Diyarname
Kovareke nû bi navê “Bizot” beşdarî kovarên kurdî bû. Kovara ku li ser çand, huner û wêjeyî ye bi hejmara xwe ya yekem, hejmara Zivistan 2026’an derket. Kovarê ragihandiye ku dê her sê mehan carek derkeve û di her hejmarê de wê bibe warê nivîsên wêjeyî, hunerî û rexneyî.
Edîtorên kovarê li ser armanca kovarê gotine, “Armanca wan a sereke ‘aktuelkirina ziman’ û afirandina platformeke azad e ji bo nivîskar û xwendevanan.” Di sernivîsa "Ji Edîtor" de jî wisa hatiye gotin: "Kovar ziman aktualîze dike û wî şên dihêle. Me xwest ku ji bo zimanê kurdî platformeke derbirînê ya din li platformên heyî zêde bikin."
Kovar wê di her hejmara xwe de dosyayek jî amade bike ku dosyaya pêşî li ser helbestvan Lal Laleş hatiye amadekirin. Di vê çarçoveyê de ligel Lal Laleş hevpeyvîneke berfireh hatiye çêkirin. Her wiha gelek nivîskarên din li ser şêwe, berhem û helbestvaniya Laleş nivîsên nirxandinî nivîsandine. Di bergê de jî wêneyê Lal Laleş bi gotina wî "Min tu carî ji nivîskarên ku bi civatê re li hev kiriye hez nekiriye" hatiye amadekirin.
Di kovarê de nivîsên helbest, çîrok, hevpeyvîn, werger û nivîsên rexneyî bi du zaravayan, bi kurmancî û zazakî hatine belavkirin.
Ji bo têkilî:
E-mail: kovara.bizot@gmail.com