logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Bi îstatîstîkan çend rexne li DEM Partiyê

  • Dîrok: 07/05/2024

Em pêşî vê bêjin: Di hilbijartina 31’ê adara 2024’an de bi taktîkek serketî kurd bi ser ketin û serketin pêşkêşî hinên din jî kirin. 
Li Wanê hemû navçe girtin, dîrokekek nivîsî. Bajarên xwe yên sereke dîsa girtin. Agirî bi paş ve girt.
Li Rihayê 7 navçe girtin ku ev bi xwe serketina mezin e. Ê wê çaxê ev çi rexne ye?
Tam jî mesele ev e. Erê dema em li rengê nexşeyê dinêrin, em serketinek dibînin. Lê dema em li îstatîstîkan dinêrin, em licihêxwe sekinîn, yan jî kêm be jî ber bi paş ve çûyînê dibînin.
Ligel hemû hîleyan, ligel ku gelek rêveber û kadroyên wê girtî ne jî ji bo vê serketinê helbet her kes dikare pesnê partiya kurdan DEM Partî bide, lê ya muhîm mirov bikaribe kêmasiyên wan jî nîşanî wan bide û belkî bi vê yekê jî rê bide ber wan. Emê jî wisa bikin. Bi îstatîstîkan emê derdê xwe vebêjin.
Em ji Şirnexê dest pê bikin.
ŞIRNEX
Li Şirnexê BDP'ê di sala 2014'an de sedî 59,6 deng girtine. Wekî hejmar jî 16.286 deng (AKP 29,3)
Pênc sal paşê, di sala 2019'an de dengên HDP'ê ketine sedî 35,04, wekî deng jî 11.194. (Wê çaxê AKP'ê bi sedî 61,72 şaredarî bi dest xist)
Di sala 2019'an de yekem car ji derve "hilbijêrên ji derve" anîbûn, mirov dikare bêje wisa şaredarî girtin. Divê ji vê pratîkê sûde bigirta ne?
Em li sala 2024'an binêrin: DEM Parti Sedî 41,04, wekî hejmar jî 15.553 deng girtine. (AKP’ê sedî 47,58)
Binêrin di sala 2014'an de te sedî 59 girtiye û dengên te 16 hezar û 286 kes in, lê di sala 2024'an de tu sedî 41 digirî, dengên te jî 15 hezar û 553 ne. Yanê tu ne bi rêjeyê, ne bi dengan negihîştî asta 10 sal berê. Loma jî pêşî li xwe binêre, dûre bigirî ku ka ji derve çiqas kes anîne. 
Hîç qisûrê nenêrin, em li Swêdê, Swisreyê najîn, şaredarê bi bêedaletî hatibe hilbijartin ranabe şaredarî teslîmê te bike. Pêşî hûnê bigihîjin dengên xwe yên bingehîn; bi ser de dengan zêde bikin ku yên li hemberî te bi tu awayî nikaribin ji dest te derxin.
CULEMÊRG
Rêbaza ku desthilatdarî di hilbijartina din de li Şirnexê ceribandibû, vê carê ligel Şirnexê li Culemêrgê jî, li hin cihên din jî ceriband. Culemêrg bi ferqek biçûk bi ser ket, axir têk neçû, lê li vir jî pirsgirêk hene.
Em li îstatîstîkan binêrin:
Culemêrg:
- Sal 2014: Sedî 66,8; û 17.788 deng
- Sal 2019: Sedî 59,97; 19.199 deng
- Sal 2024: Sedî 48,92; 14.528 deng
Erê Culemêrgê tu demê şaredarî winda nekiriye, lê vê carê bi nêzî 700 dengî bi ser ket. Ew jî têkbiçûya? Binêrin hejmara dengên îsal negihîştine sala 2019’an ne jî gihîştiye ya 2014'an. Li gor hilbijartina berî vê dor 5 hezarî deng winda ne.
Ma ne hewce ye mirov rûnê û li ser bifikire?
BEDLÎS
Em vê rêbazê bidomînin; Bedlîsa bû mijara nîqaşê. Bi çend dengan be jî AKP’ê dest daye ser. Binêrin îstatîstîk:
Bedlîs
- Sal 2014: Sedî 43,9; 9.546 deng (AKP sedî 40,6 e)
- Sal 2019: Sedî 33,05; 7.691 deng (AKP’ê bi sedî 43,81 şaredarî girt)
- Û Sal 2024: Sedî 37,38; 8.702 deng (AKP sedî 38,23 ye)
Bala xwe bidinê, di sala 2014'an de BDP'ê li Bedlîsê 9 hezar û 546 deng girtine. Piştî wê ne di sala 2019'an de, ne jî niha DEM Partî negihîştiye vê hejmarê. Dema wisa be wê çawa be? Wê werin şaredarî ji dest te derxin.
Li Rojhilata Navîn kes li hêsrên çavên kesî narêre. Hêz kî be, ew e. Pişta te bi dengan xurt nebe wê her li zikê te bidin.
Werin em li Amedê jî binêrin. Helbet Amed tu demê têk neçûye û naçe jî. Lê çend deng girtine? Çi bi ser xistine yan winda kirine?
Amedê di sala 2019'an de sedî 62,93 deng girtiye, wekî hejmar jî 490.571 deng bi dest xistine. Îsal sedî 64,09 deng girtiye, yanê sedî yekek zêde bûye, lê wekî hejmar? Îsal 463 û 022 deng girtiye. Yanê? Yanê, li gor 2019'an 30 hezar deng kêm girtiye. Ev 30 hezar deng bi ku de çûn? Dema em li îstatîstîkan dinêrin ev dengên çûyî neçûne ji partiyên din re jî. Lê bi ku de çûn? 30 hezar deng? Ev tê çi wateyê? Bi 30 hezar dengî tu mebûsek bi dest dixî, yan jî winda dikî. 
Tiştek din, li Amedê vê carê bi ser sedî 30 re hilbijêr neçûne cem sindoqê. Hilbijartina sala 2019'an de beşdarî sedî 78,60 çêbûye, îsal sedî 71,7. Yanê sedî 7 kes neçûne cem sindoqê ku ev hemû hilbijêrên te ne.
HEZRO
Ji navçeyên Amedê em li Hezroyê jî binerin:
- Sal 2014, Sedî 67.1, 4.706 deng (AKP’ê sedî 23.3, 1.634 deng) 
- Sal 2019, Sedî 52.6, 3.856 deng (AKP sedî 45.4, 3332 deng)
- Sal 2024, sedî 45, 62, 3.712 deng (AKP sedî 50.18, 4083 deng)
AKP’ê îsal li Hezroyê bi 371 dengên zêde şaredarî girtiye. Em dikarin qala “hilbijêrên ji derve anîne” bikin lê li gor 10 salan bere li Hezroyê hem di rêjeyê de, hem di hejmara hilbijêran de kêmbûn heye. 10 sal bere 4706 den girtine, niha 3856. Yanê nêzî 900 dengan kêmbûn hene. Ev bi ku de çûn? Ev hebin jixwe tu bi her awayî serketî yî.
BATMAN
Li navenda Batmanê serketinek heye, lê li navçeyan? Em binêrin:
Li navçeyên Batmanê di sala 2019'an de te Misirc bi destiye, Kercews jî bi 43 dengî winda kiriye. 2014'an de te Pişêrî û Kercews bi dest xistine. Lê 2024'an? "Sifir"... Çima?
Û Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya Tirkiyeyê encama fermî belav kir. Jixwe ji bo vê nivîsê ez li benda vê encamê bûm. Got çi YSK? Got, “Beşdariya herî hindik li bajarên te çêbûye”. 
Binêrin: 
- Li nav Bajarên Mezin beşdariya herî hindik li Amedê çêbûye: Sedî 67,34. Li nav bajaran beşdariya herî hindik li Çewligê: Sedî 59,63. Li nav navçeyan jî li Baglara Amedê: Sedî 59,76.
Bifikirin li Ameda ku navenda te ye daketiya asta herî jêr a beşdariya hilbijartinê. Çewlig her derdê te ye, lê derman? Û Baglara ku navenda dengen te bûn…
Belkî hûn bêjin, “Yaw 3 jê bajarên mezin, me 10 bajar bi dest xistine, bi ser de me Agirî bi paş ve girtiye, li Rihayê dîrok nivîsiye, bise em hinekî kêf bikin.” Ger hûn wisa bêjin “ezê bejim hûn mafdar in” û huş bibim. Lê dîsa jî ez xwe nagirim û dibêjim, werin em hem kêfê bikin, hem li îstatîstîkan binerin ka kîjan bêrîka me qul e…

Hin Nivîsen Nivîskar

Bi îstatîstîkan Rojava û hinên din

  • 16 Rezber 2025

Werin bi îstatîstîkan em li Rojava binêrin, lê berî wê çend gotin… Li Rojavaya kurdan dengê zimanê kurdî bi xurtî bilind dibe. Li vê dere ku niha sedî 90’ê kurdan jê hez dike, dil dide, hêvî pê ve girê...

Barzanî dikarin çend Amed Sporan bikirin?

  • 21 Pûşper 2021

Li ser Başûr, li ser rêveberiya Başûr heta niha gelek tişt hatine gotin, dê hê bêne gotin jî. Xwediyê vî quncikî jî heta niha gelek tişt gotine û...

DARÊN ERCÎŞÊ-DARÊN TAKSÎMÊ

  • 11 Pûşper 2013

Em darên li her du aliyan, tevgera ji bo her du aliyan bidin ber hev...Herhal haya we ji Taksîmê heye, lê ger haya we ji mesela birîna daran a li Ercîşa Wanê nîn be...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Yuksek: Newroz ne bi destûra AKP'ê ye

ad

Ji Helîm Yûsiv 2 pirtûkên nû

ad

Nameya Hejar Mukiryanî bo Zara Mihemedî

ad

Jongfruske Mienskipê ji Frieslandê xwest ku Rêveberiya Xweser nas bike

ad

Ev dadgeh ji Azadiya Welat çi dixwaze?

ad

Belgefîlmîn Karabey li Rengahengê ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname