logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Ev camêr kî ye?

  • Dîrok: 10/09/2016
Li ber derê Restorantê ji serma dicirîm, zivistana ku van rojan giran bûye, vê êvarê bi hemû hebûna xwe ve, bi rik, xwe dide hîs kirin. Bi xatirxwestina rojê re surekî hişk dest pê kir. Erdê cemed girtiye. Li hundir tije mişterî ne, kursiyên vala hema bigire nemane. Ronahiya hundir ya zerîn, ew hulm û gulma ku li ser pîzzayan dikeve, ew bêhna nanê pijiyayî yê di firinê de, xwe wekî germahiya malbatî li nava rûyê min dixin. Bi kincên xwe yên motorê naxwazim li hundir li ser piyan bisekinim. Em, kuriyerên pîzzayê di nava xwe de ji sohbetê hez dikin, lewma her çend hewa sarbe jî, em derve tercih dikin. Keçika ku tim bersiv dide têlefonan vê êvarê dereng maye, heta ew were kî pê re bigihe ewê bersivê bide têlefonan. Êvaran di nava saetekê de herî kêm çil-pêncî kes têlefon dikin, ji lîsteya me xwarin dixwazin malên xwe. Bi lêdana têlefonê re îcar min bersiv da: 
- Alo êvar baş, keremkin çi dikarim bikim ji bo we? 
- Êvar baş, ez Gonzales. Ji kerema xwe re, ji min re nîv mirîşka sorkirî, bi tevî kartolên qelandî, bişînin mala min. 
 - Belê bi kêfxwesî. Gelo hûn dixwazin li ber, ji we re vexwarinek wekî şarab, yan jî meşrûbatekê bişînim?
- Na na, sipas, xwarin tenê bes e.
- Navnîşana we çi bû ji kerema xwe re?
- Hûn her êvarê eynî pirsî ji min dikin. De ka navê kolana min li derekî qeyd bikin, bes ji min bipirsin! 
- Biborin, raste, de ka navnîşana xwe keremkin ezê vê êvarê bi xwe ji we re bînim, û careke din jî, tim ezê werim.
- Navê min, Monsieur Gonzales, Chemin de Vert, nimroya wî jî heft e. Li biniya nexwesxanê, li qata yekem, hema deriyê li hemberî asansorê…
- Ez têgihîstim, sipas Monsieur Gonzales, herî zêde di nava nîv saetê de li mala we me.
- Baş e, sipas, li benda we me.
Min daxwaza muşterî nivîsand. Hema di nava çend deqeyan de, çente amade kirin dan ber destê min. Divê hê sarnebûye vê nîv mirîşka sorbûyî bigînim navnîşanê. Min çente li pişt motorê bi cîh kir, lepikên xwe kirin destê xwe, kask da serê xwe û ketim rê. Di wê hewaya bi berf û bi cemed de divê motor pir bi fesal were ajotin. Rêça tekerên erebeyan ji ber serma û berfê  xetên wisa kûr çêkirine ku dema tekera motorê bikeve êdî wisa zû bi zû dernakeve. Lê hertişt di bin kontrola min de ye. Di berfê de ez jîhatî me. Ez û berf, em hev xweş nas dikin. Li welatê ku gora dayika min dihewîne berf salê şes mehan ji erdê ranabe. Tevahiya herêmê dagir dike, li gorî dilê xwe ecir dide gelê herêmê, rê dibire, carnan ew qas ji hed derdikeve ku dibe aşît bi ser gundan ve tê.  Hevala min Hîva jî gelek ji berfê kişandiye. Her cara ku wê dibînim, berfa dijwar xwe dide ber çavên min. Min Hîva berî du salan di dema serdana kampeke penaberan de naskir. Ez wekî wergêr bi hin parazvanên mafên mirovan re çûbûn wê kampê. Destên Hîva yên bêtilî bala min kişandibû. Piştî ku pê re bûm dost, behsa serpêhatiyên xwe kiribû. Ew û sê hevalên xwe bîst û du rojan di bin aşîtê de mane. Wan her çaran jî, hin ji beşên bedena xwe winda kiribûn. Serê tiliyên wê tune ne, lê destê xwe bi hêsanî dikare bi kar bîne. Ez û Hîva hema bigire rojane demên tije sohbet derbas dikin. Kêfa min gelekî ji deng û axaftina wê re tê. Hin caran tevgerên min yên sivik  min li hemberî sergiraniya wê di şermê de dihêlin. Ez ligel wê  xwe rehet hîs dikim. Ew jî dixwaze biçe zanîngehê lê hê jî têr fransî fêrnebûye.
Ev çend êvarin giliyên mişteriyan yên ji ber derengketinê û sarbûna xwarinê zêde bûne. Ev jî dibe sedema gotegotên patronê me. Ez hîç naxwazin ji kar bêm avêtin. Mirov hem xwendekar be hem jî karibe li derekî kar bike, serkeftinek e. Ev kar ji min re lê hatiye, ji ber ku bi roj li zanîngehê me, êvaran jî heta nîvê şevê bi wan re kar dikim. Ji xwe pêdiviya wan tenê êvaran bi min heye. Eger karibin derdê xwe bixwim, van çend demên zivistanê bi zehmetî derbas bikin, di hewaya biharê de ev kar pir bi kêf tê kirin. Heqdestê ku min û patron li ser li hev kiriye her êvar heştê frank e. Lê tiştek din heye min bi vî karî ve girê dide, ew jî baxşîş e. Ger mirov rûgeş be, xwarinê di dema wê de bibe, mişterî mirovan destvala bi rê nakin. Carnan şevê hema bigire bi qasî 30 frank bexşîş pere dikeve bêrika min.
Taxa mişterî li nêzê nexwesxaneyê ye. Ji ber ku Hîva jî li nexweşxanê kar dike, hema bêje her roj li van deran im. Lewma heremê baş nas dikim.  
Çûm ber derê avahiya nimroya heftan, min motora xwe park kir, çenteyê xwarinê girt, koda derî lêxist û derketim qata yekê. Çawa ku ji min re behs kiribû li ser deriyê li hemberî asansorê tu nav tune bû. Zengila wî nedixebitî, min bi dest sê caran tikand. Bi qasî demekî sekinim, ji hundir tu deng nehat. Min li ser hemû deriyên wê qatê nêrî navên cuda hebûn.  Deriyê bi tenê yê bê nav ev der bû. Carekî din çûm ber û îjar min bi hişkî lêda. Ji hundir deng hat. Çawa ku derî vebû, neçar mam xwe bidim alî, ji ber ku ew hewaya bêhngirtî, bêhna tênê û ya xaniyên kevin tevlihev xwe li nav çavên min xist. Xûyabû bi rojan e hema bigire bi mehan e pencere nehatine vekirin. Ciwamêr bi pijame bû, delingek li jêr yek li jor. Rû û porên wî yên dirêj nav di nav hev de. Ez êcêb mam ka di nava bêhna ew qas genî de çawa sax maye.    
Di şûna 14 fangî de banknoteke 20 firankî xist nav kefa destê min. Dema min paketa xwarinê dirêjê wî kir çavên min çûn ser bi tonan rojnameyên tirkî ku li aliyekî korîdorê li ser hev komkirîbûn. Şiklê wî ciwamêrê efsûnî  hîç nedişibiya navê Gonzales. Dema derî di ser min de da cîh awirên me wekî birûsk li hev qelibîn. Bi çar çavan li bendê me ku bi siparîşeke nû dîsa li ber vî deriyê bim. Meraqa mine w e: Gelo ev camêr kî ye?! 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çima her sibe ez ew qas ecele dikim?

  • 05 Avrêl 2024

Vê sibê giran hereket dikim, giran giran ji malê derdikevim. Fikrekê ji nişke ve xwe li min digire: Bila îro jiyan li pey min were! Ezê baz nedim li pey wê. Ma ez koleyê...

Li ser axa bi bereket mirov çawa hê jî birçî ne?

  • 18 Gulan 2021

Li saziya ragihandinê ku îro lê kar dikim,  rojane bi sedan nûçe tên ber destê me. Bê guman hemû nûçe girîng in, lê ji ber dema bi sînor...

Min jinek naskir bi navê Lusî

  • 04 Kewçêr 2016

Lusî (Lucy) di nava daristanê de bi lez dimeşe. Helke helka wê ye, ev 2 roj û du şev in dimeşe. Pirsgirêkên  wê yên tîbûn û...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Qubad Talebanî: YNK û PDK wê bi lîsteyên cuda beşdarî hilbijartina Iraqê bibin

ad

Sînorê Rojava û Tirkiyeyê

ad

San Sebastian go xelate bido ay

ad

330 zaliya Mem û Zînê tê pîrozkirin

ad

Keçên Rojê li Cannesê ne

ad

Berdevka DEM Partî: Hûn Demirtaşî bernadin, hûnê çawa aştiyê çêbikin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname