Qedexekirina li ser ziman û çanda kurdî xwedî pratîkek kevin e û xwedî berdewamiyê ye. Çanda kurdî, bi taybetî muzîka kurdî ya gelerî-folklorîk gelekî xurt e û li tirkî desthilatan ji destpêka komarê ve xwestine vê kana xurt bixitimînin. Carinan xwestine muzîka kurdî ji kakilê wê derxin û gelek caran jî bi kiryar û qanûnên tund hunera kurdî qedexe kirine. Di salên 1980’yî de jî ji ber tesîra cuntayê û rewşa awarte qedexeya li ser kurdî xurtir bûbû. Ev nivîsar jî çîroka qedexekirineke li ser çanda kurdî vedibêje.
Rahmî Saltûk hunermendekî kurd e û ji bajarê Dêrsimê, ji navçeya Xozatê ye. Lê wî ji ber ku jiyana xwe ya hunerî bi tirkî “tûrkû” gotine wekî hunermendê muzîka tirkî ya gel tê zanîn. Mijara vê nivîsarê ne jiyana hunermend Rahmî Saltûk e. Sedema vê nivîsarê ev e: Rahmî Saltûk di sala 1989’an de li Tirkiyeyê dibe ku cara ewil bi rêya fermî serî li saziya hunerê ya Tirkiyeyê dide û dixwazê “Long Play” yanî albumeke bi kurdî derxe û navê albumê “Hoy Narê” ye.
3 STRANÊN QEDEXE
Saziya Wezarata Çandê ya Komara Tirkiyeyê ya bi navê “Midûriyeta Fikir û Hunerê” ji ber stranên “Ha gulazer”, “Desmal” (mendil) û “Hoy Narê” destûra belavkirinê nadê hunermend û berhemê qedexe dike. Sedema qedexekirinê pir balkêş e. Saziya bi Wezareta Çandê ve girêdayî wiha dibêje: Ji ber ku gotinên stranên “Ha gulazer, Desmal (mendil, di biryarê de wisa nivîsandine) û Hoy Narê bi timamî kurdî ne ev Long Play ji kontrola lijneya me derbas nebûye û divê neyê belavkirin.”

SALTUK BERAAT DIKE
Rahmî Saltûk ji ber vê albumê di sala 1989’an da di 6’emîn Dadgeha Ceya Eslî ya Enqereyê hatîye darizandin jî. Dadgehê roja 07/11/1989’an beraata Rahmî Saltûk daye. Lê dadgehê negotiye kurdî serbest e, gotiye, di vê Long Playê de 14 stran hene û tenê 3 bi kurdî ne û armanca bertawan belavkirina kurdî nediyar e. Biryar vê jî dibêje: Armanca qanûna bi hejmara 2933’an astengkirin, belavkirin û parvekirina berhemên ji bilî zimanê tirkî ye. Ango Dadgeh qedexeya li zimanê kurdî pesend dike. Lê ji ber ku album hemû ne bi kurdî ye vê kiryarê wekî sûc nabîne û li Rahmî Saltûk sizayê nabire.
SALTUK DOZÊ VEDIKE
Rahmî Saltûk, li dijî biryara Wezareta Çandê li Dadgeha 6’emîn a Îdarî ya Stenbolê doza betalkirina kiryara saziyê dike û dozê qezenc dike ango kiryar betal dibe. Wezareta çandê vê biryarê jî temyiz dike, lê di dawiyê de Dadgeha Bilind a Îdarî (Daniştay) roja 08/02/1993’yan biryara betalkirina kiryara Wezareta Çandê pesend dike. Bi vî awayî piştî 4 salan ev album dikare werê çap kirin. Lê di destê min de ew albuma 1989’an de hatiye amadekirin nîn e. Bi vê qedexirinê desthilat digihên armanca xwe û qebûlkirina fermî ya stranên kurdî derengtir dikin.
SAL 1995 ALBUM ÇAP DIBE
Rahmî Saltûk di sala 1995’an de albuma “Hoy Narê” ne Long Play lê wekî Dîsk yanî CD çap dike. CD’ya di destê min de di sala 1995’an de hatiye tomar kirin. Lê vê carê di albûma Hoy Narê de 12 stran hene û tenê du stran bi tirkî ne û 10 stran bi kurdî ne. Ji vê hêlê jî album berheme balkêş e. Derhenêrê hunerî yê vê albumê hunermendê mezin ê li Sêwasa mîrat hatşehîd kirin Hasret Gultekîn e. Stranên di vê CD’yê de ji rêzê ve ev in: Diçim diçim, Zeynê, Leyla, Desmal, Canê Canê, Feqîyê Teyra (Ey dîlberê) Romanî, Govend û Gulazer. Wekî tê xuyakirin ji xeynî “Canê canê” hemû stran gelêrî ne. Kêmasiyeke berbiçav çavkaniya stranan û herêmên wan ne hatiye nivîsandin. Her wiha navê Delîl Dogan jî wekî nivîskar û bestekar li bin strana “Canê Canê nehatiye nivîsandin.
Rahmî Saltûk bi kurdiya xwe ya kêm, heta jê hatiye stran xweşik gotine. Her çiqas di nav ew qas stranên tirkî de tene albumeke Rahmî Saltûk bi kurdî hebê jî, li gorî sala 1989’an gaveke gelekî mezin ji bo xwe û ji bo muzîka kurdî avêtiye û ji bo kurdî bi fermî were qebûl kirin li ber xwe da ye.



