Şemî - “Roman, jiyana veşarî ya romannivîs e, hevalcêwiya wî ya tarî ye.” W. Faulkner
Cixareyêkê dipêçim, destê min ê saqar li xwelîdankê diqewime, xwelîdank bo ji bindestiya min xelas bibe, digindire û xwe di masê werdike. Terpîn ji erdê tê, hilmeke refleksîf ji nava min dertê û ariya li ser masê bi hilma min re difire ser berga kitêba Nexweşiya Montano ya Enrique Vila-Matas.
Ji ber ariyê hilma Matas diçike û hemû Don Kîxotên Spanyolî di hêrsa wî de dest bi Sefera Bi Xaç dikin, bo biçin baskên katalanan jê bikin, da ew jî wekî kurdan bê bask bimînin.
Dosyeya romanê niha di kompîtura vekirî de girtî ye, lê dîsa jî qerekter di serê min de nabilin.
Çirûskên ampûlê rijiyane ser berfê, berf bûye qolyeyek krîstal li ser gerdena dinyê. Nû berçavkek daniye navbera çavên xwe û çavê camê. Gaset jî camek daniye navbera berçavkê û kolyeya krîstalî ya dinyê. Dîsa jî dengê xuyangê di her du caman re tê û li fezaya çavên nû dibe teyisîna grestêrkeke ji eslê xwe heqîqîtir û zindîtir.
Heke gotin bask bin, çima nikarin neteweya me û katalan û ên dîtir bifirînin, Ba?
Giraniya neteweyan ji sivikahiya hêmayan ditirsin, Nû. Bihêle, bila sewta rengên welatê me wekî hêmayeke nemir bi baskên gotinan re bifirin û netewe di giraniya tiraliya xwe de ji cî nelive!
Romana neqediyayî hem jiyana min a veşarî ye, hem hevalcêwiya min a tarî ye.
Na, ev gotinên Faulkner ji bo wî rast bin jî, ji bo min ji çewtiyê zêdetir û ji rastiyê kêmtir in. Erê, romana min jiyana min a veşarî ye, bes hevalcêwîtî ji min û romanê re zêde ye. Lewra qerekter nasnameya kesayetiya min ji nava min vala dikin û min dikin pêvek û pêvegirêdayiyê xwe. Di pêvajoya nivîsandinê de qerekter gelek nasnameyan didin min an li ser min ferz dikin. Bes nasnameyek bi tenê jî ne dikare bi awayekî miqîm bibe ya min û ne dikare berdevkiya kesayetiya min bike.
Di dema nivîsandina romanê de, ji ber xelasiya min ji destê qerekteran tune, ez jî bi kêfxweşî nasnameyên xwe yên bi deyn qebûl dikim û dijîm.
Yanê vê gavê ji ber romana eşqê dinivîsînim, ez jî wekî nivîskarekî texlîdê qerekterê xwe aşiqekî serserî û sewdaser im.
Keldûxana çayê nava yara min germ dike, berfa li derveyî pacê jî rihê wê germ dike.
Keskahiya birçî pêsîra spîbûnê dimije, zivistan haziriya çûyînê dike û hîn jî min hêmaya xwe ya firarkirî nedîtîye, zeft nekiriye û ew nekiriye kiras ji kaînata eşqê re.
Qijik qarriya, ez û têla ceylanê veciniqîn. Serma ji têlê rijiya ser rûyê berfê, germahî ji qedeha di destê min de rijiya ser rûyê lingê min. Berf bû pêsîreke tijî şîr di devê ax’ê de, çayê bû goreyeke sor di lingê min de. Goreya sor bêyî ji lingê xwe derxim min ew xist nava berfê, dengê cizzzîniyê bû lehî û êşa min bir wî ciyê dûûûr – te dî ew ciyê hêmaya min a firarkirî li wê.
Çavê xwe digirim û di çavê vekirî yê kompîturê re derbasî gerdûna yara xwe dibim. Gotinekê datînim ser lêva wê, dinya dibe sehneya eşqê û hemû ampûlên xwe pêdixe.


