logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Baydemir: Tu kurdek destûra dagirkirina Qamişlo û Efrînê nade

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr di dema xwarina fitarê ya ku ji bo rojnamegeran da de axivî û got ku divê h

  • Dîrok: 28/07/2012
  • Beş: Nûçe

Amed
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr di dema xwarina fitarê ya ku ji bo rojnamegeran da de axivî û got ku divê hikumeta Tirk bi tunehesibandina 20 mîlyon kurdî siyaseta derve û hundir neke û wiha dom kir: “Dagikirina Suriyeyê, Kurdistana Suriyeyê dê bibe dînitî. Her wiha dê Rojhilata Navîn ji aştiyê dûr bixe. Tu kurdek dê destûrê nede ku hikumet Qamişlo û Efrînê dagir bike. Em wekî ewladê kurdan dê emê ji bo vê nebêjin ‘serçavan’.”

Baydemîr li Civata Rojnamegerên Başûrêrojhilat xwarina firatê da rojnamegeran. Serokê Civata Rojnamegeran Veysî Îpek, endamên lijneyê, Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Amedê Huseyîn Kaçar, nûnerên ajans, televîzyon, radyo û malperên înternetê û nivîskar bi giştî li dor 150 rojnamegerî tevli xwarinê bûn. Her wiha Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut û serokên navçeyan jî tevlî bûn.

Baydemîr spasiya xwe ji bo rojnamegeran kir û wiha got: “Rojnamegerên vê herêmê di nav şert û mercên zehmet de dixebitin. Li vir rojnamegerî wekî kirasê ji agir e. Bila Xwedê me hemû ji agir bistirîne.”

Şaredar Baydemîr bang li çapemeniya herêmî kir û wiha got: “Hûn wijdana vî bajarî ne. Ger ne li vî bajarî ba we dê rojnamegerî nekira. Ger hûn me rexne nekin em pêş nakevin. Çapemenya herêmî ji bo me girîng e. Bajarê ku çapemeniya wê tune be, herêma ku çapemeniya wê ne azad be û welatê ku çapameniya wê ne azad be îradeya azadî jî tune. Welatê ku îradeya wan azad tune be ne mimkûn e mirov behsa wijdana azad jî bike. Ger li welatekî wijdan tune be ez ji wir bi guman im. Ji ber ku wijdan bingeha îmanê ye. Destpêka îmanê ye.

HEWLDANA JI AŞTIYÊ BERPIRSYARÎ YE

Baydemîr da zanîn ku ew bûye mêvanê dayikek ku zarokê xwe winda kiriye û wiha got: “Wê dayikê mehek berê zarokê xwe winda kiriye. Ligel vê êşê sekneke bi rûmet nîşan da. Min şikir kir. Ligel êşa xwe ya mezin, got ‘min ewladê xwe winda kir, ez aştiyeke mayînde ji bo gelê xwe dixwazim, bila zarokên din nemirin.’ Belê dayikek wisa bû, ez destê wê radimûsim. Em wekî civak jî deyndarê wê ne. Ji ber vê jî ji bo aştî û edeletê hewldan berpirsyariya me ye."

20 MÎLYON KURDÎ TUNE DIHESIBÎNE

Şaredare Bajarê Mezin ê Amedê Baydemîr wiha dom kir: “Gelo ev dînitî çi ye? Ger ku mirov hezm nekin ku cîranên mirovan kurd in, dema ku cîranên mirovan kurd bin û jiyan li mirovan heram be, wê demê mirov çawa li welatê xwe bi 20 mîlyon kurdî re dikarin bijî. Ez aşkere dibêjim. Kesên vî welatî bi rê ve dibin 20 mîlyon kurdî tune dihesibînin. Bi tunehesibandinê siyasetê dikin. “

DAGIRKIRINA KURDISTANA SURIYEYÊ DÊ BIBE DÎNITÎ

Baydemîr li ser meseleya rojavayê Kurdistanê jî sekinî û wiha got: “Dagirkirina Suriyeyê, Kurdistana Suriyeyê dê bibe dînitî. Her wiha dê aştî jî ji Rojhilata Navîn dûr bike. Riya esas Iraq e. Li Îranê jî dê Kurdistana xweser be. Li Tikriyeyê Kurdistana xweser be. Dê li Suriyeyê jî Kurdistana xweser be. Riyeke din ya vê tune. 20 mîlyon kurd êdî hebûna xwe ji bo gelekî ku wan red dike dê diyarî neke. Bila hemû cîhan vê wisa bizanibe. Bila gelê tirk jî bê bizanibe. Gelê ku hebûna me qebûl neke em hebûna xwe ji bo wan diyarî nakin.”

DAGIRKERÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Baydemîr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê kurd tu carî dê destûrê nede dagirkirina Qamişlo û Efrînê. Ez wekî ewladekî kurd vê yekê qebûl nakim. Nabêjim serçavan, kerem bikin. Bê guman çekê min tune. Lê destê min hene. Dilê me heye. Em bi ziman, dil û polîtîkaya xwe dê li dijî vê derkevin."

Baydemîr wiha got: “Di dilê min de bajarê sereke yê Kurdistana xweser Qamişlo ye. Bajarê sereke yê Kurdistana Xweser Amed e, Hewlêr e û Mahabad e an jî dê ew biryarê bidin. Divê sînor bên rakirin û derbasî yekîtiya Gumrukê bê kirin. Divê hevkariya siyasî û îdarî bê kirin."


 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Saeta xwe saetek bi paş ve bidin

ad

Ji bo danîna peykerê Lenîn kampaya dan dest pê kirin

ad

Waliyê Hesekê Ehmed û Serokê Sûriyê Şara hatin ba hev

ad

Va ye bernameya Venedîkê

ad

Mehmûd Osman: ‘Divê Başûr Herêmên Kanton yên Rojava bi awayek fermî nasbike’

ad

Kongreya Diyarbekirsporê taloq kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname