Diyarname
"Vault34 Yeşilçam Sinemasi" ku li Beyogluya Stenbolê ye bi sernavê "Rojên Fîlmên Sovyetê" çalakiyek da dest pê kirin. Di ê çarçoveyê de bi giştî fîlmên Sovyetê yên salên 1920'an, 30'an, destegulek ji fîlmên klasîk ên Sovyetê dê bêne nîşandayîn.
Çalakiya ku 16'ê mehê dest pê kir û heta 28'ê vê mehê dê bidome, têde 10 fîlm têne nîşandayîn.
Ji klasîkan fîlmê navdar ê Sergey Eisenstein "Bronenosets Potemkin" (1925) û "Grev" (Stachka, 1925), belgefîlmê Dziga Vertov "Chelovek s Kino-apparatom" (Zilamê Bi Kameraya Fîlman, 1929) jî hene. Her wiha fîlmê "Senfoniya Donbassê" (1931) ku qala çîroka madena komirê ya li Ukraynayê jÎ dike heye.
Ji bilî van di deh sala dawî ya Sovyetê de fîlmên ku hatine kişandin jÎ hene. Fîlm derhêner Vladimir Mençov "Moskva Slezam ne Verit" (1980) û fîlmê Karen Şahnazarov "Gorod Zero" (1988) jî heye.


