan kes amade bûn.

Şevê bi deqiqeyek rawestana rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê PHKE’yê axaftinek hate kirin. Di axaftinê de, hate gotin, bi qasî ku têr bike, em xwedî li hunermendên kurd dernakevin, paşê wiha hate gotin, “Em minetdarên Hozan Dilgeş in ku xwe fedayê gelê xwe kiriye û em gihandine vê astê”.

Hozan Dilgeş di dema selteneta keyayan de, bi strana li ser keyayan gotî, strana “Lo Mixtaro”, xwe kiribû hedef û hate gotin, “ji ber ku di têkoşîna kurdan de Hozan Dilgeş bûye çirayek ji bo me, em spasî wî dikin”.

Tev-Çandê jî, ji ber bi salan e xizmetê ji çanda kurdan re dike, wî dide jiyandin û ji bo ku xwe kiriye rêgezeke jiyandinê, Hozan Dilgeş pîroz kir û banga xwedîderketinê li hunermendên ku ji ber hunera ku çêkirine bûne hedef hate kirin.

Hozan Xelîl Xemgîn jî bal kişande ser xebatên ku bi Hozan Dilgeş re di binê banê Hunerkomê de bi salan meşandine û bi vî awayî balkişand ser xebatên wê demê: “Hozan Dilgeş bi salan e bi derzî û dermanên xwe, ji şevekê beziya şeveke din. Xwarina wî di çenteyê wî de, li ser riyan bû. Wî berjewendiyên xwe yên kesî her dem dixist rêza duyem. Wê hingê hunermendên kurd kêm bûn û ji bo hemû şevan bi bez diçû. Dilgeş bi wê rewşa xwe ve tu şev bernedida û digot, 'Ez ê li gel gelê xwe cî bigirim'."

Xelîl Xemgîn got, “Bi armancên siyasî em nebûne hunermend, em bûn kedkarên gelê xwe” û wiha berdewam kir, “Ji bo ku tu bibî hunermend, divê gel te qebûl bike. Ev erêkirin ji bo Dilgeş hatibû dayîn.”

Di axaftinên ku ji aliyê Carcûr Cemalê ji Yekîtiya Êzidiyên Kurdistanê, Serokê Meclisa Gel a Bielefeldê, Tahir Koçer û rojnamevan Kakşar Oramar ve hatin kirin de, ji ber xizmetên Hozan Dilgeş ew pîroz kirin û daxwaz hate kirin xwedî li hunermendan derkevin.

Di şevê de, Koroya Zarokan a Bielefeldê, Îdris Bago, K. Rizgar Bişar, Şemdîn, Başo, Xemdar, Peywan, Xelîl Xemgîn, Melek, Xemgîn Bîrhat, Seydxan, Cewat Merwanî û Kawa bi stranên xwe şev xemilandin.

Di şevê de Hozan Dilgeş axaftinek kir, spasiyên xwe pêşkêşî kesên ku tevî şevê bûne kir û wiha got: “We ez pir bextewar kirim. Ez pir kêfxweş bûm. Em malbatek in. Divê em hêza xwe kom bikin û bibin yek. Di vê têkoşînê de, gelek hunermend şehîd ketine. Em kurd di wê pêvajoyê de bê tecrube bûn, me nezanî em xwedî li nirxan derkevin. Ji ber vê şeva piştgiriyê ez pir kêfxweş bûm. Di sêrî de li PHKE û Tev-Çand’ê, ez spasî we tevan dikim”.

Di şeva ku Mîr Muzîkê tacegul şandê de, ji aliyê PHKE û Tev-Çand’ê ve, her yekê, ji ber xebatên Hozan Dilgeş plaketek dane Hozan Dilgeş. Dilgeş coş û xuroşa xwe nekarî veşêre, li ber çepik û diruşman plaketên xwe wergirt.

Hin ji stranên Dilgeş ev in: Biçûkê Canê, Lê Xin Gerîla Lê Xin, Bêrîvanê, Nisêbîn, Egîd Bi Heybet, Mixtaro, Şerê Bagokê, Axa Me Zêr û Zengîn.

Şeva piştgiriyê bi stranan û dîlanê heta derengiya şevê dom kir.

Ji ANF'ê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Zarok li Sûrê dê bicoşin

ad

Teknîk Dîrektorên 'Euro 2020'î

ad

VHS'ê xatir xwest!

ad

Bi wêneyan oxirkirina Tahir Elçî

ad

Zarok li benda mamosteyan in

ad

Îlham Ehmed: Em libenda ENKS'ê ne nakokiyên xwe bidawî bike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname