Diyarname
12’emîn Festîvala Fîlmê Kurdî ya Berlînê îsal di navbera 13-19’ê vê mehê de li dar dikeve. Festîval îsal wekî mijara bingehîn berê xwe dide Rojava. Di vê çarçoveyê de dê fîlmên ji Rojava bêne nîşandayîn, li ser xebatên ku li wê derê têne kirin bê sekinîn.
BEŞÊN FESTÎVALÊ
Îsal 56 fîlm û belgefîlm di çarçoveya festîvalê de dê derkevin pêşberî temaşevanan. Di beşa “Focus”ê de mijara wê “Kobani” ye û di vê beşê de 18 berhem hene. Di beşa Fîlmên Metraj Dirêj de 10, di beşa Belgefîlman de 13, di beşa Kurtefîlman de 23, di beşa Ceribandinî de 7 û di beşa Fîlmên Zarokan de 3 fîlm hene.
‘CÎRAN’
Festîval bi nîşandayîna fîlmê derhêner Mano Xelîl “Cîran”ê dest pê dike. Fîlmê ku heta niha di gelek festîvalên navneteweyî de xelat girtin, vê carê dibe fîlmê destpêka Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê. Fîlm bi çavê zarokekî rewşa malbatek a li Rojava ya di bin destπe dîktatoriya Esad de dijî tîne ziman. Merasima destpêkirina festîvalê dê li Babylon Mitteyê li dar bikeve.
FÎLMÊN LI SER ROJAVA
Di beşa “Focus”ê ku balê dikişîne ser Rojava gelek fîlm hene. Fîlmê fîlm û belgefîlmên li ser Rojava hatine kişandin hene. Belgefîlm derhêner Zeynê Akyol “Rojek” (2022/Kanada) li ser îtîrafên endamên DAIŞ’ê yên li girtîgehên Rojava tîne ziman.
Belgefîlmê derhêner Rêber Doskî “Radio Kobanî” şerê berxwedêrên kurd ên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi çavê Dilovan tîne ziman. Fîlmê derhêner Şiyar Abdî “The Road to Aleppo” (Rêya diçe Helebêl) çhiroke kurdek ku ji Almanyayê vedigere Sûriyeyê û li diya xwe digere tîne ziman.
“Heza”, “Fermandar Arian”, “Sincar”, “Dûre”, “Berxweoar Jiyan e”, “Armoniya piştî şer” hin fîlm û belgefîlm in ku li ser Rojava hatine kişandin û di beşa “Focus”ê de dê bêne nîşandayîn.
Ji bilî nîşandayîna çalakiyên din jî hene ku yek ji wan jî xwendina wêjeyê ye. Di vê beşê de Helîm Yûsiv ku ew jî ji Rojava ye dê wekî axifger beşdarbibe. Ev çalakî 14’ê mehê saet 16.30 de li Roca Luksemburt Saalê li dar dikeve.
SALON Û MERAMISA DAWÎ
Îsal salonên Babylon Mitte, Moviemento û FSK yên li Berlînê ji bo festîvalê mazûvanî dikin.
19’ê mehê bi merasimeke festîval bi dawî bibe. Di vê şevê de hunermend Çarnewa Suleyman, Şîlan û Eniz bi stranên xwe, Dj Bariş Cengiz bi muzîka xwe û Yildiz Gultekîn jî bi performansa xwe dê cih bigire.
Ji bo bernameyê:
Nûçeya Eleqedar:
- Festîvala Fîlmanê Kurdî ay Berlînî hîvey fîlman a