Diyarname
Neteweperestê sirb Gavrilo Princip ê ku berendamê Împaratorê Avusturya-Macaristanê Franz Ferdinand kuştibû û ev kirina wî bûbû sedema destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekemîn niha peykerê wî hat çêkirin.
Li aliyê başûr ê Saraybosna paytexa Bosna-Hersekê ku li vê derê zêdetir sirb dijîn peykerê Gavrilo Princip bi merasimekê hat vekirin. Endamê Konseya Serokatiya Dewleta Bosna Hersek Neboyşa Radmanoviç, Serokê Komara Bosna Sirban Milorad Dodik, Şaredarê Saraybosnaya Başûr Lyubişa Çosiç û hin hemwelatî beşdarî merasima vekirina peykerê bûn. Serokomarê Komara Bosna Sirb Milorad Dodik wisa axivî: "Îro ji bo em nasnameya xwe biparêzin, em bi tiştên ku kalên me kirine serbilind in. Gavrilo Princip şervanekî azadiyê bû. Împaratoriya Avusturya-Macaristanê dagirker bû."
Berendamê Împaratoriya Avusturya-Macaristanê Franz Ferdinand di 28'ê rezbera 1914'an de di dema serdana Saraybasno de ji aliyê Princip ve hat kuştin. Li ser vê yekê Avusturyayê di 28'ê tirmeha 1914'an de Belgrad bombebaran kir, li hemberî Sirbistanê şer îlan kir û ev yek bû sedema destpêka Şêrê Cîhanê yê 1'emîn.