logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin
  2. Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve
  3. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  4. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  5. 'Ew jina herî xweşik bû'

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Li ser axa bi bereket mirov çawa hê jî birçî ne?

  • Dîrok: 18/05/2021
Li saziya ragihandinê ku îro lê kar dikim,  rojane bi sedan nûçe tên ber destê me. Bê guman hemû nûçe girîng in, lê ji ber dema bi sînor ya bultenê, hevalên me li gorî acîliyeta mijaran, ji wan derdora 20 nûçeyan hildibijêrin û em wê rojê di ekranên xwe de derdixin pêş. Lê hema hema heftê carê nûçeyeke heye ku di her carî de mejiyê min ser û bin dike, wekî xencerê li nav dilê min dikeve.  
Meseleya Kolberan, bazirganiya li ser sînorên parçekirî. Nûçe piranî li ser kuştin û birîndarbûna wan in. Pastarên Îranê filan rojê dîsa êrîş kir, ew qas kolber mirin ew qas birîndar bûn...
Ew dibin mijara nûçeyeke piçûk lê li pêy xwe çîrokên tije jandar dihêlin ku ji neslekî derbasî neslekî din dibin. Li pey xwe zarokên sêwî, jinên dilperitî dihêlin.
Eskerên fermana kuştina wan pêktînin, bê ku zanibin bûne sedemê kijan êşan, bi kêfxweşî vedigerin hizûra serbazên xwe ji bo aferînek bigirin.
Piştre bi wan destên xwe yên bi xwîn derdikevin hizûra xwedayê xwe, di berdêla kuştina kurdan de parsekiya cinetê dikin. 
Di karê Kolberiyê de, hûn çi xeterî bêjin heye. Ne tenê êrîşên hêzên serdest, her wiha mayînên ku di dema Şerê Îran û Iraqê de hatine binaxkirin, kendal, zinar, afetên xwezayî, berf û boran wekî Azraîlê xwe didin pêşberî wan.
Di nava Kolberan de ji  zarokên13-14 salî bigirin heta kesên 70 salî, ji kesên bêalfabe bigirin heta kesên zanîngeh xilas kirine, ji her beşên civakê mirov hene. 
Di van 10 salên dawî de dem bi dem jin jî xuya dikin di nava wan de. Li rojhilatê Kurdistanê, di bazirganiya ser sînoran de, du kategoriyên kar hene. Yek Kolber ya din jî Kasibkar.
Kolber ew kes in ên ku neçar mane bi barkêşiya ser sînor debara mala xwe bikin. Yanî ew bar ne yê wan in, tenê barkêşiyê dikin. Hêjmara van, tenê li heremên nêzê sînor,  derdora sed hezarî ye.  
Heqdestê wan rojane derdora deh dolarî ye. Yanî li Îranê bi vî pereyî mirov encax dikare kîloyek goşt bikire.  
Kesên ku van karan bi Kolberan didin kirin jî ji wan re Kasibkar tê gotin. Xwediyê bar ew in. 
Bifikirin, ew erdnîgariya ku şêniyên wê mehkûmê vî karî hatine kirin yanî rojhilatê Kurdistanê, yek ji heremên herî dewlemend yê cîhanê ye.  
Ji zêr bigire heta  zîv, hesin, alîminyûm, kevirê kiwartiz her cure berhemên giranbuha jê dipijiqin ser rûyê erdê. 
Ji aliyê çandînî ve,  piraniya genim, nok û mêweyên Îranê ji parêzgehên Ûrmiye, Sine û Kirmaşanê derdikevin.
Dîsa sewalvaniya herî zêde li parêzgehên Kirmaşan, Îlam û Loristanê tê kirin. 
Rojhilat her wiha ji aliyê çavkaniya enerjiya şewatê ve jî wekî neft, gaz û komirê, gelek dewlemend e. 
Baş e gelo li ser vê axa bi bereket mirov çawa hê jî birçî ne. 
Mirovên me çawa û ji ber kîjan sedeman hewceyê karekî ew qas zehmet û tijî xeterî hatine kirin? Axa buhuştî ya Kurdsitanê têra kê nake? 
Gelê me divê bi tu awayî xwe layiqê vê çarenûsa rûreş nebîne û wê red bike. 
Ji keç û xortên heremê re cihê kar û hilberînê lazim e. Ev wezîfe hem dikeve ser milên karsazan hem jî siyasetmedaran.
Kolberî, xizaniya di nava dewlemendiyê de,  êşa bindestiyê û rastiya dagirkeriyê mîna kevirê hedê*li eniya me dikeve.

*Kevirê hedê: li gorî baweriyên Rojhilata Navîn, mirî dema tên definkirin kevirekî bahn datînin ser eniya wan, heta ku eniya wan li wî kevîrî nekeve nizanin yên mirî ew in. 
***
Di berhevkirina daneyan de alîkariya hevala me Gulê Algunerhan çêbû, ez sipasiya wê dikim.
***
Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin:



Hin Nivîsen Nivîskar

Roja aştiyê, çima 1'ê Rezberê ne rojeke din?

  • 31 Tebax 2018

Aştî, aramî, lihevhatin...Çi gotinên efsûnî ne ku di xwe de tije paradoks dihewînin.Li aliyekî hin dewlet hene van têgehên pîroz di rêya armancên xwe...

YEZDAN WINDA YE

  • 15 Kewçêr 2016

Wê sibehê ez hinek zûtir şiyar bûm. Derbasî odeya kêlekê bûm. Tabloya wêne  ku doh heta derengiya şevê di bin tirînca zerîn ya ampûlê de...

Kurdistan wê çima nebe Almanya?

  • 22 Kewçêr 2017

Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê ji xewa şîrîn şiyar kirin. Hem jî bi dengê tang û topan. Ev şok û panik dikare bi xwe re encamên psîkolojik jî...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Ji Cîhan Roj du pirtûkên nû

ad

Bi awayekî fermî çû PSG'ê

ad

Xelata Muzîka Azad dan Ferhat Tunç

ad

Rojnameger Bunyamin Aygun li Sûriyê hatiye revandin

ad

Di navbera hêzên asayiş û gelê Mexmûrê de pevçûn derket

ad

Di 6 mehên pêşî de fîlmên herî zêde hatine temaşekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

  • 11 10 2026
news

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

  • 11 10 2026
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname