Îro ji rojan 26’ê avrêl/nîsanê yekşem e. Seat li dor 2’yê piştî nîvroyê şiyar dibim. Bi taştêyek sivik tehma devê xwe xweş dikim. Bi şûşeyek çay û cixareyek re berê xwe didim şaneşînê. Tavek biharîn min pêşwazî dike. Xatûn bi paqijiyê re mijûl e. Dibê: “Dema derketî çopê biavêje.”
Xwe bi qestî lê nakim xwedî da ku hêrs bikim. Ji pakêta min cixareyek derdixe, tê li kêleka min diçikile. Cixarê dirêjî wê dikim. Bi cixareya min cixareya xwe pêdixe. Dibê: “Mîrata paqijiyê xilas nabe.” Dibişirim. Çend peyaman li WhatsAppê dibersivînim. Bi her bersivê re dibişirim.
Dibê: “Xêr e?”
Dibêm: “Qet.”
Bi ken dibê: “Îja devê te çima beş dike.” Dîsa dibişirim. Bêdeng radihijêm poşeta çopê. Li dû min bi ken dibê: “Eferim.”
Bêqeza û bela ji nêrdewanan dadikevim jêr. Xwe berdidim parka nêzî mal ya ku heta devê peravê dirêj dibe. Îsal me niştecihên Stenbola xopan rengê biharê nediye. Loma di derba ewil de hema bibê her kesî berê xwe daye der. Dîmena ewil a min pêşwazî dike parka ku veguheriye roja heşrê ye. Ci bi cî dûman bilind dibe. Dimeşim. Binê holkên modern yên ku şaredariyê danîne tije însanan in. Cure bi cure sifre hatine raxistin. Hinek teze taştê dixwin, hin jî li pişt çîtên parqê goşt sor dikin. Yên holik bi dest nexistine carcimên naylon û hînan jî merş li ser çîmên parkê raxistine. Naskinim. Çar meh in ji perava ku ji min re dibe îlhama nivîsînê dûr im. Hem dimeşim hem dîmenan li hişê xwe qeyd dikim.
Li bin siya darek jinek rûniştiye. Zarokek li ser çokan dirêjkirî dilorîne. Bi xwe jî ketiye qutiya têlefonê, mîna min ê ku xwedî kompîtor e lê heta niha tu nivîseke li ser kompîtorê nenivîsiye. Ji wê çend gav wê de dengek jê nayê, fêmê bilind dibe. Dema nêzî holikê dibim dengê muzikek îslamîst bilind dibe. Di bin holikê de mêrek û çend jinên bi çarşev rûniştine. Jinek ciwan ji wan re li ser tûpê qehweyê dikelîne. Xwe li bêhna qehweyê û goştê biraştî nakim xwedî. Xwenga xezûr çendeke rehmet kiriye loma ji xwe re dibêm: “Êvarê xwesî û xezûr vexwendî ne. Tu yê têra xwe goşt bi birijînî.”
Dimeşim. Li kêleka holik/kepirek du xweşkokan xwe dane bin tavê, hestiyê xwe yên nerm dinermijînin. Li cihê lîstika zarokan zarok ketine dora teleferîkê da ku xwe xij bikin. Ji bo rêwî û meşvanên di parkê re dibihurin meşa xwe bê rawestan bidomînin rê di bin pireyan re derbas kirine. Ji wir vedigerim berê xwe didim ser rê. Li ber xêzên peya yan radiwestim. Cîp û erebeyên dewlemendan bêrawestan diborin. Piştî ew diborin rêya destê rastê li dû xwe dihêlim. Li ber rêya destê çepê diçikilim. Şiforê erebeyek hal tê de nemayî qasî du sed sê sed mêtro dûrî min e, dest xwe di pacê re derdixe û bi îşareta destan dibê: “Derbas be.” Ji bo silavê destê xwe didim ser dilê xwe û dimeşim.
Li rex holikek din du jin rûniştîne. Ji laçika yek ji wan dixuye kurd e. Guhê min dixwaze dengê wan seh bike lê dûr in. Dîmenên heyî kêm zêde di nav meşa 45 deqeyî de dubare dibin. Şaşwaziya ewil a li ser devê kendalê peravê min pêşwazî dike tunebûna holikên servekirî û banqan e. Çend wêneyan digrim. Li ser kevirê tam di devê deryayê de cî ji xwe re dîtiye rûdinim. Agir bi cixareyekê dixim. Pite pita hişê min e, cîrkî ji mal derketime. Wexta stûyê min li ser destê rastê dizivire çavê min li ser nivîsa “Elît kent” asê dimîne. Xwe bi xwe dibêm: “Elîtên derî bi kilît.” Ji bo kes baxçeyê wan nebîne der û dora baxçeyên xwe bi çît û perdeyan rapêçane. Çavê xwe ji wê dîmena nexweşik vedigerînim. Dimeşim. Li vê perava zêde dest lênegeriyayî hemî kevir hatine hilçinandin û xîzeke nermik lê reşandine, ev jî nûbûneke duyem e.
Dîmen ew qas pir in, nizanim ka behsa kijanê bikim, kijanê nekim. Bi lez û bez ber bi cihê divê lê rûnim diçim. Di nivê rê de sê çar xort ber bi min ve tên. Dema nêzî min dibin xortê li dawiyê dibê: “Selam û eleykum.” Bi serî hejandinê silava xort hildigrim. Ji jinek esmer û du keçikên piçûkên ku li ser qûmê rûniştine diborim. Tam li cihê divê rûnim kalek dişibe kurdan bi têlefonê qise dike, bi malbata xwe re rûniştî ye. Dibêje, “Em îro çûn bazarê, wele êdî tiştek nayê kirîn. Pere bûye zibil.” Çend gav ji wan dûr pişta xwe didim darên palmiyê, berî didim pêlên deryayê.
Piştî çend kêliyan jinek û mêrek bala min dikişînin. Du sê mêtro ji lêva deryayê dûr maseya xwe çikandine. Her yek li ser kursiyek rûniştiye. Berê jinikê li deryayê ye. Mêrik hema bibê pişta wî li jinikê ye, bi tiştek naxwiyê re biliye. Jinik ji cihê xwe radibe, ji çenteyê li pişt xwe du bacanên sor û hin tiştên din digire, tê li cîhê xwe rûdine. Destê mêrik xuya bûn, di destê wî de cotek lepikên plastîk hene. Diyar e sosê li nav goşt dixe, bi gotineke din goşt terbiye dike. Dema terbiye tê bîra min, ez meraq dikim, ka kî çiqas xwe terbiye dike? Ma ne? Terbiye ji bo her kesî, her tiştî lazim e.
Komek jin û keçik çend mêtro wê de bi voleybolê dilizin. Mersedesek reş tê, li nêzî wan radiweste. Jinek bi çarşev jê peya dibe. Çavê xwe çep û rast digerîne. Diyar e dîmenên heyî xweşî wê naçe. Derê paş yê erebeyê vedike û dîsa siwar dibe. Erebe bi rê dikeve. Tê di nav keçikên bi voleybolê dilîzin re derbas dibe. Dibişirim. Ew nizanin lê ez dizanim rêyek ew biçinê tune ye. An wê di nav şêniyên heyî de biseknin an jî vegerin. Û vedigerin jî. Kêfa min tê ku gotina min rast derket.
Dîsa li jinik û mêrikê li ber lêva deryayê vedigerim. Mêrik ji cîhê xwe radibe tevî tasek plastîk. Tê li ber jinikê diçikile. Pişta destê xwe dirêjî jinikê dike. Wekî ku dest li ber devê jinikê be, jinik ramûsanek ji dest re dişîne. Mêrik bi wê kira jinikê qayîl nabe, destê xwe dibe ber devê jinikê, jinik bi ken pişta tiliyan maç dike û mêrik destê xwe dibe li eniya wê jî dixe. Mêrik avê bi tasa di destê xwe de werdide, diçe li cihê xwe rûdine. Jinik di şûna xwe de car bi car xwe dihejîne/direqise.
Ji wan wê de du jin û keçikek du sê salî keviran bi rûyê deryayê werdikin lê ji heq dernayên. Tiqînên wan naz û tinaz û resqoqiya keçikê çend kêliyan çavan li ser wan diçikilîne. Wekî ku siyek di ber çavê min bihurî be. Berê çavan vediguherînim ser maseya lêva deryayê. Mêrikek hesinê goşt biraştinê li avê dixe. Ew hesinê pîs dixe nava ava deryayê. Ez meraq dikim li dinyayê çend kes wisa deryayê pîs dikin? Lê meraqa xwe dihêlim, mêzekirina xwe didomînim. Dîtina dibînim di destek wî de qevşek giha heye. Bi wî gihayî dike nake qirêja berê jê naçe. Hesin li ser qûmê radixe. Çend kulm qûmê davêje ser, bi qevşa giha re dikeve ser. Piştî têra xwe mist dide dîsa berî dide nav ava deryayê.
Ji cihê xwe radibim ji bo bikarim li nêzî gir bi tena serê xwe bimînim. Di ber koma dev ji lîstika voleybolê berdayî re dibihurim. Li nêzî girê piçûk konek hatiye kutan û erebeyek sporê ya qasî fîlek li ber e. Der û dora konê vekiriye. Du mêr şipyayî ne li hundir. Li ser maseya di bin kon de şûşeyeke şerabê ya dev nevekirî, du qutî bîra, şûşeyek ava porteqalan cî ji xwe re dîtine. Li devê kon li ser hesinê goşt biraştinê sicûxên serkêlekî dilimkirî dirêjkirîne. Ji wan diborim.
Tam dikim li êşa gir vegerim rastî texsiyek têm. Xewşkokek û xortek şort li xwe kirine di siya erebeyê de rûniştine.
Kol poşman bi gir ve hildikişim. Li nivê gir guleke sor bala min dide ser xwe, du wêneyên wê dikişînim. Ji wan wêneyan yekî ji hevalek re dişînim, bi emojiyeke tiqetîq pê ketî re dibêm: “Ev ji bo te.”
Dema hildikişim ser gir sê jinên serê wan girtî ji xwe re sohbetê digerînin re rû bi rû dimînim. Ji wan hinek dûr di nav gihayê dide bejna meriv de rûdinim. Çend wêneyên min kişandî bi klamek Xelîl Xemgîn re li storiya Înstagramê bar dikim.
Li vegerê keşmeşkêşa parqê du sê qat zêde dibe. Li nêzî mal deng bi têlefonê dikeve...
Dibêjim, “Elo?”
Jinik hêrs bûye, “Tu li ku mayî?”…


